13 Hezar Navên Nebatan yên bi Kurdî Berhev Bûn
Endezyarê Ziretê Ehmedê Dirihî ku 36 sal in endezyarîyê dike, li hemû bajarên kurdan yek bi yek geriya û navê nebatan ên bi kurdî peyda kirin.
Ehmedê Dirihî 12 sal in ku xebata berhevkirina navên kurdî yên nebatan dimeşîne. Çîroka destpêkirina vê xebatê balkêş e.
Endezyar Ehmedê Dirihî ku di heman demê de xebatên rastnivîsa zazakî jî dike, beriya 12 salan li Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê digere û dixwaze navên çend nebatên bi kurdî di ferhengê de cih bigrin.
Lê berpirsyarên enstîtuyê, diyar dikin ku li enstîtuyê pisporekî ku li ser nebatan bixebite tune ye û ji Ehmedê Dirihî dixwazin ku vê xebatê bi serê xwe bimeşîne. Li ser vê yekê, Ehmedê Dirihî di serî de li Deşta Heranê, li hemû navçe û bajarên kurdan digere, dest bi lêkolîna navên nebatan dike. Cihê ku nekariye xwe bigihînê jî, bi riya heval û dostên xwe navên nebatan xwestiye û di xebata xwe de bi cih kiriye.
Endezyar Ehmedê Dirihî ku derbarê xebata xwe de agahî dan AKnews’ê, eşkera kir ku heta niha ji 4 zaravayên kurdî 13 hezar navên nebatan berhev kirine û ew dixwaze “Ferhenga Kurdî ya Nebatan” ji çapê re amade bike. Dixwaze ev ferhengeke bi wêne be.
Ehmedê Dirihî ku heta niha tevli hin semîneran bûye û derbarê mijara xwe de gotar pêşkêş kirine, da zanîn ku ew li Kurdistana Başûr li çiyayê Garê, Bamernê, Amediye û herêma Barzanê jî geriyaye, dixwaze ferhengeke mezin a bi wêne amade bike.
Ehmedê Dirihî, wiha axifî: “Min ji Kurdistana Başûr 4 ferheng peyda kirin, min pirtûkek li ser nebatên tibî (giyaderman) jî peyda kir. Min ji van îstîfade kir, ji hinek ferhengên ingilizî-kurdî, kurdî-îngilizî jî îstifade kir. Ji Kurdistana Rojhelatê jî min pirtûkek li ser nebatan peyda kir. Ew pirtûk bi şêwezarên goranî û erdelanî bû. Li Kurdîstana Başûrê Biçûk jî min ferhengek peyda kir û navên nebatan li ferhenga xwe zêde kirin. Ez dixwazim hem ferhenga nebetan a kurdî bi hemû diyalektan û hem jî sîstematîka binavkirina nebatan ya bi kurdî weke pirtûk çap bikim. Ger saziyek an jî weşanxaneyek xwe bide binê vî barî, ez ê ferhenga xwe bi wêne çap bikim. Ev ferhenga kurdî dê ji ya gelek welatan dewlemendtir be. Çimkî di ya tirkî de ferhenga herî mezin a bi wêne ji hezar û 300 wêneyan pêk tê. Lê ya me dê ji hezaran wêneyan pêk bê.”
Ehmedê Dirihî, da zanîn ku her kes dibêje di kulîlkan de şilêra herî navdar a Şemzînanê ye, lê rastî ne wisa ye. Di vê babetê de nêrîna xwe wiha îfade kir: “Heta salek berê min jî wisa dizanî. Lê şilêra li herêma di navbera Pîran û Paloyê de navdartir e.”
_______
Çavkanî: http://www.aknews.com/ki/aknews/3/198058/