Kerê Hezretê Nalî
Edebîyata soranî ya nivîskî bi helbestên hozanê navdar Nalî (1797-1855) dest pê dibe. Yanî Nalî yekemîn kes e ku bi zaravê soranî helbest vehûnaye. Navê wî Xidir e, kurrê Ehmedê Şaweysê Elî Begê Mikayîl e.
Nalî sala 1797ê zayînî di gundê Xakûxolê ku gundeke li deşta Şarezorê da ji dayik bûye. Wekî hemû kesên serdema xwe xwendin û nivîsînê li medreseyên Kurdistanê dest pê dike. Li medreseyan ziman û edeba erebî fêr dibe. Midetekê jî li bajarê Senendecê (Sineyê) da dimîne û li wir jî bi edeb û zimanê farisî ra nasyar dibe.
Nalî hevdemê hozana kurd Mestûre Xanima Erdelanî ye û li bajarê Sineyê ew dîtiye û helbesteke dûr û dirêj lê zengîn û rengîn li dijî wê nivîsîye. Nalî li dû ra ji Sineyê dizivire Silêmanîyê. Nalî li dirêjaya jîyana xwe da, gelek derdeserî û awaretî dîtiye. Çûye Şam û Hicazê û çûye zîyareta hecê, li dû ra diçe Îstanbulê û li sala 1855an li Îstanbulê wefat dike, gorra wî ya pîroz niha li Îstanbulê, li goristan Sultan Eyûb e.
Dîwana Nalî ku ji zêdeyî 140 xezel û qesîdeyan pêk tê, ta niha çendîn caran li Silêmanî û Ûrmîyê bi şirove û pêşgotinên Mela Ebulkerîmê Muderris, Muhemedê Mela Kerîm, Fatihê Ebdulkerîm û Mamosta Hêmin Mukirîyanî hatiye weşandin. Taybetmendîya dîwana Nalî ne tenê ew e ku yekemîn dîwana zaravê soranî ye, belkî taybetmendîya wê ew e ku, yek ji zengîntirîn û rengîntirîn dîwanên kilasîkên kurdî ye, ku mişte ji cuwankarîyên toreyî (bedî‘ û belaxet). Li seranserî dîwana wî da hîç malikek ji helbestên wî bê cuwankarîyên toreyî tune ye. Zanîn û agadarîya wî ji zimanên kurdî, farisî, turkî û erebî wa lê kiriye, ku dîwana wî mişt e ji peyv û biwêjên zor giran ê toreyî û cuwankarîyên bedew û bêwêne û dîwana wî bûye deriyayek ji biwêj û cuwankarîyan, ku karê her kesî nîne bê melevanîya toreyî ji nav wê deryaya bê ser û bin derkeve.
Helbestên wî hemû jî zengîn in. Lê li nav dîwana wî da, du helbestên wî ketine ser zaran. Yek helbesta ku li dijî Mestûre Xanima Erdelanî nivîsîye, ya dî jî helbesta ku li ser kerê xwe nivîsîye, li nav kurdan da deng vedane. Mamosta Hêmin Mukirîyanî dema ku li weşangeha Sellahedînê Eyûbî li Ûrmîyê, li ser dîwana Nalî dixebitî, digot xwezî kerekî min jî wekî kerê Nalî hebûya. Mebesta wî jî ew bû ku hem helbesteke wisa xweş binivîsîya hem jî hema kerekî wî wisan şairane hebûya. Ev helbesta wisa bi nav û bang e, ku Partîya Keran ya Kurdistanê ew li jêr sembola partîya xwe ku peykerê kerekî ye, nivîsîne.
Ezê li vir helbesta kerê Hezretê Nalî bi soranî binivîsim û li dû ra peyvên wê yên giran şrove bikim, hêvîdar im ku ev helbest bibe dergehekê ji bo kesên ku dixwazin dîwana Nalî bixwînin.
