Navendeke Edebîyata Kurdî: MUKS
Miks bi erdnîgarîya xwe ya xweş û taybet ve zemanekî dûr û dirêj e ku bala însanan kişandiye û heta niha jî dikişîne. Ev çiyayên bilind, şaxên ku digihêjin ewran, wek keleheka muhkem derdora bajarê Miksê girtine û sedan sal e li dijî neyaran gelê vê deverê diparêzin.
Miks bi navê tirkî “Bahçesaray”, îro navenda qezayê ye û girêdayî wîlayeta Wanê ye. Şemsedîn Samî dibêje ku Miks 99 km ji Wanê dûr e û devereke çiyayî ye. Li alîyê bakur bi Kawaşê (Westan), li alîyê başur bi wîlayeta Hekarîyê (Colemêrg), li alîyê rojhilat bi qezaya Çataxê (Şax), li alîyê rojava bi wîlayeta Bilîsê re sînordar e.[1] Miks devera herî bilind a Wanê ye, ji 3 nehîye û 63 gundan pêk hatiye.[2]
Şerefxan Bitlisî di Şerefnameyê de behsa Miksê dike û dibêje mîrê ewil ê Miksê Abdal Xan e. Şerefxan dîsa dibêje ev du kurên Abdal Xan hebûne û navê wan Ehmed Beg û Hesen Beg bûye. Piştî mirina Abdal Xanî, Ehmed Beg bûye mîrê Miksê û Siltan Silêmanê padişahê dewleta Usmanî jî mîrektîya Ehmed Begî qebûl kiriye û jê re fermanek jî şandiye.[3] Di sedsala 16 û 17. de Miks wek lîwayekê girêdayî Wanê di çavkanîyan de derbas dibe.[4] Li alîyê tarîxî û siyasî ve di sedsala 18 û 19. de bi sedema karên mîrên Miksê yên siyasî û eskerî herêma Miksê bi rojeveke têr û tijî dema xwe borandiye.[5]
Ez dixwazim piştî vê danasînê û vê destpêka kurt ji ser herêma Miksê bêm ser mijara me ya sereke. Ev jî, di nav erdnîgarîya Kurdistanê ya berfireh de gelo Miks kengî û çawa bûye nevendeke girîng ji navendên edebîyata Kurdî. Ji bo ku em bikarin bersiva van pirsan bidin, divê em di nav tarîxa Miksê de bingehên perwerdeyê û medreseyên herî kevn bibînin. Digel dîtina wan, dîsa lazim e em bizanin gelo kê di van medreseyan de ders daye û li ser edebîyata kurdî kîjan berhemên kurdî hatine nivîsandin.
Di herêma Miksê de tekya herî kevn û navdar ya Mîr Hesenê Welî ye. Mîr Hesenê Welî ne tenê di Miksê de, di hemû deverên Gola Wanê de bi nav û deng e û menaqîbên wî di dîwanxaneyên gundan de bi devkî têne gotin. Lê mixabin li ser jiyan û berhemên Mîr Hesenê Welî tiştekî zanistî û wesîqeyeke nivîskî negihîştiye destê me. Feqî Huseyin Sağniç di derheqê Mîr Hesenê Welî de van agahiyan dide:
“Mîr Hesenê Welî yek ji wan mîrekan bû ku nêzikî 800 sal berî dema me, li çiyayê Axîrofê tekyayek ava kiribû û dixebitand. Bi vê tekyayê çûn û hatina Miks û Kawaşê ji bêewlewiyê derxistibû. Li rexê tekyaya xwe ji bo îbadeta misilmanan mizgeftek û ji bo îbadeta xiristiyanan jî dêrek ava kiribû. Medereseya wî ya li nava bajarê Miksê navdar bû. Ew avahiyên qenc ên Mîr Hesenê Welî heta salên 1960î jî xebata wan dewam kiriye.”[6]
Piştî Mîr Hesenê Welî di herêma Miksê de medrese û tekya Erwasîyan gelek bi nav û deng e. Berîya ku em behsa vê medresê bikin ez dixwazim bi çend hevokan behsa Erwasîyan û hatina wan a Miksê bikim.
