Polîtîkaya Tehdîdê
Wergerandina ji tirkî: Roşan Lezgîn
Di cotmeha sala 1998 de tehdîdeka tund çêbû li ser Sûrîyeyê. Polîtîkaya ku ji Sûrîyeyê derxistina serokê PKKê Abdulah Öcalanî bo xwe kiribû armanc ji layê rêveberên dewlet û hukumetê ve bi awayekî sîstematîk hate tedbîqkirin. Serokkomar, serokwezîr, sererkan û wezîrê karên derve derheqê Sûrîyeyê de li ser hev beyanat belav kirin. Digotin divê lîderê PKKê ji Sûrîyeyê bihê derxistin nexwe em ê Şamê dagîr bikin. Di rojên 7-8 cotmehê de qumandanê artêşa bejahîyê Orgeneral Atilla Ateş li ser sînorê Sûrîyeyê careka din Sûrîye tehdîd kir. Piştî van tehdîdan, roja 9ê cotmehê Abdulah Öcalan ji Sûrîyeyê hate derxistin. Ji bo Abdulah Öcalanî prosesa Yûnanîstan, Federasyona Rûsyayê, Îtalya û hwd. wisa dest pêkir. Tehdîd gihîştin armanca xwe.
Di salên 2006-2007 de, li ser sînorê Îraqê zêdekirina leşkeran, îhtîmala operasyonên li wî alîyê sînor, derheqê van tiştan de zêdebûna nûçe û şîroveyan, ew rewşa di cotmeha 1998an ya Sûrîyê, yanî ew tehdîdên ku wê demê dibûn tînin bîra merivî. Lê di navbera van her du rewşan de ferqekî muhîm heye. Dema ku di sala 1998 de Sûrîye dihate tehdîdkirin hingê leşker li ser sînor kom nekiribûn. Behsa dagîrkirina Sûrîyeyê, ya Şamê dikirin lê te divê leşker be, ev tank bin, top û debabe bin, bi çek û cebilxaneyên wisa neçûbûn ser sînor. Lê ev du sal in li ser sînorê Îraqê ku 200 kîlometre dirêj e, gelek leşker û cebilxane dane ser hev. Çapemenîya tirkan carînan behsa 100 hezar, 150 hezar, carînan jî behsa 250 hezar leşkerî dike ku li ser sînor hatine civandin. Dibêjin gelek çekên mîna tank, top û debabe jî wekî cebilxane di destê leşkeran de hene. Ev tehdîda hanê helbet li hemberî Hukumeta Herêma Kurdistanê, li hemberî pêşewayên kurdan yên mîna Mesûd Barzanî û Celal Talebanî ne. Ji ber ku Hukumeta Herêma Kurdistanê yanî Dewleta Federe ya Kurdan her ku diçe cî bicî dibe, bi goşt û gewde dibe, lewre Tirkîye ji vê yekê aciz dibe. Bi tehdîda leşkerî ku li ser sînor kom bûye dixwaze pêşî li vê geşedanê bigre. Herwisa, dewleta [Tirkîyê] dixwaze referanduma ji bo Kerkûkê îbtal bibe, divê kurd dev ji fikirîna dewleteka kurdan ya serbixwe berdin, dîsa ev jî di nav xwestinên dewletê de cih digre ku divê pêşmerge li dijî gerîlayên PKKê şer bikin. Di meha îlonê û heta bi serê meha cotmeha sala 2007an ev tehdîd giha bilindtirîn radeyê. PKKê kirine behane Hukumeta Herêma Kurdistanê tehdîd dikin.
Roja 29 îlon 2007, li gundê Beytuşebabê Hemkan, êrîşek bi ser gundîyên ku dixwestin avê bikişînin gundê xwe çêbû. Gundîyên ku bi mînîbusê ji kolandina cuha avê vedigerîyan diçûn gundê xwe, di rê de rastê êrîşê hatin. Ji van gundîyan heft kes parêzvanên gund (köy korucusu) bûn. Ji 13 kesên ku di mînîbusê de bûn 12 kes di hundirê mînîbusê de mirin. Yek ji wan birîndar filitî, karî xwe ji wê êrîşê xilas bike. Walîyê Şirnexê ji bo rayagiştî beyanat da çapemenîyê û got ev êrîş ji layê PKKê ve bûye, îlan kir ku bûyer ji serî heta dawîyê PKKê îşaret dike. Hema li roja di pey re çapemenîyê, medyayê dest pê kir nûçeyên ku PKKê tawanbar dikin belav kirin. Du-sê roj paşê PKKê beyan kir ku tu peywendîyeka wê bi vê bûyerê re tune ye, qorucuyên ji eşîra neyarê wan li jêr serpereştîya JITEMê ev êrîş kirine. Lê medyayê ev beyanata PKKê ji nedîtî ve hat, tawanbarkirina PKKê dewam kir. Ji îfadeyên xortê ku ji êrîşê filitî bû û ji bo ku wisa rehet qise nake qorucî û mensubên JITEMê wî asteng dikirin, ji îfade û reftarîya gundîyan, ji lêkolîna ku Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisa Miletî ya Mezin ya Tirkîyê (TBMM) fêm dibe ku bûyer ji layê JITEMê ve çêbûye lê dixwazin biavêjin ser PKKê.