Hey kerêkim bû çu peyker teykerî hewraz û lêj
Sîne pan û mûçe kurt û şane berz û giwêy dirêj
Binzik û cebhet sipî, kilk û ser û damen siya
Yeketaz û sêbirr û dûbad û şeşdang û dirêj
Kelle wek cerrey şerrabî pirr nîşat û terrdemax
Şêrî nerr, ahûyî berr, gurgî sefer, qemçîneçêj
Mil ‘elem, şîrînqelem, ahûşikem, meymûnqedem
Simxirr û kilkêstirr û menzilbirr û areqnerrêj
Zerq û zerraqî wekû xakister, emma bêxubar
Berq û berraqî wekû pîroze, lakin bêkirrêj
Sim wekû yeşm û le peşm û tûkî pê da sernigûn
Çaw wekû bîcade ya dû şewçiraxî şuilerêj
Giwêdirêjê bar û kurtanberz û palanîbezîn
Çust û wuryatir le giwêkurtanî palanî û gêj
Qaniî babî reza, razî be pûş û dirrk û dal
Salikî sebr û tehemmul, burdebar û hîçnebêj
Aqilê bû nawî kerb û, qatiî rêgey sefer
Xoşsilûktir bû le sed wêldaşî herze û gêj û wêj
Saimuddehrî be roj, emma berojûy bênîyyet
Qaimulleylî silûk, emma silûkî bêniwêj
Çende pêm xoş bû zubanî halî deygut “Nalîya”
Her dû heywanîn, eto gwêkurt û eminîş giwêdirêj
________
FERHENGEK
ahû: xezal
ahûşikem: zikxezal, navtengzirav
areqnerrêj: xwêdanerrêj, kes yan heywanê ku di karê giran da xwêdan nade û zû naweste.
bab: derge
bêkirrêj: bêqirêj, paqij
berojû: birojî, rojîgir
berr: çol, bîyaban
berraq: çilvilok, birqonek
berz: bilind
bêxubar: bêgemar, bêtoz
bîcade: karîbar, yaqût
burdebar: berbihêr, barbir, mutehemil
cebhet: enî, nav çavan
çust: çabûk, çalak, jêhatî
damen: dehmen, daw
deygut: digot
dûbad: tund û bi lez,
'elem: perçem, ala, beyraq
eminîş: ez jî
eto: tu
giwêdirêj: guhdirêj
giwêkurtan: yên guhkurt, mebest jê mirov e
gwêkurt: guhkur, guhkin
herze: tolaz û serserî
kerêkim: kerekî min
kilk: dêl, dûvik, dûlik, boç, qemç
kilkêstirr: dêlhêstir, dûlikhêstir
kurtanberz: kurtanbilind, hesp û hêstir
lakin: lê, lêbelê, emma
le: li, ji
lêj: serberjêr
menzilbirr: rêpîv, kes yan heywanê ku di rê da zû biçe
meymûnqedem: pîrozqedem, pêpalpîro, gavsivik
mil: uskur, stû
mil’elem: gerden wekî alayekê bilind
mûçe: pêpik
Nalîya: ey Nalî
nerr: nêr
nîşat: xweşî, neşet, keyf
palanî: hespê bi palan
palanîbezîn: hespşikên
peşm: hirî, tûk, pûrt
peyker: heykel
qaimulleylî: kesê ku şev ranazên
qemçîneçêj: qamçînexwur, hesp yan dusimên ku beza ne û nahêlin qamçî li wan keve.
saimuddehr: kesê ku tim rojî be
salik: rehrewê rêka terîqetê, sofî, arif
sêbirr: sêsalî
sernigûn: sernixûn, serberjêrbûyî
silûk: rêka terîqetê, rê û rêbazên terîqetê
sîne: sing
siya: sîyah, reş
şane: navmil
şeşdang: bitew, kamil, bêkêmasî
şîrînqelem: qelemên nigan yên xweşik, Nalî çîpên kerê xwe şibandiye qelemên xweşik û cuwan
şuilerêj: alavrêj, agirreşîn
terrdemax: bihal, demsaz, keyfxoş
teyker: pîver, rêpîver, çûnxoş
wêldaş: yoldaş, heval
wurya: wirya, hişyar, haydar
xakister: xwelî, argûn
xoş: xweş
yeketaz: yekbez, kes yan heywanê ku kes di bezê da pê ra nagîje
yeşm: kevirekî giranbuha ye
zerq: hêşîn, kew
zuban: ziman