DERYA JEHRÊ
Çûme gundek li ber avê
Min dî keçek li ber tavê
Potek sor bû keç li navê
Daxwaza xwestin ji bavê
Di derbara jinxwestinê
Agah nebûm min ji dinê
Dest û pê hatim bestinê
Jiyan hate rawestinê
Ew keça ku min çav lê bû
Reş qederê ji Xudê bû
Êş û elem tev ji wê bû
Elemdar kûpa jehrê bû
Dema ketim ewê golê
Ez dîn kirim berdam çolê
Serbir bûme kêra kolê
Çawan hildim evê tolê
Ji ber êşa vê dirbetê
Qîr û zarîna ji me tê
Keçê kul bi canê ketê
Hewar kaniya qehra tê
Dilbijok im wek bulbulan
Mebesta min bexçê gulan
Bi qesta beybûn û vilan
Lê ez ketim kaniya kulan
Van qederên hanê çi ne
Tevê derdan para min e
Birîna min li kes tun e
Por dirêj e, aqil kin e
Hewara min ji ber jarê
Bêrî mame ji sîdarê
Nesîba min ji wê parê
Ketim destê koremarê
Min perde bû li ser çavê
Jîn xirabû ji wê gavê
Jiyana bê roj û bê tavê
Ez dûr bûme ji bizavê
Serkaniyan avî sar e
Noşîcan bona vexwar e
Min ji noşê nîne par e
Ji bedbextî bûme jar e
Ji neçarî ketim tayê
Jîn firriya wekî bayê
Tu pîvanek li te nayê
Serî wek kadîna kayê
Şevder mame li sehrayê
Ketim axîn ji nehrayê
Ketim nivîn ji qehrayê
Ji derd û kulê jehrayê
Ji pitpitê ez jar bûme
Bi derd û kul ez bar bûme
Ez rîsipî û kal bûme
Ji vê jînê ez sar bûme
Heta min jînê nas kirî
Bûme wek berxê gur xwurî
Temen heftê derbas kirî
Jiyan hat û min buhurî
Ji girahê ez hûr bûme
Li nav cengê bê şûr bûme
Ji kêf û şahî dûr bûme
Tûşê birîna kûr bûme
Li ber kevana xwar mame
Ji devkenê bêpar mame
Li nav berfê bêar mame
Ji dilgermahê sar mame
Şûna darên sêv û tirî
Sinc û kelem û istirî
Mecala min ji dest firî
Min umûda jiyanê birî
Zarxweşî min ji bîr kirî
Hesret li sîma vekirî
Min dil wek kûra agirî
Bi vî derdî ew vemirî
Xeyalê min tev bûne cûn
Xirbê xira mane li şûn
Dil û ceger tev bûne xûn
Şekir bûye tehl û gizûn
Li rojê germa nemaye
Li berfê serma nemaye
Li pembû nerma nemaye
Birînê derman nemaye
Felek xayîn li min ba ye
Hesreta mi dengê kewa ye
Ruhnî li çavan nemaye
Bêumûdî tim weha ye
Ne min têl wekî saz hene
Ne min per wekî baz hene
Ne min rê û rêbaz hene
Ne min umîd û naz hene
Ne min dem û ne min gav e
Nikarim lê bikim nav e
Li min heram nan û av e
Birîna min kûr û xav e
Ez bê çar û bê hêvî me
Xwarin wek şebreq û çî me
Vexwar wekî nîm û kêm e
Min nevê birçî û tî me
Ji bona min ray nemaye
Şorahî li xwey nemaye
Serxoşî li mey nemaye
Hêvîya min pey nemaye
Ketim destê por birişkan
Jehrî bûme ji dûpişkan
Cil û ber wek mar û mişkan
Ji ber bêmejî, dilhişkan
Bê îlm û zanîna purr im
Nikarim pêş lê bigirim
Ez bê çar û ne hazir im
Li nav vî derdî bimirim
Hêz nemaye, pê bêlez in
Min hildabû barek mezin
Min got qey gurçîl bibez in
Koremaran laş bi gez im
Vaya derdek bobelat e
Min nema sebr û tebat e
Min ji ber nîne felat e
Min bi der da desthilat e
Noqî mame li hemû kate
Li cî maye ji dil vate
Mejî ber nake lebate
Li halê ez mame mate
Li min xesar hate dinê
Dema çav û pêketinê
Derdê bê derman dîtinê
Te ez helandim emirkinê
Jîna gel te kuşkuşe ye
Min hewldanê bêfeyde ye
Tim heşr û meydana te ye
Der û cîran temaşe ye
Wek ava şêt bi gurgurê
Dev bûye aşê cirrcirrê
Ne diqetê û ne didirê
Bes e hêdî kezîkurê
Şemate ye tim li ser me
Ziman wek lastîgê nerm e
Te rû bûye wekî çerm e
Bes e hêdî eyb û şerm e
Pir westiyam di vê rê da
Wek tiriya mehserê da
Ez nikarim herim pêda
Mame di derya jehrê da