Malbata Erwasîyan di sedsala 13. a miladî de piştî dagirkirina Bexdayê bi destê Hulagû, ji Bexdayê veqetiyane. Li gor zanyarîyên di destê me de, ev malbat hemî cih û warên xwe yên Bexdayê hiştine û 14 rebîulaxir 696 (10 çile 1297) de ber bi Mûsilê ve bi rê ketine. Demekê li Mûsilê mane û paşê çûne Reha û Bilîs û Is’irdê (Sêrt) û di van deveran de bi cih bûne. Di wê demê de mezinê malbata Erwasîyan Hecî Qasim Bexdadî bûye û Hecî Qasim beşeke ji malbata xwe li Şîrwanê bi cih kiriye.[7] Hecî Qasim Bexdadî bi neseba xwe digihîje Şêx Abdulqadirê Geylanî.
Kurê Hecî Qasim Bexdadî yê mezin Muhamed ku bi leqeba “Qutub” tê nasîn, bi fermana bavê xwe diçe devera Colemêrgê û Mîr Brahim Xan ziyaret dike. Piştî vê ziyaretê Brahim Xan keça xwe Fatima bi Muhamed Qutub re dizewicîne. Tê gotin ku Brahim Xan bi xwe di gel Muhamed Qutub tê Miksê û di gundê Erwasê de ji bo zavayê xwe Muhamed Qutubî di sala 740 (1399) medrese û tekye û mizgeftekê ava dike.[8]
Wesîqe 1 [9]
Muhamed Qutub di vê medresê de him muderisê ewil him jî wek şêxê terîqeta Qadirî yê ewil dest bi wezîfeyê dike û xelkê Miksê îrşad dike. Ev medrese bi navê Medresa Erwasî di nav Miksê û derdora Miksê de tê naskirin û bi sedan sal e bi vî navî xizmeta xwe didomîne. Medresa Erwasê ji aliyê edebîyata kurdî û belavkirina zanistên îslamî bi zimanê kurdî ve xizmetek mezin kiriye û roleke mezin lîstiye. Lewra muderisê ewil ê medresa Erwasê Muhamed Qutub, di warê tibê de bi zimanê kurdî kitêbek nivîsandiye. Navê kitêba wî Kitâbu’t-tib e. Tê gotin ku berhema pexşanê ya bi zimanê kurdî ya ewil ku hatiye nivîsandin ev berhem e. Di kitêba İkdu’l-Cuman de tê gotin ku ev berhem di gel kitêba Hawle’l-Edebi’l-Kurmancî ya Tehsîn Brahim Dûskî li Erbîlê di sala 2004 de hatiye çapkirin.[10]
Piştî destpêkirina xizmeta ilm û tesewifê Medresa Erwasê bûye navendeke giring a vê deverê. Sedan xwendekarên medresê li alîyekî dersên îslamî xwendine li aliyê din jî di qada tesewifê de hatine perwerdekirin. Xizmeta medresê ji sedsala 13. heta sedsala 19. bi vî şeklî dewam kiriye û gelek alim û mitesewifên bi nav û deng ji vê medresê îcazet standine.
Ez dixwazim behsa navên çend alim û mitesewifên navdar ên ji Medresa Erwasê xwendine, bikim.
Seyid Abdurehîm Erwasî (wefat: 1786)
Seyid Abdurehman Erwasî
Seyid Sibxetullah Erwasî (wefat: 1829)
Seyid Fehîm Erwasî (wefat:1895)
Bediuzzaman Seîdê Nursî jî di îcazetekê de behsa Seyid Fehîm Erwasî dike. Him Seîdê Nursî him jî seydayê wî yê Bazîdê Mele Muhemed Celalî bi riya îcazeta ilmî telebeyên Medresa Erwasê ne.