Bi qasî hefteyek piştî bûyerê, yanî hefteya pêşîn ya meha cotmehê, li Çiyayê Gabarê di navbera gerîlayan û hêzên dewletê de pevçûn derket. Gotin 13 leşker hatine kuştin. Serçaweyên PKKê gotin ev reqem hîn bilindtir e. Li ser van nûçeyan, li medyayê li dijî PKKê û herwisa li gorî îdîayên wan ku Hukumeta Herêma Kurdistanê piştgirî dide PKKê, û li dijî lîderên kurdan êrîşên tund hatin destpêkirin, ev êrîş gurtir bûn. Hîn bêhtir li ser dihat qisekirin ku Mesûd Barzanî, Celal Talebanî meyla "teror"ê dikin û jê re piştgirîyê dikin. Bi merasîmên bo cenazeyên şehîdan, bi çalakîyên provakatîf ku ji layê hêzên dewletê ve çêdibin, bi rîtuelên alayê ev êrîş gurtir bûn. Dixwestin bi tehdîdan lîderên kurd serî biçemînin. Hêvî dikirin ku serketineka wekî sala 1998ê bi dest ve bînin. Lê berxwedana maqul û biryardar a kurdan û lîderên kurdan pêşî li vê polîtîkaya ku hatibî plankirin girt, hêvîya dewletê neçû serî. Di sala 1998 de, Hafiz Esad dema lîderekî gerîlayan li welatê xwe diveşart, rewşeka wisa bû ku nedihate mudafeakirin. Lê lîderên kurd yên mîna Mesûd Barzanî û Celala Talebanî, herwisa Hukumeta Herêma Kurdistanê mafên meşrû yên kurdan mudafea dikin. Li hemberî van nirxên bi vî awayî, qîymeteka cidî ya polîtîkaya tehdîdê tune ye.
Di roja 21 cotmeh 2007 de, PKKê li herêma Oramarê (Dağlıca) ya Hakarya li hemberî meqera leşkerî êrîşek kir. Hate beyankirin ku di vê êrîşê de 12 leşker hatine kuştin. Serçaweyên PKKê gotin ev reqem hîn bilindtir e. Di vê navberê de, di dema êrîşê de heşt leşker jî hatine revandin. Li ser vê bûyerê li hemberî kurdan, li hemberî lîderên kurdan Mesûd Barzanî û Celal Talebanî êrîşên devkî û nivîskî hîn zêdetir bûn. Êrîşên li hemberî Partîya Civaka Demokratîk (TDP) zêdetir bûn. Li bajarên mîna Bursa, Xarpêt (Elezîz), Aydin, Antalya û Samsunê û li navenda hinek qezayan buroyên Partîya Civaka Demokratîk hatin texrîbkirin, kelûpelên wan hatin parçekirin, qetandin û şewitandin. Li buroyan cam, çarçewe, derî tu tiştek nema. Hêzên asayîşê li hemberî êrîşên ku bi ser DTPê de bûn bêdeng man, li êrîşan temaşe kirin. Di dema van êrîşan de hinde êrîşkarên ku ji layê endamên DTPê ve hatin girtin û teslîmê polîsan hatin kirin, demekê bi şûn de serbest hatin berdan. Dewletê ji bo endamên DTPê ku êrîş li ser wan hatibû kirin tu tiştekî nekir. Li hemberî êrîşkaran tu tedbîrên parastinê negirtin. Lê hemîşe endamên DTPê tawanbar kirin. Fişara ku [bo DTPê] dibêjin "PKKê wekî rêxistina terorê îlan bike" zêdetir bû.
