Îdeolojîya Resmî, Şovenîzm û Kurd
Wergerandina ji tirkî: Roşan Lezgîn
Berîya rêvebirîya Nelson Mandelayî, yanî li salên 1960î, li salên 1970yî, li salên 1980yî ji bo Afrîkaya Başûr digotin nîjadperesttirîn dewlet e. Di salên 1960î de ji bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî wisa dihat gotin. Rêveberîya postsipîyan ji bo gelê xwecihî yên Afrîkaya Başûr wisa digot: "Postê we reş e, têkelî nav postsipîyan mebin. Bila taxên we, xwendegehên we, nexweşxaneyên we, hotelên we, restorantên we, qehwexaneyên we, sînemayên we û hwd. ji me cihê bin." Li Afrîkaya Başûr ji vê re "Îdareya Apartheid" dihate gotin. Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo postreşan wisa dihate gotin. Li DYAyê, bi taybetî li deverên başûr nufûsa reşikan zêde bû. Li wan deveran di navbera reşikan û sipîyan de hertim pevçûn derdiket. Li Afrîkaya Başûr nufûsa gelê xwecihî pir zêde bû. Nufûsa gelê xwecihî bi qasî ji pêncan çar zêdetir bû. Îdareya sipîyan ji bo xwecihîyan sehayên bi navê "Bantustan" ava kiribûn. Xwecihî di van warên gelek fireh ku bi têldirîyan hatibûn dorpêçkirin de dijîyan. Di van waran de xizmetên wekî xanî, elektrîk, av, tenduristî û xwendegehê tune bûn, xizmetên binesazî yên wekî rê û kanalîzasyonê jî gelek kêm bûn, baş nebûn. Lê xwecihî di van warên gelek fireh ku jê re "Bantustan" dihat gotin de otonomîyeka wan a navxweyî hebû, di van waran de wan bi xwe xwe îdare dikir. Li DYAyê têkilîya di navbera sipîyan û reşikan de jî dişibîya vê. Di van têkilîyan de naverokek ku bi têgeha "asîmîlasyonê" îfade bibe tune ye. Qebûlnekirin heye, piçûkxistin û tehqîr hene, qebûlnekirinek em dişên bi şeklê "Hûn naşibin me, mekevin nava me, ji min cihê, li dûrî me bijîn" îfade bikin heye… Girseyên xwecihî ku nedihatin qebulkirin, ji xizmetên wekî binesazî û xizmetên din yên komelayetî bêpar hatibûn hiştin, di nav şertên gelek zehmet de dijîyan lê di nav xwe de otonom bûn, wan bi xwe xwe îdare dikir.
Lêbelê li Tirkîyê têkilîyên kurdan û tirkan bi awayekî din çêbûne. Polîtîkaya bingehîn ya Komara Tirkîyê ku li hemberî kurdan tê meşandin asîmîlasyon e. Ji bo ku kurdan bo tirkîtîyê asîmîle bikin ji layê ekonomîkî ve, ji layê komelayetî û polîtîkî ve, ji layê îdeolojîkî ve her cure tedbîr têne girtin. Kurdê ku bûye tirk, derheqê kurdbûnê de tu îdîayeka wî nemaye, tu xwestinek û têkoşîneka wî nemabe, dewlet her awa îmkanî dide "kurd"ekî wisa. Ev merivên wisa li dezgeyên perwerdeyê, di karê dewletê de wezîfe digrin, di brokrasîya dewletê de bi sur'et bilind dibin. Lê yên ku nabin tirk, de'wa heqê demokratîk yên kurdan, doza mafên neteweyî yên kurdan dikin, bi çewsandinên gelek mezin re rû bi rû dimînin. Yên ku nabin tirk, yên ku derheqê mafên demokratîk û neteweyî yên kurdan de israrê dikin, kuştin jî têde bi her awa tawanê re rû bi rû dibin. Li gorî qenaeta min ev girantirîn nîjadperestî ye. Di vir de ji kurdan re wisa tê gotin: "Hûn ê ligel me bijîn. Hûn mecbûr in ligel me bijîn. Alternatîfeka we ya din tune ye. Hûn ê ligel me bijîn, em çawa dijîm hûn ê jî wisa bijîn. Lê hûn ê bişibin me hîn bijîn. Hûn ê gotinên wekî 'ev zimanê min e, ev kultura min e, ev nasnameya min e' ji bîr ve bikin, hûn ê van tiştan ji bîr ve bikin." Li gorî qenaeta mi, ev nîjadperestîyeka gelek girantir e. Nîsbet bi nîjadperestîya "hûn naşibin me, li dûrî me bijîn" ev nîjadperestîya ku dibêje "hûn mecbûr in ligel me bijîn, xasîyetên xwe yên eslî ji bîr ve bikin, bişibin me û wisa bijîn" nîjadperestîyeka gelek girantir e.
