KESÊN NEMIR
"Ga dimre, çerm dimine. Mêr dimre, nav dimine."
Beguman dema ku mêr an çi mirov be, di jiyana xwe de tiştekî hêja bike, wê navê wî bi wî karî ve be girêdan.
Gelek kesên hêja hebûn ku di jiyana xwe de pir westiyane, dijwarî û talî jiyana wan vegertibû. Lê dîsa jî ev kesana di cihê xwe de nerawestan, jiyana xwe ne wek kesên normal berdewam kirin, lê bi daneke pir hêja û giranbuha xwe bi ci kirin. Ji ber vî awayî navê van kesan jî di mejiyê her mirovi de ma.
Di pêla dawî de, çend kesên birêz di nav me kurdan de rûçikê zeviyê winda kirin, mîna: Haciyê Cindî, Hejar û Palo, lê windabûna cendekê wan ne mana xwe windabûna dengê wan, navê wan, berhemên wan, rêza wan ûhd.
Ev kesana mirovên nemir in, mirovên bi dana xweyî bêsînor hiştine ku heta hetayê navê wan li ser zimanê gelê kurd bileyzin û berhemên wan ji şagirten pêşerojê re bibin çira. Birastî em çiqasî ser van kesan bêjin hindik e, lê ji ber ku mirina seydaye Palo ne ji mêj ve bû, daxwza me heye ku em hinekî li ser jiyana wi rawestin.
Mele Ehmedê Palo (1920-1991)
Di 9ê gulana sala 1991ê de, di nava rojê de dile helbestvanê nemir Mele Ehmede Palo rawestiya û ruhê wî ji laşê wî veqetiya, bi mirina wî re pelek din ji rûpelên helbestên kurdî yên klasîk weşiya. Jiyana seydayê Palo mixabin ne gelekî belû ye, û ji gelek kesan ve jî ne xuya ye, ji ber vê yekê hin jî bi Palo nebihîstine.
Jiyana wî bi kurti eve: Di sala 1920an de li gundê Sêraçûrê yê Kurdistana bakur ji dayka xwe bûye, piştî sê salan ji zayîna wî, bavê wî çû cenga kufaran û di cengê de mir. Pişt re ap û bapîrê wî ew dûrî diya wî xistin, bi vê dûrxistinê Palo gelekî perîşanî û xizanî dît. Dawî Palo hate Amudê, tibabekî li wir ma, bi dû ve çû bajarê Qamişlo, ji Qamişlo jî diçe gundekî bi navê Wêsîkê, li wir dibe şivan.
Di sala 1937an de, berê xwe dide xwendina dînî û di ber xwendina xwe re hînî zimanê farisî jî dibe. Zanîna Palo bi sê zimanan hebû: erebî, farisî û tirkî digel çend zaravayên kurdî (kurmancî, zazî). Di wan deman de, Palo guh dide helbest û wejeya kurdî, di sala 1948an de dest bi nivisandina helbestan kiriye, derd û êşa miletê xwe daye xuyakirin, rewş û pesnê welatê xwe daye. Helbestên Palo klasik in, awayê wan bi alî kêş û sazê ve xurt in, lê ewî ji hemî klasikan peyvên biyanî xistine nav helbestên xwe de.
Berhemên Palo:
- Dora heft dîwanên Mele Ehmedê Palo hene, li hêviya destên paqij in ku rahêjinê û çap bikin.
- Çend dersên rêzimanî jî hene.
- Ferhengek Kurdî-Turkî heye.
- Destanek ji deh hezar (10.000) malik ava kiriye bi nave "Civîna Nemira". Ev destan mîna, Komedyaya Îlahî ya Dante, Rîsalet el-Xufran a Mearî ye.
Wek ku hate zanîn, berhemên Palo pir in, bi pirbûna wan serê me bilind dibe û bi rastgotin em karin bêjin, Palo tu car namire û wê bimîne navek ji kesên nemir.
