Hejmara 108. ya Kovara Nûbiharê Derket
Hejmara 108. ya Kovara Nûbiharê Derket
Hejmara 108. ya Kovara Nûbiharê Derket
Kovara Nûbiharê bi hejmara xwe ya 108an derket pêşberî xwendevanên kurd.
Wekî ku tê zanîn Nûbihar, sêmehaneya çandî, hunerî û edebî ye. Lê carina, nivîsên ku balê dikşînin ser rewşa welat û nirxandinên li ser rojevê jî di kovarê de cih digirin.
Di vê hejmarê de jî dabaşa nivîsa pêşî ya ku ji hêla Edîtor Süleyman Çevik ve hatiye nivîsandin pêvajoya nû ye.
Süleyman Çevik, di nivîsa xwe ya bi navê “ Daxwaza me hatina ‘edaletê ye” de balê dikşîne ser kiryarên sazûmana fermî û bûyerên dawî şîrove dike…
Nivîsa piştî Süleyman Çevik ya Zilkîf Xweşhêvî ye.
Zilkîf Xweşhêvî jî di nivîsa xwe ya bi navê “ Mewlana Xalidê Şarezorî.” de li ser jiyan, zanîn, serborî û hin menqîbeyên wî radiweste di derheqê wî de agahiyên pir girîng dide.
Îbrahîm Kendalî bi nivîsa xwe ya “ Ziman û Felsefe: Felsefeya Ziman.” de, li ser felsefeya zimanê kurdî û bikaranîna kurdî di felsefe û zanistê de şîroveyên ronîker û fêdedar dike.
Ali Karadeniz di nivîsa xwe ya bi navê “ Di fahmnekirinê de, para qelemê û xwendevan.” de, li ser mijare aktuel rawestiyaye û sedemên fêhmnekirina kurdî bi berfirehî şîrove dike.
Abdurrahman Cûdî, di berdawamiya nivîsa xwe ya di derbarê Mala Zêbariyan û Basreta paytexta Neqşebendiyan de, lêkolîna xwe ya li ser vê malbata dîrokî didomîne.
Mûrad Celalî, bi nivîsa xwe ya bi sernivîsa “ Bandora dîn û têkiliya me ya pê re.” de, balê dikşîne ser têkiliya xelkê kurd ya bi dîn re û helwesta wan ya di derbarê emr û fermanên Xwedê.
Nivîsên din ev in: Derketina gotinên pêşiyan/ Seyda Ronahî, Di dîroka îslamê de felsefe û kelam/ Abdulkadîr Gök, Çirûska yekemîn/ Bedîuzzeman Seîd Nûrsî ( Werger: Mele Mihemed Delal) Ji ‘ilmê Mentiqa medreseyên Kurdistanê çend istilah/ M.’Ebdusselam Şoraxî.
Di vê jimarê de du hevpeyvîn hene. Yek jê ya ku Mihemed Jiyan bi nivîskar û wêjevanê kurd Hesenê Metê re kiriye, ya din jî ya ku Selman Dilovan bi nivîskarê kitêba “Ez Kurdî Hîn Dibim” Abdullah İncekan re kiriye.
Di hevpeyvîna bi Hesenê Metê re hatiye kirin de ev îfada Metê derketiye pêş: “ Nivîskar, divê ji gotinên zimanê biyanî netirsin.”
Abdullah İncekan, armanca nivîsandina kitêba xwe wiha aniye ziman: “ Min xwest ez tiştekî bikim ku pê însan nêzîkî kurdî bibin.”
Receb Dildar bi “Dayikên li ser rêyan.”, Felat Dilgeş bi “ Du gotin bi kurdî.” Hesen Polat bi “Berfê qedexe bikin.” Azîz Samûr bi “Hesret.” û Rahmetullah Karakaya bi “Berdêl brîneke kûr e.” Çîroknûsên vê jimarê ne.
Wekî din jî Ayhan Geverî ji koleksiyona Basile Nikitin sê çîrokên bi devoka Hekariyê bi wergera ji îngilizî û transkrîba ji erebî ji bo xwendevanan amade kirine.
Paşa Amedî, Huseyn Şemrexî, Mihemed Jiyan, M. Raûf Çîçek, Mucteba Baravî, Zafer Berdestî, Hatîce Mollakendî bi ceribandin û pexşanên xwe; Îmamê Şafiî, Bager, Sidîq Gorîcan, Sîpanî, Mewlana Celaleddînê Rûmî, Muhemmed Zahir, Azad Rêbiwar, Bargiran Şanaz, Mihemed Jiyan, ‘Ebdusselam Şoraxî, Yûsiv Biyanî, Dilazad ART, Bedel Boselî, Mamosteyê Şêxî, Mele Îmadeddîn Gurdilî, Dilşad Mûtî, Sertaç Rindalî, Baran Çaçan, Xezal Meral Dêrikî bi helbestên xwe, Şêx Ferîduddîn ‘Etar, ‘Ebdullahê Ensarî û Ayhan Geverî bi mersiye û munacatên xwe di vê jimarê de cih digirin.
Di vê jimarê de du kitêbên kurdî hatine nirxandin.
Ömer Uluçay kitêba bi nav Toqa Lanetê ya Aram Gernas û Lokman Polat jî kitêba bi nav Zêna ya Mezher Bozan nirxandine û şîroveyên dirêj li ser kirine.
Beşa ku di jimarên berê de wekî Zarokname dihate bi kar anîn, di vê jimarê de bûye Nûbihara Biçûkan. Nûbihara Biçûkan dîsa ji hêla Rojbîn Özkan ve hatiye amadekirin û çîrokeke Zelal Hawar jî tê de cih girtiye.
Ji bo Têkilîyê:
Telefon 0212 519 00 09