Roja 21ê cotmehê, di dema êrîşa bi ser meqera Oramarê de, hate gotin ku êrîşek bi ser konvoya dawetekê de jî bûye û ev êrîş ji layê PKKê ve bûye. Di êrîşê de hinde kes birîndar bûne. Li ser vê bûyerê medyayê "terora PKKê" şermezar kir. Rojek paşê PKK beyanat da ku tu peywendîyeka wan bi vê bûyerê re nîne, leşkeran êrîş biriye ser konvoya dawetê. Medyayê guh neda vê beyanatê jî, ji nedîtî ve hat û ev beyanat nebihîst. Lê bi hawayekî giran tawanbarkirina PKKê jî berdewam kir. Medya hertim beyan dike ku ew li dijî "teror"ê ye, lê ji bo terora ku JITEM di dilqê PKKê de dike, ji bo terora dewletê tiştek nabêje, vê yekê asayî dibîne.
Hukumeta Partîya Edalet û Pêşveçûnê (AKP) di roja 17 cotmeh 2007 de, destûra bo operasyonên li derveyî sînor ji parlamentoyê wergirt. Medyayê dest pê kir got vê destûrê bikar bînin, yanî dest bi handanan kir ku bi operasyonên li derveyî sînor cihên ku Hukumeta Herêma Kurdistanê têde serwer e bihê dagîrkirin. Çapemenî û rayagiştî prosesa îadekirina heşt leşkeran wekî bêrûmetîyê dît. DTPya ku beşdarî bo prosesa îadekirinê kiribû hate rexnekirin.
Di sala 2007 de, li mehên îlon, cotmeh û mijdarê, rêvebirên dewlet û hukumeta tirkan her roj li ser PKKê, li ser "rêxistina terorê", li ser Mesûd Barzanî, li ser Celal Talebanî, yanî li ser piştgirîya lîderên Hukumeta Herêma Kurdistanê ya bo "teror"ê qise kirin. Serokkomar, serokwezîr, sererkan, wezîrê karên derve, wezîrê karên navxweyî ûhwd. hemîyan ev tişt qise kirin. Televîzyon, radyo û rojnameyan hemîşe ev tişt kirin nûçeyên sereke. Manşetên nûçeyan hemî derheqê van tiştan de bûn. Nivîsarên kolumnîstên rojnameyan hemî derheqê van mijaran de bûn. Eger di rojnameyekê de heşt heb nivîsarên kolomnîstan hebin, kêmtir şeş hebên wan derheqê van mijaran de bûn. Panel û bernameyên suhbetê û hwd. yên di televîzyon û radyoyan de cardin derheqê van mijaran de bûn. Gotinên "Em bi rêxistina terorê re qise nakin, em rêxistina terorê nasnakin" hemîşe dûpate bûn. Ji bo Partîya Civaka Demokratîk dibêjin "Bila pêşî DTP bibêje PKK rêxistina terorê ye, paşê belkî em pê re qise bikin…". Ji bo Mesûd Barzanî, ji bo Celal Talebanî dibêjin "pêşî bila PKKê wekî rêxistina terorê qebûl bikin, bila li hemberî wê têbikoşin…" Tu dê hema her rojê her saetê van tiştan qise bikî, tu dê 24 saet van tiştan biaxifî û hem jî tu dê bibêjî ez wan nasnakim. Rêvebirên dewlet û hukumetê, medya, partîyên sîyasî ku her roj van tiştan qise dikin, her saetê van tiştan qise dikin, hingê ev tê çi manayê gelo?
Ev nîşan dide ku polîtîkaya ku dewlet li hemberî kurdan dimeşîne ji kîbr fexrê pêk tê. Gelek eşkera ye ku bi polîtîkayeka ewçend xwedî kîbrê, polîtîkayek ku bi çavekî tehqîrane li hêzên li hemberî xwe dinihêre, tinazên xwe bi xwestinên wan dike, kêşeyên komelayetî û sîyasî çareser nabin. Nûçeya ku di hejmara roja 1 mijdar 2007 de li rojnameya Radikalê derçûbû nimûneyeka vekirî ya vê yekê ye. Rojname dinivîsîne ku alîkarê serokwezîr û berdevkê hukumetê Cemîl Çîçek bêyî ku navê wê bide lîderê kurdan Mesûd Barzanî dike armanc. Lê di eynî nûçeyê de, dema ku bersiva pirseka derheqê Mesûd Barzanî de dide, dibêje "Eger ez di vê mijarê de biaxifim hingê ev dibe mîna ku ez wî muxatab digrim." (Nûçeya bi ser navê "PKK’ya Yardım Eden de Hedefte", Radikal, 01.11.2007, r. 7) Dema ku navê wî hilnede û derheqê wî de qise bike, ev tê vê manayê ku wî muxatab qebûl nake. Kîbr û fexr tiştên wisa ne…
Pêşeroja polîtîkaya ku xwe dispêre kîbr û fexrê tune ye.
___________
Serçawe: Kovara Esmer, Hejmar 36, Çile 2008