Helbesteke Mele Ehmedê Palo:
BILBILÊ XEMGÎN Û WELATÊ ZÊRÎN
Carekê hatî gumanim hilkişîme ser çiyan
Ronî da roja cîhanê jê dibînim her ciyan
Ku cihek ava û şîn e; rind û şêrîn û delal
Reng-reng têde civîne nifşê daran û gulan
Tev şikeft û kort û çal in; hêrik û lat û zinar
Cok û cobar û newal in; berqef û ser kaniyan
Nêrgiz û reyhan û mêrg in, deşt û zozan û gelî
Dezgehê şêr û piling in, cîgehê hîn û jiyan
Gol û derya têne dorê, rengê qezwîn û siya
Kaniyan da der ji torê colê berxan û miyan
Tê diçêrin ber bi banî hêdî-hêdî kom bi kom
Ku ji ber dengê şivanî mane ser av û çeman
Ez dibînim tê xuyane gewher û zêr û dirav
Rewşen û ronî di nava ser kelat û ser deran
Giv-givê bayê sibê ye, raserî çiyayên bilind
Xuş-xuşa zad û giyaya, me’me’a berx û miyan
Qirçeqirçê qirş û qala, bin piyê şêr û beran
Zim-zima dengê newala, lim-lima avê çeman
Tip-tipa sêv û hinaran, teq-teqa berq û birûsk
Dingedinga lat û xaran, gum-guma topê giran
Çik-pika belk û pelan e; pir-pira têr û tilûr
Gim-gima xap û deran e, xur-xura dar û beran
Çingeçinga şûr û dasan, zingezinga hesinan
Qij-qija çûk û çivîkan, xum-xuma şîp û geran
Bax û bistanek bijare ser çemê ava Murad
Gulşenek têde diyar e; gul sitêrê asîman
Tu dibê termê mexîl e, ser serî ronî dida
Têne dewrê lîlelîle ya girêka sêwiyan
Lal û yaqût, durr û gewher, perçe-perçe bûne kom
Tê xuyane jîn û tevger nîne wek wî der cîhan
Bilbilek têde dixwîne ser serê şax û gulan
Xem civîn û dil birîn e, her dike ah û fîxan
Carecare tête ser de, dil kul û jar û melûl
Fir dida xwe pel di dev de tête dora xaniyan
Ronî û rewş û çiraya xwe bi niftê pêdixe
Doz û daxwaz û divaye xwe dike nav û nîşan
Min digo bo çi dinalî, bilbilê jar û pepûk
Ser cihê rind û delalî çir dikêşî derd û jan?
Gotî, para min bijare dijminan winda kirî
Jîr û serbaz û şiyare, bax û kar û niştiman
Min divê ku heyf û tola xwe bi vî zarê derî
Der newal û deşt û çola, der kelat û Serhedan
Her ji dijmin zû hilînin da nemînin derd û kul
Rengê şêra xwe bigînim dehl û dar û kaniyan
Ya bidim ser şop û rêça ku diçî baxê buhişt
Çêbikim dewran û pêça zana rêkim berheman
Rêzika pendan û şîret kar û tevdîra min e
Nameya namûs û xîret bo min e zar û ziman
Ev ne taxman û guman in, miletê dîl û nezan
Ê di vê rê de xuyan e, ew diçin baxê cînan
Min dizanî ev birastî yek ji tayê bawerî
Ya bi ceng û ya bi aştî xwe dibînim sermiyan
Pişk û para nozde milyonan eger çi tê heye
Ne guman û ne bi xewna pir di xama xwendevan
Xwende, ev dîlî ne ar e, tu dibînî ev zeman?
Miletê te tar û mar e, maye bin dar û piyan
Deftera xwe tu hilîne têxî taq û pencerê
Zadê bê cî tim biçînî hilgirî barê dizan
Ser di ber de, istûxwar î, rengê pîrê ser gulok
Bê hiş û tevdîr û kor î, dost û yarê xergelan
Mêze çir nakî cihanê, ku hemî ser xwe dibûn
Tu tenî may û dixanê mayî ver xaçê riyan.
————————
Not: En nivîs cara pêşî di sala 1991an de piştî mirina helbestvanê nemir Mele Ehmedê Palo di hejmara 1. ya kovara Zanîn de weşîyaye. Niha jî, bi munasebeta 24 salîya wefata helbestvan û zanayê nemir Mele Ehmedê Palo, di hejmara 37. ya kovara înternetî Pênûsa Nû (Gulan 2015, r. 8-9) de weşîyaye. Min ji alîyê rastnivîsê redakte kir û li vir weşand. (Roşan Lezgîn)