Hejmara 111. ya Nûbiharê derket
Nûbihara ku hîjde sal e weşana xwe ya xerû kurdî didomîne û di dîroka çand û edebiyata kurdan de xwedîyê cihekî taybet e, bi hejmara xwe ya 111. derket pêşberî xwendevanên xwe.
Naveroka vê hejmarê ji nivîs û vekolînên curbecur yên li ser edebiyat, huner, ziman, dîrok û zanistê pêk tê.
Gerînendeyê kovarê Silêman Çevik bi nivîsa xwe ya bi navê “Di meha Gulanê de Nûbihar” çalakiyên ku di wê mehê de ji aliyê Nûbiharê ve hatine kirin vedibêje û encamên ku ji wan çalakiyan derketine dinirxîne.
Di nivîsa Remezan Pertev ya bi sernavê “Testên jîrayî û exlaqê pîşeyiyê” hatiye nivîsandin de pedagojiya zarokan tê dabaşkirin. Pertev, di analîza xwe de balê dikşîne ser neehlîbûna wezîfedarên komarê yên di vê qadê de û encamên ku zarokên kurd pêrgî dibin vedibêje.
Nivîsa bi sernavê “Bi esmannasiyê eşq û evîna Melayê Cizîrî ya tesewwifî” ya Abdulkadir Gök e.
Bamed Serdar jî bi “Hermenotîk, xebatên li ser Melayê Cizîrî û bersivek” ê têgeha ‘Hermenotîk’ê digre dest û têkiliya hermenotîkê ya bi xebatên li ser Melayê Cizîrî têne kirin îzah dike.
Mûrad Celalî bi gotara xwe ya bi sernivîsa “Bîd’et û mewlid”ê deriyê nîqaşeke nû li ber meraqdarên vê mijarê vedike. Celalî, di gotara xwe de li ser me’na bîd’etê, fêhmên wê yên li gorî kesan û deman sekiniye û wekî encamekî vê bîd’etê, tarîxa destpêka mewlidê, qonaxên ku tê re derbas bûye û serboriyên wê yên hetan îro tehlîl dike.
Gotara Ednan Ferat Bayar “Teoriya hereketa gewherî ya Melka Sadra” felsefeya Mela Sadra ya li ser heyinê tehlîl dike û nêrînên wî yên li ser hereketa cewherê vedibêje.
“Ji Wida heta Mela Muhemmed Gulnarê Miksî, pêwendiya helbestvan û mîrên Miksê” mijara nivîsara Sînan Hakanî ye.
“Ummeta Weset û kurd” dabaşa tehlîlên Yavuz Delalî ye. Delal, di vê gotara xwe de modela ku Pêxember ji bo mirovahiyê pêşniyar kiriye û rewşa ku îro tê jiyandin dide berhev û nakokiya di navbera sunnetullahê û helwestên pergalên cîran li ber çavan radixîne.
Hevpeyvîna vê hejmarê bi derhênerê filmê kurdî yê bi navê “Min Dît” Mîraz Bêzar re hatiye kirin. Hevpeyvîna ku ji aliyê Ehmed Akin ve hatiye kirin agahiyên gelekî hêja bi taybetî li ser sînemayê û gelemperî li ser hunerê kurdî dide xwendevanan.
Herwiha ji hêla Bahaeddîn Cibilgiravî nirxandinek jî li ser film hatiye kirin û naveroka film tê de dûvdirêj hatiye qalkirin.
“Jiyana Mela ‘Ebdullahê Firfêlî” ku ‘alimekî hêja ye û li Kurdistanê gelekî tête naskirin, ji alî Abbulbakî Denîz ve hatiye nivîsandin.
M. Nezîr Basneyî jî bi nivîsa xwe li ser 8ê adarê, roja jinên kedkar û di îslamê de mafê jinan girtiye rojeva xwe.
Ji xeynî van:
Mihemed Jiyan, Huseyn Şemrexî, Ahmet Gemi, Kamran Simo Hedilî, Bavê Xecê, Hatîce Mollakendî, Hesen Polat û Celal Al Ehmed bi ceribandin û çîrokên xwe.
Felat Dilgeş, Perwîz Cîhanî, Mewlana Celaleddînê Rûmî, Rojen Barnas, Şêx Galib, Cankurd, M. Emin Bozarslan, Janda Serfiraz, Mela Mehmûdê Qultikî, Îskenderê Belwanî, W. K. Merdimîn, Sidîq Gorîcan, Hasan Huseyin Çevik, Marîn, Dilazad ART, Şêx Mehmûdê Hefîd, Kenanê Nado, Raîfê Bêçare, Sîpanî, Bargiran Şanaz, Seyda Ronahî, Mesud Serfiraz, Mehmed Emîn Axwelat, M. Zahir Ertekin û Seydayê Cirnê Reş jî bi helbestên xwe beşdarî li vê hejmarê kirine.
Nûbihara biçûkan jî wekî her car naveroka kovarê dixemilîne û dergehê wê li rayedarên siberojê vedike…
Navnîşan: Büyükreşitpaşa Cad. Yümni İş Merkezi.
No: 22/29. Tel: 0212 519 00 09 nubihar@gmail.com www.nubihar.com