Hejmara 0
Bi kêmî nêzîkî 4000 heta 5000 salan e ku di zimanên hindûewropî de nav bo hejmara 1 heta 100, herwiha belkî heta hejmara 1000 jî hebûne. Lê ne demeke pir dirêj e ku mirovan fehm kiriye ku sîstema 0 bi kar bînin û bi wê hejmaran dehcarî, sedcarî, hezarcarî û hwd bikin. Wekî nimûne:
- yek/1 û 0 = deh/10
- 10/deh û 0 = sed/100
- 100/sed û 0 = hezar…
Yekem car ev awayê bikêrhatî li Hindistanê hatiye fehmkirin û bikaranîn. Di heman demê de, yekem car 0 wek hejmar hatiye hesibandin. Di zimanê zanistî yên wê demê yê Hindistanê de, anku di sanskrîtî de, navê "sûnye" li vê hejmarê hatiye kirin ku manaya wê ya bingehîn "vala, xalî, bêpar, tine" bû.
Paşî misilmanan di Serdema Navîn de anku piştî destpêka îslamê, ev sîstem ji Hindistanê anî Rojhilata Navîn û navê wek "ṣifr صفر" li erebî wergerand ku manaya wê jî wekî ya eslî "sûnye"ya sanskrîtî "vala, xalî, bêpar, tine" ye.
Peyva "sifr, sifir" ne ku tenê di erebî de heta niha jî li kar e, lê ew herwiha bûye navê hejmara 0 bi piraniya zimanên din jî yên misilmanan, bo nimûne: kurdî, farisî, tirkî, azerî, swahîlî…
Lê peyva "sifr, sifir" tenê bi zimanê misilmanan ve sînordar nemaye. Ew bi rêya latînîya Serdema Navîn wek "zephirum" derbasî piraniya zimanên serekî yên ewropî jî bûye. Spanî "cero" (wekî "sêro" bixwînin), inglîzî, îtalî û almanî "zero", fransî "zéro". Bi rêya zimanên ewropî peyva "zero" ya ji peyva "sifr" di sedsala bîstem de gihiştiye heta Japonyayê jî. Wê heta xwe gihandiye zimanê hindî jî anku wê deverê ya ku fikra sîstema vê hejmarê jê derketiye û peyva "sifr" jî li ber peyveke wê deverê hatiye çêkirin. Peyva "sifir" vê dawiyê ji zimanên ewropî dîsa li Rojhilata Navîn jî vegeriye. Peyva "şîfre" (hejmar, kod, reqem, parola) ku niha di kurdî de jî tê bikaranîn, bi rêya tirkî "şifre" ji fransî "chiffre" hatiye. Lê fransî bi xwe ew ji îtalî "ciffra" û îtalî jî ew dîsa ji erebî ṣifr صفر wergirtiye.
Di kurdî de peyva serdest û standard ya bi maneya 0 "sifir" yan "sifr" e, her du jî bi Sad (ص) qelew tên gotin.
Hêjayî gotinê ye ku navê hejmara 0 bi nivîsînê pir dişibe navê du tiştên din: madenê "sifir, sifr" anku "mis, paxir, baxir" (bi inglîzî "copper", bi tirkî "bakır") û "sifre" anku "mase, mêze, xwarina danayî" lê S-ya navê hejmara 0 qelew e (ص) wek di peyva "sed" yan "se, seg" de û S-ya van peyvên din di kurmancî de zirav e (س) wek di peyva "ser" yan "sê".
Ji ber eslê erebî yê vê peyvê, hin kurdan hewl daye ku navekî din li vê hejmarê bikin. Çend ji peyvên mîna "nîn, tine, çine, çune, ti, çu, hîç" pêşkêş kirin lê ti ji van ne hejmar e. Ti ji wan nehate qebûlkirin û piraniya reha û mitleq ya kurdan -wek piraniya dinyayê- li ser peyva "sifir, sifr" ya bi eslê xwe erebî berdewam in û dê berdewam bin.
Li aliyekî din, vê dawiyê navê hejmarên mezin wek "milyon, milyar, trilyon…" ji zimanên ewropî hatine nav zimanên Rojhilata Navîn û Hindistanê jî. Bi gotineke din, van hemû medeniyetan hem rola wergirtinê û hem jî ya diyarîkirinê di navên hejmaran de hebûye.
_______
Çavkanî: Kanîzar, Kovara zimanê kurdî, Hejmar 8, 10-11/2016, r. 51-52