Li alîyekî din, Şêx Şefîq Erwasî ku ew jî li Miksê, li gundê Erwasê hatiyê dinyayê, di qada edebîyata kurdî de roleke erênî lîstiye. Lewra Şêx Şefîq di sala 1919 de wek sernivîskarê rojnameya Kurdistanê kar dikir.[11] Xizmeta Şêx Şefîq ne tenê serniviskarîya rojnameya Kurdistanê bû. Ji bo çapkirina klasikên edebî yên kurdî jî hewldana wî nayê jibîrkirin. Lewra Şêx Şefîq di navbera salên1338-1340ê Hîcrî de Dîwana Melayê Cizîrî di Çapxaneya Ewqafa Îslamîyye de daye çapkirin. Şêx Şefîq di despêka Dîwanê de di serbenda dawî de wiha dibêje:
“Vexta ku teb’ û neşirkirina vê Dîwanê min ji bo milletê xwe xizmet dizanî û ji bo xwe jî feyzeke me’newî hisab dikir, eger çî hal û zeman jî musait nebûn lakin bi’awn û inayeta Xwedayê Teala me dest teb’kirina wê kir. Miweffiqî heqîqî tewfîqa me bide li ser tambûna vê sair umûrê xeyrîye jî. Amîn. Bi câhê Seyyidi’l-murselîn. Et-Tabi’u’l-heqîr Muhammed Şefîq el-Erwasî el-Huseynî”[12]
Wesîqe 2
Bediuzzaman Seîdê Nursî ev îcazetname daye birayê xwe Abdulmecîd Nursî.[13]
Mele Xelîlê Sêrtî (wefat:1839) jî di Xoşebê (Güzelsu) li cem Seyid Abdulhadî Erwasî dersê Mentiqê xwendiye û piştî wî, çûye li cem Mele Hiseynê Xoşebî Şerhê Şemsîyye xwendiye.[14]
Di Miksê de ne tenê malbata Erwasîyan xizmeta edebîyata kurdî kirine. Bi rastî kesayetê herî mezin û bi nav û deng di Miksê de Feqîyê Teyran e. Lewra çavkanîyên ku behsa Miksê dikin bêguman behsa Feqîyê Teyran jî dikin û xizmeta wî ya girîng ji bo edebîyata kurdî tînîn zimên.[15]
Feqîyê Teyran li alîyê hemî kesên nivîskar û edebîyatnas û lêkolîner ve wek stêrkeke mezin di qada edebîyata kurdî de tê qebûlkirin. Miks ne tenê bi sedema hebûna Feqîyê Teyran bûye navendeke edebiyatê, bi rastî ev kesayetê herî giring di nav van alim û mitesewif û helbestvanên kurd ên ku bi nisbeta Miksî têne naskirin e.
Feqîyê Teyran nîva duyê ya sedsala şanzdehan û nîva ewil ya sedsala hevdeyan de bi zimanekî zelal û sade helbestên xwe gotine û di dilê kurdan de cih girtiye. Xalid Sadînî helbestên Feqîyê Teyran wiha teswîye dike:
“Feqîyê Teyran di gelek babetên jîyana mirovahîyê de helbest vehonandine. Nemaze di babetên dîrokî û jîyana civakî de helbest gotine. Wî di warê şîretên dînî, pesnê Yezdan û peyxamberê wî, tesewif, bawerî, wahdetil-wucûd, îbadetkirina ji bo Xwedê, têgehiştina Yezdanî de jî helbest nivîsine.
Ji van tiştan bêtir, Feqîyê Teyran hozanvanê evîn û evîndarîyê ye. Helbestên wî bi piranî li ser eşq û evînê ne. Li cem Feqîyê Teyran evîna mecazî û ya heqîqî yek in...”[16]
Li ser Feqîyê Teyran di van salên dawî de gelek tişt hatine gotin. Ez naxwazim gotara xwe bi jîyana wî û berhemên wî dirêj bikim. Lêbelê divê her kes baş bizane û baş têbigehêje ku navê Feqîyê Teyran û navê Miksê bûne yek û ji hev naqetin. Ez dixwazim niha gotinên xwe li ser Feqîyê Teyran bi çend şeşikên wî bi dawî binim.
Serdarê dilkulan im
Ji êş û jan û daxan
Ji terhê sunbulan im
Dixwinim lew di baxan
Aşiqê sorgulan im
Dê lê bigrim qişleyan
Feqî go bilbil taze
Tu bilbilek sewda yî
‘Işqa gulê mecaz e
Tu yarek bêwefa yî
Dostê ebed bixwaze
Da lê nebit fenayî
‘Işqa mecaz tu terk ke
Ew sir û dîn betal bûn
Tu yarekê heder ke
Li min bê ilm û xeyb bûn
Carek li wî nezer ke
Ebed heye her hebûn[17]
Di Miksê de kesayetekî din heye ku di warê edebiyatê de xwedî berhemeke navdar e. Ev kes Elî Teremoxî ye. Elî Teremoxî di gundê Teremoxê de hatiye dinyayê û ev gund girêdayî bajarê Miksê ye. Teremoxî di medreseyên Miksê û derdora Miksê de dixwîne û ji bo melatîyê hînî erebî û zanistên îslamî dibe. Piştî qedandina xwendina xwe tê gundê xwe û di medreseya gundê Teremoxê de dest bi seydatîyê dike.
