Hebûna Turkan li Kerkûkê
Kurd, ereb, fars, aşûr, keldan û suryan li rojavayê Asyayê gelên kevnare ne; ew ji berê da û heya niha cîran hevsêyên hev in. Wek xweriska cîranan li her derê, wan hin caran şerê hev dikir û paşê jî aşt dibûn û bi hev ra di her warî da beşdar dibûn. Rahên wan di vê erdnîgariyê da gelek kûr in û her yekî ji wan rola xwe di rêveberiya vê herêmê da, di her pêngavekê da ji pêngavên dîrokî heye û her yek li gor rewş û derfeta xwe di avakirina destkeftên şaristanî yên Rojhilata Navîn da beşdar bûye.
Lêbelê ev cîranên me yên turk yên niha, warê wanî bingehîn li Turkmanistanê û derdorên wê li Asyaya Navîn e. Padîşahîyên kurdan û di pey ra yên farsan demeka dirêj rê nedidan wan ku werin welatên rojavayê Asyayê talan bikin û têxin bin destê xwe. Di pirtûka pîroz ya zerdeştîyê "Avesta"yê da û di "Şahname"ya helbestvan Firdewsî da gelek agahdarî derbarê şerê gelên ariyanî û gelên turanî (turk) de hene. Di wan şeran da navê qehremanê kurd Rustemê Zal pir naskirî ye.
Turk di serdema Ebasîyan da
Pêş serdema ebasîyan ti hebûneka turkan li rojavayê Asyayê tine bû. Yê herî pêşîn ku ew anîn ji xelîfeyên ebasîya El-Me’mûn bû (mirin: 833).
Wî koleyên turk kirîn û xistin nav leşkeriyê ji ber ku baweriya wî bi leşkerên ereb û fars lawaz bû. Di pey ra birayê wî El-Muȟtesêm Billah (mirin: 842) li ser vê şopê dewam kir, ji ber ku dayîka wî cariyeka turk bû bi navê “Marîde” û wisa hin bi hin rêveberiya leşkerê ebbasîyan kete bin destê memalîkên turk. Ji ber ku wan zordarî li gelê Bexdadê kir, xelîfe neçar ma ku wan ji Bexdadê bibe bajarê Samerayê.
Di pey ra rêveberên leşkeriyê yên turk xelîfeyên lawaz yên ebasîyan xistin bin kelîja xwe; êdî ew nizim û riswa dikirin, hinek radikirin û hinek dikuştin.
Helbestvanekî rewşa xelîfe El-Musteȟîn Billah (îqtîdara wî: 862-866) ji dest rêveberên turk “Wesîf” û “Buẍa” bi vî awayî aniye ziman:
"Xelîfe di rekehê da ye / Navbera Wesîf û Buẍa / Dibêje tiştê ku jêra dibêjin / Weke teyrê Papaẍa"
Kerkûk di navbera turkkirin û erebkirinê da
Hebûna turkan li rojavayê Asyayê heta bi demekê di dirûvê koleyên nava leşkeriyê da ma û ne bêhtir. Lêbelê di serdema xelîfeyê ebasî El-Qaêm Bî Emrîllah (mirin: 1075) rewş bi temamî hate guhartin. Wî turkên Selçûqî yên sunne ji Turkmanistanê anîn û xwast bi alîkariya wan xwe ji kelîja Boweyhiyên Şîȟe rizgar bike. Selçûqî bi rêveberiya sultanê xwe Tuẍrul Beg di sala 1055 da ketin Bexdadê û xelîfe mafê serweriya li ser gelên îslamî da wan û wisa wan Kurdistan û welatê Şamê xistin bin serdariya xwe.
Di koşa selteneyeka selçûqî da Dewleta Zengî ya turkumanî li dor sala 1127 da hate avakirin. Di pey ra li ser termê Dewleta Selçûqî li Anatoliyayê Dewleta Osmanî ya turkî sala 1299 da hate avakirin û dema ku sultanê osmanî Suleymanê Qanûnî Kurdistan û Îraq di sala 1535 da talan kir, hin kolonî ji bo êlên turkumanî li Kurdistanê durist kirin; ji Til-leȟfer da bigire heta bi Kerkûkê û heta digihîne Tûz-Xurmatû û piştî wir.
Ji bilî duristkirina koloniyên turkumanî li Kurdistanê, Osmaniyan demografiya herêma Kerkûkê guhartin ku êlên kurdî ji wê herêmê koç kirin herêmên dûr. Wek nimûne: Beşên ji êla Şêx-Bizinî ya kurdî ji herêma “Şuwan” ya bakurî bajarê Kerkûkê koç kirin û birin herêmên Qonyayê û başurê Anqarayê li Anatoliya Navîn.
