Pirsa Kurdan Hat Munaqeşekirin
Roja 10.12.2009, li Stockholmê panelek bi sernavê Guherandinên li Tirkîyeyê û Pirsa Kurd ji alîyê ÎnsîyatÎfa Kurd li Swêdê-ÎKS hate organîzekirin.
Ji parlamentoya Swêdê parlamenter Margareta Cederfeld, Yilmaz Kerimo, Fredrik Malm û Bodil Ceballos beşdarê panelê bûn.
Di nav guhdaran de gellek ciwanên kurd hebûn ku, wan jî bêtir hêvîyê didan ku ew siyasetê ji nêzîk ve dişopînin.
Panel bi axaftina Azîz Alişî dest pê kir. Azîz Alişî bala panelîstan kişand ku, pirsa kurdan pirseke neteweyî ye. Em rêz li demokrasî û li mafên merivan digrin lê ev her du xal pirsa neteweya kurd çareser nakin û ew ne problema me ye. Em milletekî xweser in, loma jî divê navê me û navê welatê me wekî rastîya xwe were pejirandin. Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û bila qanûna 12 îlonê bi tevahî ji holê rabe ku em ji îdareya kemalîst û generalan xilas bibin.
Parlamentera Partîya Moderat Margareta Cederfeld, guherandinên li Tirkîyeyê bi erênî nirxand, lê ev guherandin kêm dîtîn û got ku, komara Tirkîyeyê di rêya YE de pirr giran û hêdî dimeşe. M. Cederfeld got, “divê Tirkîye di zûtirîn demê de pirsa demokrasîyê û mafên merivan çareser bike. Pirsa kurdan bi serê xwe pirseka girîng e. Herwiha em ji nezîk ve rewşa Îranê dişopînin û em baş dizanin ku li Îranê milletê kurd miletekî xweser e. Li gorî me kriza fînansê roleka gelek neyînî li ser siyasetê leyist. Em girtina tu partîyan rast nabînin.”
Parlamenterê Folk Partiet Fredrik Malm jî got “Divê Swêd di warê dîplomasîyê de têkilîyên xwe bi Kurdistana Başûr re xurttir bike. Guherandinên li Tirkîyeyê wekî televizyonên taybet, wekî guherandinên navê cihên cografîk, hin guherandinên xalên qanûna bingehîn, li zanîngeha Mêrdînê destûra dersdayina bi kurdî xalên erênî ne. Lê daxwaza girtina DTPê ne rast e û ev rîsk e. Dikarê rewşê aloztir bike. Min bixwe wezîrê karê derve Carl Bildt rexne kirîye. C. Bildt difikire ku Tirkîye bi rêya endambûna YE dikare xwe serast bike û daxwazîyan bi cîh bîne.”
Ji Partîya Kesk Bodil Ceballos got “Em girîngîyeka taybet didin Solidarîtetê û loma jî em piştgirîya miletê kurd dikin. Sînorên ku îro hene bêyî îradeya kurdan hatine danîn. Di van sê salên dawîn de hin guherandinên baş dibin. Lê ew bi xwe têrê nakin û guherandinên din jî pirr giran dimeşin. Ev ne bi dilê me ye. Lê em bi hêvî ne. Heger rojek were ku, ji bo endametîya kurdan bi dewletekê ve girêdayî (KT) têkeve rojeva YE, ez dibêjim wê gavê divê kurd bi nasnameya xwe beşdar bibin. Li gorî me, bila Tirkîye mafê kêmneteweyan bide û paşê têkeve YE.”
Parlamenterê Sosyaldemokratan Yilmaz Kerîmo jî got “Tirkîye di rêyeka rast de ye lê bi derengî dimeşe. Di van 30 salên dawîn de pirr kêm guherandin bûne. Piranîya guherandinan li ser kaxiz in û ew jî ji ber ku YE dixwaze çêdibin. Di girtîgehan de hîn jî kurdî qedexe ye. Ez şerm dikim ku ji CHP re bêjim Sosyaldemokrat. Bila korucutî yekser rabe. Bila desthilatdarîya leşkerî ji holê rabe û qanûna bingehîn bi tevahî were guherandin. Divê C. Bildt biçe, serdana bajar û bajarokên Kurdistanê jî bike, ne tenê Îstanbul û Ankarayê. Tu têkilîyên demokrasî, mafên merivan û qedexeya li ser ziman bi krîza aborîyê re tune ye.”
Di beşê duyem de gelek pirs ji beşdaran hatin kirin û munaqeşe pirr germ û zindî bû. Berpirsîyarên Radyo Aştî û Radyo Zayele jî di panelê de amade bûn.
Panel bi awayekî serkeftî bi dawî hat...