Feqî Huseyin Sağniç behsa Elî Teremoxî dike û dibêje “…Tefsîra dibe ku ev tefsîr be kurmancî nivîsandiye û radestî xizmeta gel û medreseyên Kurdistanê kiriye. Piştî nivîsandina vê pirtûkê, qasekê xwendina medreseyên Kurdistanê hêsantir kir û rêja wan jî zêdetir ediland. Mele Elî Teremoxî, di medereseya gundê xwe de seydatî kiriye û îcazeta gelek feqîyan daye. Ji bo hêsanî xwendin û têgihiştina feqîyên Kurdistanê, lê xebitiye ku rêzimana erebî wergerîne zimanê kurdî…”[18]
Piştî Elî Teremoxî jî di Miksê de helbestvan gihiştine û bi zimanê kurdî helbestên xwe nivîsandine. Yek ji wan helbestvanan Axayokê Bêdarî ye. Axayok jî helbestvanekî mezin bûye. Gundê Bêdar di navbera gundê Bediuzzeman Seîdê Nursî û Miksê de ye. Ev helbestvan di sedsala 18. de jîyaye û di bin tesîra helbestên Feqîyê Teyran de maye.[19]
Yek ji wan helbestvanên navdar yên Miksê jî Weda’î ye. Mixabin li ser jîyana wî gelek melûmatên me tune ne. Belê behsa dîwana wî ya bi her du zimanên kurdî û farisî nivisandiye tê kirin. Wedâ’î di serdema Şêxî Beg û Mehmûd Begê Miksî de jîyaye û li ser Şêxî Beg qesîdeyek jî nivîsandiye.[20]
Mexlesa wî “Weda’î” ye. Ji hinek qesîdeyên wî tê zanin ku Wedâ’î pêncî sal zêdetir ‘umr borandiye û têkilîya wî bi terîqeta Neqşbendî re hebûye. Lewra navê şêxê wî Tahir yan Taha bûye.[21]
Encam
Miks bi ‘alim, nivîskar û rewşenbîrên xwe û bi medreseyên xwe ve di edebîyata klasîk a kurdî de ciyekî girîng digire. Çendî nivîskarên vê deverê di eynî demê de nejîyabin jî berhemên ku li dû xwe hiştine û bandora ku li ser nivîskar û şa’irên din kirine dide nîşan, di cîhana edebîyata kurdî de Miks navendeke mezin e, hêjayî pesn û rêzan e.
Me di vê nivîsa xwe de cî da yek ji navendên edebîyata kurdî, Miksê û me behsa zana û nivîskarên deverê yên naskirî û berhemdar kir. Dibe ku hin nivîskarên din ên nenas jî hene ku bi lêkolîn û xebatan ew jî dê bên naskirin.
Bîblîyografya
-Âmedî, Sadiq Bahaedîn, Hozanvânêd Kurd, Çapxaneyê Korê Zanyarê Îraq, Bexda, 1980
-Arvas, Nimetullah, “Arvas Medresesi ve Türkiye’deki Entelektüel Çevre Üzerindeki Etkisi (Seyyid Abdülhakim Arvâsî Örneği)”, Uluslararasi Medrese ve İlahiyat Kavşağında İslâmî İlimler Sempozyumu Bildirileri, (ed. İsmail Narin), Weşanên Zanîngeha Bingolê, Bingol, 2013
-Bexdadî, Heyder, Seyahatname, 750/1409 (Nusxeya destnivîs 33 rûpel e).