Ji ber ku desthilatî her osmanî bû, malbatên turkî li herêmên ku lê hatin bicihkirin bûn xwedî kelîj û hêz. Yek ji wan jî bajarê Kerkûkê bû.
Hin malbatên Kurd jî guherîn û bûn turk; wek malbata Neftecî û ya Yeȟqobîzade. Ev her du malbat ji êla Zengene ya kurdî ne; wek ku Dr. Cemal Reşîd Ehmed dibêje.
Alaya turkumanî li ser kela Kerkûkê
Ev rastiya ku jêderên dîrokî dibêjin û ev çîroka hebûna turkî bi gelemperî li rojavayê Asyayê; bi taybetî jî li Kerkûkê. Ji lew ra logîk û mantiq napejirîne ku turkumanê mêvan xwe bike serwerê Kerkûka Kurdistanî.
Navê Kerkûkê di kûraniya dîrokê da
Kerkûk li bakurê zincîra çiyayên Hemrîn dikeve ku Îraq û Kurdistanê ji hev dibirin û Kerkûk herdem beşek bû ji erdnîgariya pêşiyên kurdan; ji Sûbaran da dest pêbike heya bi Gotiyan, Kaşşiyan, Hûriyan, Mîtaniyan û Mîdiyan.
Wek hemû welatê kurdan, hin caran diket jêr desthilata padîşahiyên cîran wek Akkadî, Babilî, Aşûrî, Farisî, Selçûqî, erebên Misilman, Sefewî û Osmaniyan.
Yek ji navên Kerkûkê di dema Hûriyan da “Arapxa” bû. Paşê navê “Kerxo = Kerxînî” lê kirin. Dîroknasê Aẍrîkî Plutarch (BZ: 120-45) bi şêwazê “Korkora” gotiye. Di serdema mîdî da paşkoka “ak–uk” ya zagrosî hate pê ve xistin û bû “Korkor-ak” û “Korkor-uk”.
Paşê bi kurdî navê “Baba-Gurgur” jî hat lêkirin; ji ber gaza ku ji kanên petrolê derdikeve û agir pêdikeve. Peyva “Baba” şêwazekî pîrozkirinê ye li ba kurdan, di hin beşên Yezdaniyê da wek Kakayî û êzdî. Herêma Kerkûk warê hin êlên Kakayîyan bû.
Keleha Kerkûkê
Piştî avakirina dewleta Îraqê sala 1921, li gor peymana Saykes-Picot, sazûmanên îraqî ji ber girîngiya vê herêmê siyaseta erebkirinê bi taybetî li wir pêkanîn. Ev pêvajo di dema sazûmana Beȟsî da û bi taybetî di dema Seddam Huseyn da gihîşte asta herî bilind. Siyaseta koçkirina kurdan û anîna ereban pêkhat; û li wir hatin bicihkirin. Ev rastî hemû naskirî ne û bi belge ne. Tenha tiştê ku Kurd dixwazin ew e ku dîrok bête sererastkirin, ku siyasetên şovenîst bi darê zorê li ser Kerkûkê danîbûn.
Di pi rtûka xwe da "Kerkûk di sedemên kevin da" dîrokzan Dr. Cemal Reşîd Ehmed gelek belge û şopên dîrokî derbarê kurdistanîbûna Kerkûkê de pêşkêş dike.
Eve lînka pirtûkê: http://www.kacenter.net/karkuk-in-history
Jêder
1 – Îbrahîm Beg Helîm: Dîroka Dewleta Osmanî, r. 49
2 – Antoni Netneg: Ereb, r. 190–191
3 – Avesta, Yaşt 5, Ayet 41-43, r. 408 / Yaşt 19, Ayet 56, r. 622
4 – Amin Abdulmajid Badawi: Geřek di Şehnameya Firdewsî da, r. 19
5 – Cemal Reşîd Ehmed: Kerkûk di serdemên kevin da, r. 42-44, 49
6 – Hesen X. Ẍerib: Ji bo peywendiyeka saxlem di navbera Urubet û Îslamê da, r. 127
7 – Abdulbari Muhemed: Siwarên Xilafetê, r. 17, 119
8 – Al Firdewsi: Al Şahname, r. 36
9 – Al Masȟûdî: Muruj Al Zahab we Meȟaden Al Jawher, 53-54
10 – Al Meqeyzeri: Kitab Al Suluk li Meȟri feti duweli Al Muluk, C 1, r. 51-52
________
Çavkanî: Dr. Sozdar Mîdî, Xelekên Gotara-30, Wergerandina ji erebî: Mustefa Reşîd, Kovara Pênûsa Nû, Hejmar 60, r. 5-6