Divê kurd îmkan bidin kirmanckî
Kurdî ku xwedî zarav, taybetmendî, dewlemendî û dîrokek qedîm e, di van salên dawîn de di nav geşepêdaneke girîng de ye. Ev geşepêdan û pêşveçûn girîng e, ji ber ku hê jî kurd li sê parçeyan bêstatu ne û di nava şert û mercên dijwar de ne. Wekî me li jorê anî ziman kurdî weke gelek zimanên cîhanê tenê ji zarave an devokekê pêk nayê û xwedî zarave û devokên cihê ye. Yek ji van zaraveyan kirmanckî ye.
Lê belê mixabin ji ber ku hê jî kurd ji mafê dewletbûnê bêpar in û herêmên lê dijîn – derveyî Rêveberiya Herêma Kurdistanê - zimanê wan nebûye zimanê fermî û perwerdeyê û di bin qedexe û zextan de ye, talûke û metirsiyek mezin li ser heye. Ev metirsî herî zêde li ser zaraveyê kirmanckî ye. Li ser vê mijarê em bi zimanzan, nivîskar û lêkolîner Roşan Lezgîn ku gelek pirtûk, xebat û nivîsên wî li ser vî zaraveyê kurdî yê dewlemend û qedîm hene re axivîn. Lezgîn dibêje ku sedema sereke ya ku kirmanckî xist vê rewşê, polîtîkaya dewletê bû û berdewam dike, “Eger di kurdan de hisîyata milî, zanîna neteweyî xurt be, kurd dê bêhtir xwedîtiyê li zimanê xwe bikin.”
* * *
Wekî ku tê zanîn kirmanckî zaravayê kurdî yê herî kevn û qedîm e. Lê belê mixabin di bin metirsiyê de ye ku UNESCO’yê jî ev tesbît kir û divê xebatek zêdetir bê kirin ku ev zarave li ser piyan bê girtin. Gelo sedem çi ye ku kirmanckî ket vê rewşê, bêdewletbûn e yan jî xemsariya sazî dezgehên kurdan e?
Em neşên bibêjin kirmanckî (zazakî) lehçeya herî kevn ya kurdan e. Lê niha halê hazir dema ku em hemî lehçeyên kurdî, yanî kurmancî, soranî, zazakî, hewramî û lurî ji alîyê qaydeyên zimanî ve didin ber hev, hingê baş dixuye ku ji nav van her pênc dîyalektên me, ya ku qaydeyên zimanên dema berê baştirîn di xwe de muhafeze kirine kirmanckî ye. Wekî nimûne, qaydeyên ergatîvî, dîsa qaydeyên nêrkî, mêkî û pirhejmarîyê, qaydeyên tewangê ku karakterê zimanê kurdî nîşan didin, herî baş di kirmanckî de saxlem mane.
Bitaybetî li Kurdistana Bakur sedema sereke ya metirsîya windabûna kurdî yanî dîyalektên kurmancî û kirmanckî helbet tesîra polîtîkaya tirkan e. Yanî ji ber ku tu îdareya me tune ye, em di bin îdareya tirkan de ne, wan jî her ji mêj ve nîyet kiriye "kurdîtî" û hemî tiştên ku kurdbûnê pêk tînin, ku di serî de ziman tê, ji navê hilînin, hingê zimanê me wisa hat ket dereceya windabûnê. Lê di warê jiyandina zimên de faktorên hundirîn yanî şuûra neteweyî gelek girîng e. Eger di kurdan de hisîyata milî, zanîna neteweyî xurt be, kurd dê bêhtir xwedîtîyê li zimanê xwe bikin.
Zaraveyê kirmanckî li çar herêman ji hev cuda tê binavkirin. Minak, li Dersimê dibêjin kirmanckî, li bakurê Diyarbekirê û Çewlîgê dibêjin kirdkî, li Sêwregê dibêjin dimilkî û li Paliyê jî wek zazakî bi nav dikin. Sedema vê yekê çi ye? Cudahiyeke zêde di navbera van herêman de heye?
Bi navên cihê binavkirina miletan, zimanan û diyalektan, heta bajar û deverên cografîk jî, tiştekî gelek asayî ye. Mesela, ji bo diyalekta kurmancî, "kurmancîya jorîn", "kurmancî serû," "kirdaskî", "badînî" û "şikakî" jî tê gotin. Em dizanin çend navên almanan û almankî jî hene; herwisa bi vî awayî, yê gelek ziman û miletên din jî wisa ye. Ez dibêjim problemeka cidî têde tune. Dixwazî bila bibêjin "zazakî", "kirdkî" yan "kirmanckî" û "dimilkî" hîç ferq nake. Lê divê ez viya bibêjim ku ji nav van navan zazakî û dimilkî navê eşîran e, kirdkî û kirmanckî navê etnîkî ne.
Di navbera herêmên zazakîaxêf de cudahî ji alîyê devokan ve heye helbet lê ev jî gelek asayî ye. Çimkî eynî cudahî di navbera hemî herêmên kurmancîaxêf, soranîaxêf, hewramîaxêf û lurîaxêf de jî heye. Mesela, kurmancîaxêfên herêma Dîyarbekrê gelek zehmet ji devoka Duhokê têdigihên. Ev rewşa hanê di hemî zimanan de heye. Divê em van tiştan zêde ji xwe re nekin derd. Tiştê muhîm ew e ku em şuûra xwe ya milî şîyar bikin, û bi zanîn bi kurdî (zazakî, kurmancî) qise bikin. Hebûna navên cihê yan devok û dîyalektên cihê dê hîn gelek salên din jî dewam bike.
