Dêrsim: Welatê Ku Kêm Tê Zanîn
Hinek mijar hene ku derheqê wan de nivîsandin ji bo mirov pirr bi zehmet e. Dêrsim jî ji yek wan mijaran e. Lewra heya nika li ser Dêrsimê, dîrok, erdnîgarî, çand û niştecihên wê, bîr û bawerîyên gelê wê, serhildan û ciyawazîyên wê yên ku li tu derên dinê peyda nabin, him gelekî zêde qala wê hatiye kirin, tê kirin û him jî bi qasî wê kêm û xelet tê nasîn.
Dêrsim di erdnîgarîya Kurdistanê de herêmeke pirr girîng e. Lewra him bi çîya û çemên xwe, bi gelî û newalên xwe ve, him bi bîr û bawerîya xwe ve û him jî bi zaravayê xwe kirmanckî ve ji wan herêman din yên Kurdistanê vediqete. Herweha bi berxwedan û serhildanên xwe ve her dem di dilê hêza dagirker de bûye kuleke xedar, hê jî şopa wê kulê di dilê wan de tê dîtin.
Di vê nivîsê de em dê qala van tiştan nekin. Egera ku bû sedem ku ev nivîs were nivîsandin pirtûka Andranîkê Ermen e ku piştî ku ev camêr di sala 1888 de li Dêrsimê geriyaye, ketiye nav gelê kurd, li çîya û banîyên wê gerîyaye, di derheqê bîr û bawerî, edet, jîyan û çanda mirovên heremê de agahî berhev kirine û ev agahî nivîsîne û li Tiflîsê di sala 1900î de di nav Yekîtîya Weşanxaneyên Ermenîyan de bi navê“Dêrsim, Çanaparbordûtyûn Yêv Aşxarbgrûtyûn” wekî pirtûk daye çapkirin.
Bi qasî ku em ji pêşgotina pirtûkê jî fêm dikin, ev berhem bi ermenîkîya kevin hatîye nivîsîn û du caran hatîye çapkirin. Di sala 2010 de mamoste Malmisanîjî ev bi alîkarîya camêrekî bi navê Serdar Uçar bi dest xistîye û daye Têmûrê Xelîl. Têmûrê Xelîl kurdekî ji herêma Serhedê ye û di derbarê zimanê kurdî de gelek xebatên hêja kirine û hê jî van xebatên xwe berdewam dike. A Têmûrê Xelîl ev berhem ji ermenîkîya kevn wergerandîye kurmancî. Ev wergera wî di nav Weşanên Deng de derketiye.([1]) Piştî wê Roşan Lezgînî ew pirtûk ji kurmancî wergerandiye ser kirmanckî û Weşanxaneya Vateyî çap kiriye.([2]) Bi rastî Roşan Lezgîn bi xebatên xwe yên di warê ziman de xwedî kedeke gelekî mezin e. Li ser înternetê bi malpera xwe www.zazaki.netê ve karekî pir kêrhatî dike. Herweha tenê bi qada sanal nasekine, bi kovara Şewçila ku sê mehan carekê derdikeve û rojnameya panzdeh rojan carekê derdikeve Newepel ve jî valahîyeke mezin dadigire. Bi saya van weşanan gelê kurd bi wêjeya bi vî zaravayê kirmanckî jî dihese. Bi rastî ez bi saya van weşanan hînî kirmanckî bûm û hê jî hin dibim. A ev wergera ku em qala wê dikin jî beşek ji van xebatan e.
Pirtûka bi navê Dêrsim hatiye weşandin ji 160 rûpelan pêk tê. Wergêr beşa naverok û îndeksa navan li pirtûkê zêde kiriye. Ev di çapa kurmancî de tune ne. Herweha navên taybet yên bi kurdî û ermenîkî yên bajar, war, çîya û çeman bi îtalîk hatine nivîsîn. Ev ji bo muqayeseya navên îro û wê demê gelekî kêrhatî ye. Herweha hinek peyvên tirkî yên wekî jimaran jî bi vî qaydî hatine kifşkirin. Bi vî tehrî meriv dibîne ku wê hingê jî -wekî ku îro dema kalên me behsa tarîxekê dikin bi tirkî dibêjin- milet dema qala tarîx û temenê xwe dikir jimarên tirkî bi kar dianîn. Ev edet hê îro jî di nav kalên me kurdan de heye. Pirtûk du beş e, di beşa pêşîn de nivîskar qala gera xwe ya Dêrsimê dike û di beşa duduyan de jî bi giştî qala Dêrsimê dike.
Ji bo mirov derheqê rabirduya kurdan û cînarên wan ên li herêma Dêrsimê jîyane bizanibe, ev pirtûk gelekî baş e. Lewra dema meriv vê pirtûkê dixwîne hema hema mirov bi giştî derheqê hemû babetan de dibe xwedî fikr. Lewra Andranîk bi rêberîya hevalên xwe, -car caran dibêje di nav van rêberan de merivên wî jî hene- çi kurd û çi jî ermen dikeve nav her kesî. Ji nêz ve, bi çavê xwe dibe şahidê jîyana wan, ji devê wan bawerî û dîroka wan hîn dibe. Li ser awayê jîyan û çanda wan bi xwe tesbîtan dike û li ser wan şîroveyên xwe rêz dike. Herweha gelê wir, kurd û ermenanîyan bi gelên herêmên din ve muqayese dike. Carna tu lê dinihêrî pesnê wan dide û carna jî rexne li wan dike.
