Îsmaîl Beşîkçî di kanala kurdî KURD1 de
Zazakî.NET
Îsmaîl Beşîkçî di kanala kurdî KURD1 de
Hevpeyîvîna ku nivîskar û lêkolîner M. Malmîsanijî bi Îsmaîl Beşîkçî re kirîye, di kanala kurdî KURD1 de di bernameya Dîroka Me de ku her roja yekşemê saet 20.00 de dest bi weşanê dike, bi çar beşan dê were weşandin. Beşa yekem di 30.08.2009 de roja yekşemê dest pêdike. Îsmaîl Beşîkçî di hevyivînê de malumatên grîng dide.
Îsmaîl Beşîkçî kanalê kurdkî KURD1 de
Roportajo ke nuştox û cigêrayox M. Malmîsanijî Îsmaîl Beşîkçî reyde kerdo, kanalê kurdkî KURD1 de, programê Dîroka Me de ke her roja yewşeme saete 20.00 de dest bi weşanayîşî keno, bi çar qisman do bîyero weşanayîş. Qismê yewin 30.08.2009 de roja yewşeme dest pêkeno. Îsmaîl Beşîkçî röportajê xo de malumatanê muhîman dano.
İsmail Beşikçi Kürtçe kanal KURD1’de
Araştırmacı yazar M. Malmîsanij’ın İsmail Beşikçi ile yaptığı röportaj Kürtçe kanal KURD1’te her Pazar günü saat 20.00’da yayınlanan Dîroka Me adlı programda dört bölüm halinde yayınlanacak. Röportajın ilk bölümü 30.08.2009 Pazar günü saat 20.00’da başlayacak. İsmail Beşikçi, röportajında önemli açıklamalar yapıyor.
23. 08. 2009 Saet : 20.00 | Dîroka Me 15
Dr. Friç û Qelemşûrên Sextekar
M. Malmîsanij ji dewra îttîhad û Teraqqîyê (1910) heta roja îroyîn behsa plan û programa dewleta tirk dike, ku çawa xwestine kurdan ji navê rakin. Malmîsanij behsa sê dewreyan dike, yek jê kuştin û qirkirin, yek sirgûn û veguhestina kurdan, ya sisêyan jî asîmilekirina kurdan, qedexeya zimanê kurdî, guhertina navê cî û warên Kurdistanê. Tehrîfkirina belgeyên li ser kurdan, bo nimûne vedizîna kovar û rojname û kitêbên kurdî yên dewra Osmanîyan. Û ji bo ku vê yekê cîbicî bike di bin berpirsiyarîya Wezareta Karûbarê Navxweyî de, teşkîlatekê jî ava dikin. Kesên wek Zîya Gokalp, Zekeriya Sertel, Habil Adem di vê teşkîlatê de kar dikin û raporan amade dikin. Ziya Gokalp raporeke dûr û dirêj li ser kurdan amade dike. Habil Adem jî li ser navê profesorên almanî, kitêbên li ser kurdan werdigerine tirkî, Xwedê giravî profesorên alman nivîsîne, goya zimanê kurdî tune, tenê 300 gotin di vî zimanî de hene; Navê profesor jî Dr. Friç e. Li Malmisanij û Dr. Ismail Besikçi temaşe bikin ka Dr. Frîç kî ye?
|
30. 08. 2009 Saet : 20.00 | Dîroka Me 16
Îsmaîl Beşîkçî-I
Heps û zindan, işkence û lêdan. Her sê înqilabên eskerî yên Tirkan. Jiyana zindanê ya 17 salan. Serpêhatî û dîtinên wî yên li ser Kurd û Kurdistanê. *** Dr. Ismail Besikçi bi Hevpeyivîneke berfireh yekem car li ser televîzyonê. Her roja Yeksemê saet 8ê êvarê li ser Kurd1ê.
Di vê yekem hevpeyivîna berfireh ya televîzyonê de ismail Besikçi pêshî di vê xeleka yekem de ji M. Malmîsanij re behsa jiyana xwe ya berî siyaset û zindanan dike.
|
06. 09. 2009 Saet : 20.00 | Dîroka Me 17
Îsmaîl Beşîkçî-II Di vî beşî de êdî nakokîyên Ismail Besikçî û dewletê dest pê dikin.
|
13. 09. 2009 Saet : 20.00 | Dîroka Me 18
Îsmaîl Beşîkçî-III Heps û zindan, işkence û lêdan. Her sê înqilabên eskerî yên tirkan. Jiyana zindanê ya bi dirêjahîya 17 salan.
|
20. 09. 2009 Saet : 20.00 | Dîroka Me 19
Îsmaîl Beşîkçî-IV Dîtin û ramanên wî yên siyasî li ser Kurdistanê.
|