Meriv dikare asîmîlekirina elewîyan bo muslumantîyê jî wisa bibîne.
Dibêjin "Li tirkîyê cihêtî tune ye, wekhevî heye, herkes dikare bibe her tişt." Ev îfadeyeka wisa ye ku esas nîjadperestîyê diveşêre. Em dibînin ku di jîyana sîyasî ya tirkan de, di jîyana ramanî ya tirkan de ev slogan gelek zêde tê bikaranîn. Nimûneyeka wê ya girîng parlamenterên DEPê ne. Ji ber ku di huwîyeta wan de "tirk" nivîsandî ye, lewre wekî her tirkekî ew jî şîyane bibin parlament. Lê dema ku gotin em kurd in, ji bo kurdan behsa hinek mafan, hinek xwestinan kirin, hingê masûnîyeta wan hat hilanîn û hatin hepiskirin. Bi îdîaya ku ew "terorîst" in hatin mehkemekirin û tawanbarkirin. Di jîyana 80 salên Komara Tirkîyê de tu car hatiye dîtin ku masûnîyeta 17-18 parlamenteran bi carekê re hatiye hilanîn û ew mehkeme kirine û xistine hepixaneyê? Ev polîtîka tenê ji bo kurdan tê tetbîqkirin. Di vê raman û kirinê de fehma "wekhevîyê" li kîderê ye?
Em salên 1985-1989an bînin bîra xwe. Li Bulgarîstanê, polîtîkayeka dewletê hebû ku navê tirkên etnîkî yên ku li wir dijîyan bi navê bulgarî dihate guhertin, dixwestin tirkan bikin bulgar. Wê demê Bulgarîstan ji alyê Partîya Komunîst ve îdare dibû. Ji tirkan re digotin "Eger hûn navên bulgarî li xwe daynin, hûn ê di partîya Komunîst ya Bulgarîstanê de, di qedemeyên dewlet û hukumetê de bi hêsanî wezîfe bigrin û bi sur'et bilind bibin…" Li tirkên ku navên bulgarî qebûl nedikirin tehda dihate kirin. Digotin "Eger tu navê bulgarî negrî, ne ku tenê tu, dê hemî malbata te bi tehdayê re rû bi rû bimîne…" Ji bo ku bi tehdayeka wisa re rû bi rû nemînin bi hezaran tirkî xwe li sînoran qelabt, sînor bezand û xwe gihandin Tirkîyeyê. Bûn penaber.