Bi rastî gava min ev pirtûk xwend -divê ez vê jî bibêjim min wergera wê ya kirmanckî xwend- hema ez dikarim bêjim ji bo min mîna romanekê hat. Lewra di vê rêwîtîya xwe de Andranîk rastî gelek şer û bûyeran hatiye, rêya wî hatiye birîn, hatiye şêlandin, wî anîye ew kesên rêbir xapandine û ji destê wan filitîye. Derheq exlaq, perwerde, mîmarî û têkilîya gelê herêmê de jî nirxandinên girîng kirine.
Dema qala çanda ermenên Dêrsimê dike, tu dibêjî hema ev kurd in. Bo mînak, dibêje ku di nav wan de bûkên nû dema teze tên siwarkirin û tên mala xwe, ji xesî û xezûrên xwe re bûktîyê dikin, ango xeber nadin. Gava min ev xwend bi rastî ji bo min pir balkêş hat. Lewra ev edeta hanê nika jî di nav kurdên me de hene. Nika dîya min bi xwe pêncî salî ye û hê ji kalkê min re bûktîyê dike. Herweha jinapa min ji tîyê xwe, ango ji bavê min re bûktîyê dike. Ez nizanim gelo nika di nav ermenîyan de ev edet mane û yan nemane. Lê hê di nav kurdan de hene. Wekî vê hê gelek tiştên din hene.
Jixwe tiştekî asayî ye cînar têkevine ber bandora hevdu, ji edet û bawerîyên hevdu hildin. Lêbelê ez nizanim gelo kîjan miletî ev edet -ku bi min edeteke betal e- ji kê hildaye.
Herweha dema meriv vê gernameyê dixwîne mirov dibîne ku alîyê bîr û bawerîyê de jî ev herdu milet gelekî li hevdu çûne. Ango li gor gotina wî kurdên Dêrsimê dêrên filleyan wekî zîyaret û cîyên pîroz dibînin. Heta hinek kurd di dema tengasîyan de diçin xwe diavêjine wan deran. Li wir lava û dua dikin.
Tiştekî melum e ku kurd û fille bi sedsalan li gel hevdu jîyane, ev pirtûk, ji bo ku meriv çawanîya vê têkilîyê bizanibe berhemeke baş e. Heta li gor ku nivîskar dibêje, di nav daristanekê de rastî komek kurd hatine, ji bo wan bitirsînin xwe wekî Osmanî nîşan dane, lê gava ku dîtine kurd ji Osmanîyan hez nakin, wan wekî neyar dibînin, dê xirabîyekê bi wan bikin, wê çaxê xwe bi ermenîtîyê xilas kirine û hê gelek tiştên din. Ji bo dîtina van rastiyên girîng divê mirov vê berhemê bixwîne.
Lê bi şertekî, divê mirov ji binî ve bawerîya xwe bi xebatên bi vî rengî ji destê xerîban derketine neyîne. Lewra endamên dêran, rojhilatnasên xaçparêz, xebatkarên şirketên bazirganî û nûnerên dewletên Ewropî bi sedsalan xebatkarên xwe şandine nav gelên herêmên Kurdistanê, Afrîqayê, Hindistan û gelek deverên din. Ev endamên wan hatine nav wan gelên niştecîhên wan herêman, fêrî zimanê wan bûne, li ser bîr û bawerîyên wan lêkolîn kirine, di derheq dewlemendî û kêmasîyên wan de bûne xwedî melumat, paşê di derbarê van xebat û lêkolînên xwe de gelek rapor û berhem amade kirine. Bi rastî saya xebatên wan gelek berhemên edebî ji windabûnê filitîne û di pirtûxaneyên biyanîyan de tên parastin. Lêbelê gava ev xebat hatine kirin, pirr caran jî ji edaletê dûr ketine, loma nirxandin û şîroveyên wan ji rastîyê dûr ketine. Bi helwesteka oryantalîsî nêzîkî bûyeran bûne. Bi çavekî ku ew mirov namzedê bişaftin û xapandinê ne li wan nihêrîne. Lewra li gor wan ev kes hov in, -car caran di vê pirtûkê de jî mirov rastî vê peyvê û nêrînê tê- loma divê bên perwerdekirin. Ango dema bişibine rojavayîyan dê wê hingê bibine kes û civakên medenî û pêşketî!
Ji ber vê gava Andranîk qala gundên ermenîyan dike dibêje, hema hema li hemû gundên wan dêr û dibistan hene, li gundên ku dêr tune be jî keşîş çend hefteyan carekê tê şîretan li wan dike. Lê gundê kurdan him bi asta perwerdeya xwe ji wan kêm in û him jî bi pergala gund û malên xwe ve. Car carna mirov rastî nakokîyan jî tê.
Lêbelê ev hemû dîsa girîngîya vê pirtûkê kêm nakin. Lewra heke ev xerîb û rojhilatî nebûna em dê ji gelek agahîyên derheq çand, welat, wêje, bawerî û zimanê xwe bêpar bimana.*
_______
*Ev nivîs li kovara “Nûbihar, Hejmar 115, r. 50” weşîyaye
[1] Andranîk, Dêrsim, Rêwîtî û Erdnîgarî, Wergêrandin: Têmûrê Xelîl, Weşanên Deng, Diyaberkir, 2009
[2] Andranîk, Dêrsim, Raywanî û Cografya, Çarnayox: Roşan Lezgîn, Weşanxaneyê Vateyî, Îstanbul, 2010