Ji bo ku metirsiya li ser kirmanckî rabe bi lezgînî divê çi bê kirin? Wekî zimazanekî hûn çi pêşniyaz dikin, kirmanckî dê çawa ji vê rewşê derkeve?
Berîya her tiştî divê em şuûra xwe ya neteweyî hertim zindî û dînamîk bihêlin. Niha ji bîstî zêdetir tarîfên "neteweyatî"yê hene. Ji vana tenê yên ku dikevin dereceya şovenîzm û nîjadperestîyê, ew eyb û suc in, yên din hemî meşrû ne. Divê em neteweperwer bin, yanî mîliyetperwer (milliyetçi) bin. Yên ku xwedîyê şuûreka milî ne, hîsîyata wan a neteweyî zindî ye, ew bêhtir bi zanîn xwedîtîyê li zimanê xwe dikin û di jiyana xwe ya rojane de zimanê xwe îstîmal dikin. Hîsiyata neteweyî gelek gelek muhîm e. Divê em kurd "neteweperwer" bin; neteweperwerîya medenî û modern.
Ya duyem, divê em xwedîyê polîtîkaya zimên bin. Em xwedîtîyê li hemî dîyalektên xwe bikin. Çimkî niha dema ku em dîyalekteka xwe îhmal bikin, kurdên ku wê dîyalektê diaxifin, di bin tesîra xurt ya asîmîlasyonê de fêrî tirkî dibin û hew vedigerin ser zimanê xwe. Ji vê çendê divê em di rojname, kovar û dezgeyên xwe yên kurdî de ji bo hemî dîyalektan îmkanan çêbikin.
Bo nimûne, rojnameya BasNews ji destpêkê ve eleqe nîşanê zazakî dide, di gelek hejmarên xwe de du rûpelên wê tim bi zazakî ne. Ev eleqe baş e, lê ez neşêm bibêjim eleqeyaka tendurist e! Di bunyeya BasNewsê de ji dehî zêdetir kadro dixebitin, heta ji bo beşa tirkî gelek kadro îstîxdam kirine, lê digel ku gelek caran hatiye telebkirin jî cardin BasNewsê tu kadroyek ji bo zazakî îstîxdam nekiriye. Çi dike? Exlebê xwe nivîs û roportajên ku berê di rojnameya Newepelê de yan di malpera Zazakî.Netê de yan jî di kovar û kitêban de weşîyane, îktîbas dike. Tu xêra vê yekê ji zazakî re tune ye! Çimkî ew nivîs jixwe bi îmkana hinekên din amade bûne û ji alîyê xwendevanan de hatine xwendin. Divê dezgeyên me yên kurdî bi îmkanê xwe zazakî pêş ve bibin ku bi van îmkanan tiştekî baş li zazakî zêde bikin.
Ne ku tenê BasNews faydeya Azadîya Welat jî ji zazakî re tune ye. Herçiqas di her hejmarê de cih didin xeberên zazakî jî, tu tiştek jê fêm nabe û kes naxwîne. Heta kesên ku xeberê amade kirine jî ji zimanê xwe fêm nakin. Yanî ji bo ku bihê dîtin ev e zazakî jî têde heye, em cih didin zazakî, bêfayde ye. Tu xêra vê yekê ji zazakî re tune ye.
Dezgeyên kurdan, ne ku qaşo yan wekî di tirkî de tê gotin "göstermelik" divê bi cidîyet û ji dil xizmeta zazakî bikin. Tenê bi pirsên " ji bo ku metirsiya li ser kirmanckî rabe bi lezgînî divê çi bê kirin" û amadekirina xeberekê jî tu havilekê çênabe!
Televîzyon jî wisa ne. Hema dibêjin bila bi zazakî be, êdî çi dibe ew zane. Kes jê fêm dike yan nake, xema wan nîne. Wisa pêşveçûn çênabe! Binêre, di 86 hejmarên Newepelê de 294 kesan nivîsîye. Ji vana qasê 230 kesî cara ewil di Newepelê de dest bi nivîsîna zazakî kirine. Yanî Newepelê bi îmkanên xwe ji du sedî zêdetir nivîskar bo zazakî dan qezenckirin û bi îmkanên xwe ji du hezarî zêdetir nivîsên cur bi cur li edebîyat û lîteratura zazakî zêde kirin. A pêşveçûn û faydegihandin ev e. Divê BasNews û yên din jî wisa bikin. Her sazîyeka çapamenîya kurdan deh rojnamevanan, nizanim çend edîtoran ji bo kurmancî û tirkî îstîxdam dike, ji bo çêkirina xeber, roportaj û raportan her mesrefî dike lê dema dor tê ser zazakî nivîskarên ku Newepelî ew gihandine, bê mesref ji wan nivîsan dixwazin yan jî nivîsên ku berê bi îmkanên Newepelê, bi îmkanên Zazakî.Netê amade bûne, digrin dubare diweşînin. Ne ku tenê BasNews, yên di jî wisa dikin. Yan qet guh nadin zazakî yan jî tu îmkanekê nadin. Divê kurd îmkan bidin kirmanckî (zazakî).
___________
Çavkanî: http://basnuce.com/ku/news/14602/dive-kurd-imkan-bidin-kirmancki