Em cardin navbera salên 1985-1989 bînin bîra xwe. Berpirsîyarên hukumet û dewleta tirkan ji ber van kirinan bi tundî hukumeta Bulgarîstanê rexne dikirin. Dixwestin Yekîtîya Neteweyan, Konseya Ewropayê, Yekîtîya Ewropayê, Teşkîlata Ewlehî û Hevkarîyê ya Ewropayê û dezgeyên wekî vana xeberdar bikin ku fişar li ser dewlet û hukumeta Bulgarîstanê bête danîn da ku dawî li van kirinên li dema me nakevin were. Li Tirkîyê çapemenî, medya, partîyên sîyasî, unîversîte, baroyên avûkatan, sendîqa, dezgeyên dadgehan, Dadgeha Qanûnê Esasî, hemî dadgehên bilind yên wekî Dadgeha Bilind (Yargıtay), Dadgeha Malî (sayıştay), Dadgeha Karên Derveyî (Danıştay), cûre bi cûre dezgeyên komelgehê yên sivîl di vê mijarê de fikrê xwe beyan dikirin, kirinên ku li Bulgarîstanê dibûn protesto dikirin. Rexne li rêvebirên hukumet û dewleta Bulgarîstanê digirtin. Dezgeyên kar û karsazîyê, klûbên sporê, komeleyên wekî komeleya çandinî û komeleya muhasiban di vê çarçeweyê de daxuyanî belav dikirin, xwepêşandan û mitîng çêdikirin. Bi rêya çapemenî û medyayê kirinên li Bulgarîstanê bi têgehên wekî "faşîst", "nîjadperest", "şovenîst", "kolonyalîst", "emperyalîst", "derveyî medenîyetê" û "derveyî merivatîyê" dihatin pênasekirin. Tirkîyeyê, te divê bi dezgeyên xwe yên dewlet û hukumetîyê, te divê bi dezgeyên xwe yên civaka sivîl, heriwsa bi dezgeyên xwe yên dadgehî li derve û li hundir polîtîkayeka gelek gurr bi rê ve dibir. Hinde hemwelatîyên Bulgarîstanê yên bi eslê xwe tirk hebûn ku ew polîtîkaya Bulgarîstanê, kirinên wê qebûl dikirin û navên bulgarîyê li xwe dikirin. Li Tirkîyeyê çapemenî û medyayê ev kesên hanê wekî "hemkar (cehş)" û "xayîn" pênase dikirin. Em dizanin ku ev proses paşê çawa çêbû. Li Bulgarîstanê rêveberî guherî. Her wekî ku li Yekîtîya Sovyetan çêbû, eynî wekî ku li Balqanan çêbû, li Bulgarîstanê jî rêvebiriyên demokratîk hatin cihê rêvebirîyên komunîst girtin. Tirkan partî damezrandin, beşdarî bo rêvebirîyê kirin, di hukumetê de cih girtin. Tirkên etnîkî ku koç kiribûn hatibûn Tirkîyê cardin vegerîyan Bulgarîstanê. Nika Bulgarîstan namzeda endambûnê ya bo Yekîtîya Ewropayê ye. Îhtîmaleka gelek mezin dê di sala 2007 de bibe tam endam…
Lê li Tirkîyê, digel ewqas têkoşînê, hîn jî kurdan neşîyane mafê navên kurdî bi dest ve bînin. Ji ber ku di navên mîna Bawer, Xandar û Qenco de pîtên "w", "x" û "q" hene, ev navên kurdî hîn jî li dayreyên nufûsê tomar nabin. Ev çi nîşan dide? Ev nîşan dide ku polîtîkayên asîmîlasyonîst û şovenîst tam wekî dezge rûniştine. Ev nîşan dide ku fikrê tirkan wekî fikrekî cotestandard (bi du standardî) pêş ve diçe. Dezgeyên cûr bi cûr, kes û roşinbîrên cûr bi cûr û hwd. dema wê prosesa ku di navbera salên 1985-1989 de li Bulgarîstanê rû dida bi şîdet rexne lê digirtin, ji bo protestokirina wan kiryaran xwepêşandan û mitîng çêdikirin, kirinên ku dewleta wan li hemberî kurdan ev serê 80 salan e bi awayekî sîstematîk dike, polîtîkayên ku dewleta wan bi rê ve dibe gelek asayî dibînin. Tehdayên ku li kurdan dibin ji nedîtî ve, ji nebihîstî ve, ji nezanînê ve tên.