-Baz, İbrahim, Abdulhakim Arvasi'nin Hayat Eserleri ve Tasavvufi Anlayişi, Zanîngeha Enqerê, Entîtuya Zanistên Civakî, Teza Lîsansa Bilind, Enqere, 1996
-Bitlisî, Şerefxan, Şerefnâme fî târîxi’d-duwel we’l-imârâti’l-Kurdîyye, werg. Muhamed Ali Awnî, Dâru’z-Zaman, Dimaşq, 2006
-Cezerî, Şêx Ehmed, Dîwana Cezerî, (amadekar: Muhammed Şefîq el-Ervwasî el-Huseynî), Çapxaneya Ewqafa Îslamîyye, Stenbol 1338-1340
-Dêreşî, Seîd, Dîwana Feqîyê Teyran, Weşanxaneya Sipîrêz, Hewlêr, 2005
-Hakan, Sinan, Osmanli Arşiv Belgelerinde Kürtler ve Kürt Direnişleri, Weşanên Doz, Stenbol, 2011
- “19. Yüzyilin İlk Çeyreğinden Tanzimat’a Hakkari Bölgesi Sosyo-Siyasal Gelişmeleri ve Osmanli-İran Münasebetleri”, III. Uluslararası Vangölü Havzası Sempozyumu, (ed. Oktay Belli), Hakkari Valiliği İl Kültür ve Turizm Müdürlüğü Kültür Yayınlari, Enqere, 2008
-Karakaya, Necdet, Bir Dilci Olarak Molla Halil Es-Siirdî, Zaningeha Yüzüncü Yilê, Enstîtuya Zanistên Civakî, (Teza Lîsansa Bilind a Neçapkirî), Wan, 2006
-Kiliç, Orhan, XVI. ve XVII. Yüzyillarda Van, Veşanên Midurîyeta Karên Civakî û Çandî yên Şaredariya Wanê, Wan, 1997
-Mangaltepe, İsmail, Seyyahlarin Gözüyle Van (XIX. Yüzyil), Veşanên Kitabevi, Stenbol, 2009
-Özoğlu, Hakan, Osmanlı Devleti ve Kürt Milliyetçiliği, Weşanxaneya Kitap, Stenbol, 2005
-Sadinî, M. Xalid, Feqîyê Teyran, Weşanên Nûbihar, Stenbol, 2009
-Sağniç, Feqî Huseyin, Dîroka Wêjeya Kurdî, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Stenbol, 1992
-Sâmî, Şemseddin, Qamûsu’l-Elâm I-VI, Çapxaneya Mihran, Stenbol t.t.
-es-Selefî, ed-Dûskî, Hemdî Evdilmecîd, Tehsîn Brahim Mu’cemu’ş-şuarâi’l-Kurd, Dâru Sipîrêz, Duhok 2008
-es-Selefî, ed-Duskî, İkdu’l-Cumân fî terâcimi’l-‘ulemâi we’l-udebâi’l-Kurd we’l-mensûbîne ilâ Muduni ve Kurâ’l-Kurdistan I-III, Dâru’l-asâle we’t-turâs, Îmaretên Ereb ên Yekbûyî, 2008
-Xeznedar, Marûf, Mêjûyê Edebê Kurdî, Weşanên Aras, Hewlêr, 2010
XXXXXXXXXXXXXXXXXX
[1]Şemseddin Sâmî, Qâmûsu’l-E’lâm I-VI, Çapxaneya Mihran, Stenbol t.t., VI, 4369.
[2]İsmail Mangaltepe, Seyyahların Gözüyle Van(XIX. Yüzyıl), weşanên Kitabevi, Stenbol 2009, r. 101.
[3]Şerefxan Bitlisî, Şerefnâme fî târîxi’d-duwel we’l-imârâti’l-Kurdiyye, werg. Muhammed Ali Avnî, Dâru’z-zaman, Dimaşq, 2006, I, 221-222.
[4]Orhan Kılıç, XVI. ve XVII. Yüzyıllarda Van, weşanên Midiriyeta Karên Civakî û Çandî yên Şaredariya Wanê, Wan 1997, r. 141-142.
[5]Sinan Hakan, Osmanlı Arşiv Belgelerinde Kürtler ve Kürt Direnişleri, weşanên Doz, Stenbol 2011, r. 90-115; Sinan Hakan, “19. Yüzyılın İlk Çeyreğinden Tanzimat’a Hakkari Bölgesi Sosyo-Siyasal Gelişmeleri ve Osmanlı-İran Münasebetleri”, III. Uluslar arası Vangölü Havzası Sempozyumu, (ed. Oktay Belli), Hakkari Valiliği İl Kültür ve Turizm Müdürlüğü Kültür Yayınları, Enqere 2008, r. 352-356.
