zazaki.net
23 Teşrîne 2024 Şeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
21 Kanûne 2012 Îne 00:59

Li Dêrsim û Çewlîgê Nîqaşên Zazakî

Xeber: Maşalah Dekak

Amed (Rûdaw) – Midûrê Enstîtuya Zimanên Dijîn a Zanîngeha Çewlîgê Nusrettîn Bolellî, got zaza û kurmanc ji hev fêm nakin, ji ber vê yekê zazakî zimanekî din e û tu eleqeya wê bi kurdî tune ye. Nivîskar Roşan Lezgîn jî akademîsyenên Çewlîgê bi nezanîna ziman tewanbar kir û got li ser Zanîngeha Çewlîgê “zaza û kurmanc” weke polîtîkayeke dewletê ji hev têne dûrxistin.

Ev demeke dirêj e hin derdor li ser xeta Çewlîg-Dêrsimê zazakî weke zimanekî din derdixin pêş û dibêjin tu eleqeya zazakî bi kurmancî tune ye û zazakî ne şêwezara kurdî ye. Herî dawî Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê Omer Dînçer, zazakî weke zimanekî cuda bi nav kir û got ew ê sala din di dibistanan de zazakî weke zimanekî din hîn bikin. Vê axaftinê nîqaşa li ser zazakî gurtir kir. Her du aliyan jî li ser vê mijarê nêrînên xwe ji rojnameya me re parve kirin.

‘Dixwazin di nava kurdan de kaosa nasnameyê derxin’

Aktîvîstê Grûba Xebate ya Vateyî û Nivîskar Roşan Lezgîn, got dewlet dixwaze di bin banê Zanîngeha Çewlîgê de zaza û kurmancan ji hev cuda bike û di nav kurdan de kaosa nasnameya neteweyî derxe û ji Rûdawê re wiha axivî: “Dixwazin travmayeke nasnameyê derxin. Di sala 1930’î de raporên Îsmet Înonu hene. Dibêje em ê di nava xeta Dêrsim, Meletî, Xarpêt, Çewlîg, Mûşê heta bigihije Bidlîsê de şûrekî di nava dilê Kurdistanê de bikişînin û miletê kurd ji hev bikin.” Lezgîn, angaşt tu eleqeya akademîsyenên Zanîngeha Çewlîgê bi ziman re tune ye û nêrîna xwe wiha vegot: “Ew akademîsyenên ku di Zanîngeha Çewlîgê de dixebitin, çi eleqeya wan bi ziman heye? Wan akademîsyenên Çewlîgê heta niha çend pirtûkên gramerê nivîsandine? Li ser ziman çi xebata wan heye? Ev meseleyeke siyasî ye. Kurd divê bi temamî li ser hesas bin, reaksiyona xwe nîşan bidin.”

‘Çima parlamenterên BDP’ê deng dernaxin?’

Lezgîn, bal kişand ku digel di nava BDP’ê de 7 parlamenterên ku zazakî dizanin hene jî lê wan parlamenteran heta niha derbarê vê polîtîkayê de deng dernexistine. Lezgîn, destnîşan kir ku di nava 15 salên dawî de kurmancan şêwezarê xwe weke kurdî bi nav kir û wiha berdewam kir: “Li vir xeletiyeke mezin a kurmancan heye. Di termonolojiyê de, di nûçeyan de, civakê de, sohbetê de dema tu dibêjî kurdî û qesta te kurmancî be, wê çaxê zazayên kurd dibêjin ‘Wî qey ez ne kurd im?’. Ev dibe weke zemîn û dikeve serê milet. Ev polîtîkayeke perçekirina kurdan e.”

‘Me ji 100 kurdan pirsî 15 peyvên zazakî nezanîn’

Midûrê Enstîtuya Zimanên Dijîn a Zanîngeha Çewlîgê Nusrettîn Bolellî jî bi tundî li dijî gotinên Roşan Lezgîn nerazîbûn nîşan da. Bolelî, berevajî Grûba Xebate ya Vateyî got tu eleqeya zazakî bi kurmancî tune ye û her yek zimanekî cuda ye. Bolellî, diyar kir zazazî ne şêwezareke kurdî ye û ev tişt gotin: “Ez bi xwe kurdî baş dizanim. Hevjîna min zaza ye. Di zazakî de li pey hemû peyvan nêrbûn û mêbûn heye. Lê ev taybetî di kurdî de tune ye. Di zazakî de dibêjin ‘Sima senîn?’. Di kurdî de dibêjin ‘Tu çawa dikî?’ Ma ev herdu tişt eynî ne? Gelek peyv û gotinên cuda hene. Em li ser zazakî sempozyûman çêdikin. Di sempozyûma duyemîn de mamosteyekî me yê ji Çewlîgê hebû. Wî 10-15 peyvên zazakî anî û ji 100 kesî wateya van a kurdî pirsî. Lê tu kesî ji van peyvan fêm nekir û nekarîn bersiv bidin. Heke ev her du ziman nêzî hev bûna, dê çend peyvan fêm bikirana. Li gorî baweriya Zanîngeha Çewlîgê zazakî zimanekî cuda ye.”

Bolellî, Grûba Xebate ya Vateyî bi PKK’îbûn û çepgiriyê sûcdar kir û wiha berdewam kir: “Em ne dewletparêz in. Em bêalî ne, serbixwe ne.” Bolellî, pirtûka ku Zanîngeha Artukluyê ji bo dersa bijarte ya kurdî derxistibû jî rexne kir û got beşa wê pirtûkê ya zazakî bi temamî xelet hatiye nivîsandin.”

manset.20121221010041..jpg

Na xebere 3336 rey wanîyaya
ŞÎROVEYÎ
Beramberkirina du zaravayan!
Ji N. Bollelî re!
Ew her du mînakên ku N. Bollelî dane, jixwe tu eleqeya wan bi hev ve tune ye!
Mînaka zazakî şaş nivîsîye. Rastê wê wisa ye: “Şima senîn î?” Yanî “Hûn çawan in?”
Ev peyva “çawa” ya kurmancî jî di eslê xwe de ji koka “çi hawa” çêbuye. Di zazakî de jî eynen “çi hawa” yan jî “çawa” tê gotin”.
Peyva “senî” (bi tirkî: nasıl) peyveke xwerrû kurdî ye.
Lêbelê Bollelî jî hingê bi çend zazacîyên ku her tiştî berevajî dikin re maye, êdî wekî wan ziman serqûn dike nîşan dide.
“Şima senîn î?” ya zazakî di kurmancî de dibe “Hûn çawan in?”
“Tu çi dikî?” ya kurmancî jî di zazakî de dibe “Ti çi kenî?”
Bi vî nawayî her du lehçeyan berevajî dikin û dibêjin ev du zimanên cihê ne!
De werin safî bikin…
21 Kanûne 2012 Îne 01:20