Di sala 1994 de Nelson Mandela li Afrîkaya Başûr bû serokkomar. Wekî serokkomar hatina hilbijartinê ya lîderê Kogreya Neteweyî ya Afrîkayê bi me nîşan da ku li Afrîkaya Başûr îdeolojîya resmî ewçend jî hişk nebûye, nerm bûye. Nîşaneka gelek girîng ya vê yekê jî ev e ku serokomarê wê rêveberîya ku Nelson Mandelayî 27 sal di girtîgehê de hişt, serokkomarê wê demê Fredrik de Clerk di hilbijartinên 1994 de bû cîgirê serokkomarî yanî bû cîgirê Nelson Mandelayî. Li Afrîkaya Başûr cudahîya di navbera nîjadan de proseseka wisa ye ku li sala 1990î bi serbest berdana Nelson Mandelayî dest pêkir. Li Afrîkaya Başûr ku jê re digotin "nîjadperesttirîn dewleta li dinyayê ye" êdî "Polîtîkaya Apartheid"ê tune ye, polîtîkayeka wisa êdî li wir tetbîq nabe. Ji gelên xwecihî hatin ser rêvebirîya Afrîkaya Başûr. Li DYAyê jî ew nîjadperestîya ku li salên 1960î hebû niha tune ye. Lêbelê li Tirkîyê polîtîka û kirinên nîjadperestîyê ku xwedîyê taybetîyên xwe yên gelek xas in, bi hemî hişkîya xwe têne dewamkirin.
Fikrê tirkan di xêzeka nîjadperest de pêkhatiye. Di salên 1930î de, wezîrê edaletê Mahmut Esat Bozkurtî (1892-1943) gotibû "Tirk efendîyên tekane, xwedîyên tekane yên vî welatî ne. Yên ku bi awayekî xwerrû ne ji nîjada tirk bin di vî welatî de tenê mafekî wan heye. Mafê koletî û xizmetkarîya ji bo tirkan. Bila dost û dişmen heta ku çiya vê heqîqetê wisa bizanin." (Milliyet, 19 îlon 1930, rojnameya Milliyetê li wan salan ji layê parlamenterê Sêrtê Mahmut Soydanî ve dihate weşandin.) Ev jî tê zanîn ku ev fikrê hanê li ser kaxid nemane hatine tetbîqkirin. Digel viya, Mahmut Esat Bozkurt li salên 1960î, li salên 1970yî, li salên 1980yî wekî kesayetekî "demokrat û sosyalîst" dihate dîtin. Dezgeyên wekî Dadgeha Bilind, fakulteyên huqûqê û baroyên avukatan peykerê Mahmut Esat Bozkurtî li ber derîyê xwe ligel gotinên pasindayînê daçikandin. Ji ber ku di salên 1930î de kitêba Max Beer "Sosyalizmin ve Sosyal Mücadelelerin Genel Tarihi" (The General History of Socialism and Social Struggles) wergerandibû ser tirkî û ji bo wergera wê ya tirkî pêşgotinekê nivîsîbû, ev bûbû sedem ku wekî sîyasetmedar û brokratek ku dil daye sosyalîzmê bihê naskirin. Lê ev gotinên wî yên ku li jor me behsa wan kir, nehatine munaqeşekirin. Ev gotinên wî ji nedîtî vê tên û pesindayîna hanê ji bo wî tê kirin. Ji nedîtî ve hatin, tê manaya vî raman û helwêsta wî ha hanê suriştî dîtin e.
Qanûna Îskanê ya bi hejmar 2510 bi mêjuya 1934, hemîşe behsa "nîjada tirk" dike.
Xala 7/A ya vê qanûnê wisa dibêje: "Heçî kesên bi nîjada xwe tirk in, muhacir û multecîyên ku ji hukumetê bi nivîskî yarmetîya îskanê bixwazin di nav Tirkîyê de kîderê bixwazin bi serbestî dişên li wir niştecih bin."