[6]Feqî Hüseyin Sağniç, Dîroka Wêjeya Kurdî, Weşanên Enstîtuta Kurdî ya Stenbolê, Stenbol 1992, r. 387.
[7]İbrahim BAZ, Abdulhakim Arvasi'nin Hayat Eserleri ve Tasavvufi Anlayışı, Zaningeha Enqerê, Entîtuya Zanistên Civakî, Teza Lisansa Bilind, Enqere 1996, r. 31.
[8]Haydar Bağdadî, Seyahatname, 750/1409, r. 1-33. Ev berhem di destê miftiyê Wanê yê hêja Nimetullah Arvas de ye. Me jî ji wî stand û jê istifade kir.
[9]Ji bo vê wesîqeyê zêdetir zanyarî li ser Malbata Erwasîyan bnr. Nimetullah Arvas, “Arvas Medresesi ve Türkiye’deki Entelektüel Çevre Üzerindeki Etkisi (Seyyid Abdülhakim Arvâsî Örneği)”, Uluslar arası Medrese ve İlahiyat Kavşağında İslâmî İlimler Sempozyumu Bildirileri, (ed. İsmail Narin), Bingöl Üniversitesi Yayınları, Bingöl 2013, I, 214-215.
[10]Hemdî Abdilmecid es-Selefî, Tehsîn Brahim ed-Dûskî, İkdu’l-Cumân fî terâcimi’l-‘ulemâi ve’l-udebâi’l-Kurd ve’l-mensûbîne ilâ Muduni ve Kurâ’l-Kurdistan I-III, Dâru’l-asâle ve’t-turâs, B.A.E 2008, II, 310.
[11]Hakan Özoğlu, Osmanlı Devleti ve Kürt Milliyetçiliği, weşanxaneya Kitap, Stenbol 2005, r. 138-140.
[12]Şêx Ehmed Cezerî, Dîwana Cezerî, (amadekar: Muhammed Şefîq el-Arvasî el-Hüseynî), Çapxaneya Ewqafa İslamiyye, Stenbol 1338-1340, r. 2.
[13]Ji bo icazetname û zêdetir zanyarî bnr. Nimetullah Arvas, “Arvas Medresesi ve Türkiye’deki Entelektüel Çevre Üzerindeki Etkisi(Seyyid Abdülhakim Arvâsî Örneği)”, I, 236.
[14]Necdet Karakaya, Bir Dilci olarak Molla Halil Es-Siirdî, Zaningeha Yüzüncü Yılê, Enstîtuya Zanistên Civakî, (Teza Lisansa Bilind a Neçapkirî), Wan 2006, r. 27.
[15]Marûf Xeznedar, Mêjûyê Edebê Kurdî, weşanên Ârâs, Hewlêr 2010, II, 205-286; Sadık Bahaeddin Âmedî, Hozanvânêd Kurd, Çapxaneyê Korê Zanyarê Iraq, Bexda 1980, r.179-218; Feqî Hüseyin Sağniç, Dîroka Wêjeya Kurdî, Weşanên Enstîtuta Kurdî ya Stenbolê, Stenbol 1992, r. 369-370; Seîd Dêreşî, Dîwana Feqiyê Teyran, Weşanxaneya Sipîrêz, Hewlêr 2005, r. 15; M.Xalıd Sadinî, Feqiyê Teyran, weşanên Nûbihar, Stenbol 2009, r. 27-32.
[16]Sadinî, h.b., r. 63-64.
[17]Sadinî, h.b., r. 158-159.
[18]Sağniç, h.b., r. 387-390.
[19]Hemdî Evdilmecid es-Selefî, Tehsîn Brahim ed-Dûskî, Mu’cemu’ş-şuarâi’l-Kurd, Dâru Sipîrêz, Duhok 2008, r. 112-113.
[20]es-Selefî, ed-Dûskî, Mu’cemu’ş-şuarâi’l-Kurd, r. 201-202.
[21]es-Selefî, ed-Dûskî, Mu’cemu’ş-şuarâi’l-Kurd, r. 202
Çavkanîya vê meqaleyê: http://nupelda.net