Xala 7/B ya vê qanûnê wisa dibêje: "Heçî kesên ku bi nîjada xwe tirk nînin, eger ji hukumetê yarmetî nexwazin jî, mecbur in li cihê ku hukumetê nîşan daye bimînin û heta ku destûra hukumetê tune be mecbur in li wir bimînin."
Xala 13/1-D ya vê qanûnê wisa dibêje: "Li herêmên numre 1 de, yên ku ji nîjada tirk nînin û bixwazin werin li van herêman niştecih bibin."
Xala 13/3 ya vê qanûnê dibêje: "Yên ku ji nîjada tirk nînin, ev mecbûrî ye ku divê li gundan bêne belavkirin yan jî bi awayê ku tax û komik çênekin li qesaba û bajaran bêne îskankirin."
Xala 17/5 ya vê qanûnê dibêje: "Yên ku mensûbê nîjad û kultura tirk in û bo herêma bi numre 1 hatine veguhastin."
Di metna sedemê danîna vê qanûnê de jî têgehên wekî "nîjada tirk" û "nîjada tirk û çêbûna wî ya necîb" tê kirin. Digel van hemî tiştan dîsa jî bi awayekî giştî roşinbîr tekîd dikin ku ramana tirkîtîyê ji nîjadperestîyê dûr e û demokratîk e, prensîbê "wekhevîtîyê" derdixe pêş. Lê tu car ev mijarên ku min li jor amaje pê kir nayên munaqeşekirin, hemîşe ji nedîtî ve, ji nezanînê ve tên.
Ramana tirkan bi muhafezekarên xwe ve, bi çepgîrên xwe ve qîymeteka mezin didin kesên ku asîmîle bûne, kesên ku îdîaya kurdîtîyê nakin, "kurd"ên ku ji têkoşînên wisa dûr sekinîne. Bêhed pesnê kesên wisa didin. Wan wekî hemdem, demokrat, sosyalîst, roşinbîr û hwd. dibînin.
Kitêbeka Malmîsanijî ya bi navê Cemîlpaşazadeyên Diyarbekirî û Neteweperwerîya Kurdî (Diyarbekirli Cemilpaşazadeler ve Kürt Milliyetçiliği) heye. (Avesta, 2004) Di vê kitêbê de agahîyek heye ku ez têde heyirî mam. Divê kitêbê de bi teferuat behsa wê dibe ku Vedat Günyol yek ji nevîyên Ahmed Cemîl Paşayî ye. (r. 472 û dewama wê) Vedat Günyol (1911-2004) nivîskarekî wisa ye ku ji bo zimanê tirkan, ji bo kultura tirkan, ji bo edebîyata tirkî xizmeteka gelek mezin kiriye. Ew kesekî wisa ye ku dema zimanê kurdan ewçend dihat çewsandin, kurd ewçend di bin tehdayê de bûn, hîç reaksîyonekî nîşan nedaye. Li dijî çewsandinên neteweyî ku li Filîstînê, li Vîetnamê, li Amerîkaya Navîn, li Amerîkaya Başûr li ser miletên li wan deran bûye derketiye lêbelê çewsandina ku li Rojhelata Navîn li ser kurdan dibe hîç ji xwe re nekiriye derd. Li hemberî vê çewsandinê rexneyeka piçûk jî nekiriye. Xuya ye ku ev helwêsteka gelek qestî ye. Herwisa dîyar e ku helwêsteka hûmanîst jî nîne. Li demekî li ser zimanê kurdan, li ser kultura kurdan çewsandinên ewçend zêde dibin, ev fişar û çewsandin ewçend şêweyekî sîstematîk digrin, di demeka wisa de ev helwêsta hanê ancax wekî ji nasnameya xwe revînê, wekî xwe veşartinê bête nirxandin. Ji bona vê yekê, bikaranîna maskeyeka ji termonolîya demokratîk, çepgîr û hûmanîst jî alîyekî din yê mijarê ye.
Temuze 2005