Hejmara 115. ya Nûbiharê Derket
Bi hejmara xwe ya 115. careke din Nûbihar merheba dibêje.
Di vê hejmara dawîn de edîtorê kovarê Silêman Çevîk bi nivîsa xwe ya bi navê “Beriya her tiştî samîmiyet” de balê dikşîne ser xebatên derdorên îslamî yên dema dawîn ku li herêmên kurdan bi xurtî têne kirin.
Di vê hejmara de hevpeyvîneke têr û tijî bi Remezan Alan re heye. Alan di hevpeyvîna xwe de li ser kitêba xwe Bendnameyê û edebiyata kurdî ya îroyîn tiştên balkêş dibêje.
Zana Farqînî li ser şîroveya li ser Mem û Zînê ya Perwîz Cîhanî nirxandinek nivisiye û di nivîsa xwe de li ser ziman, kesatiya Xanî, uslûba Perwîz Cîhanî, ciwankarî û gelek mijarên din sekiniye.
Ayhan Meretowar li ser kitêba Sebahattin Gültekin ya ku navê wê “Ro Ser Zarawaya Kirmanckî Xebata Gramerî” nivisiye.
Rahmetullah Karakaya jî li ser Mela Abdurrahman Durre û kitêba wî Kurdnameyê sekiniye.
Murad Celalî li ser kitêba Andranik ku li ser Dersimê ye û du wergerên wê nivisiye.
Abdulkadir Gök behsa romana Dewrêşê Evdî ku li van demên dawîn Eyub Kiranî nivisiye, dike.
Dr. Omer Uluçay jî li ser romana Zênayê ku nivîskarê wê Mezher Bozan e sekiniye.
Bi van nivîsan û bi hevpeyvîna Remezan Alan meriv dikare bibêje hejmara vê kovarê bûye dosyaya edebiyat û kitêbên kurdî yên girîng.
Nivîsa Perwîz Cîhanî ya li ser ergatîvan û nivîsa Abdullah Încekan a li ser nivîskarê Alman yê navdar Günter Grass jî gelek balkêş in.
Nivîsa Abdulhekîm Gunaydin jî li ser nivîskara navdar Prof. Dr. Şukriye Resûl e.
Wekî her hejmarê di vê hejmarê de jî ji Bediuzzeman Seîdê Nûrsî wergerek heye.
Wekî din keda Zilkîf Xweşhêvî, M. Munîr Timurtaş, Murad Dildar, Mihemed Feraşînî, M. Nezîr Basneyî, Cengiz Aytmatov, Omer Dilsoz, Hesen Polat, Dilazad, Evdirehîm Çekîn jî di vê hejmarê de heye…
Bi helbestên xwe Rojen Barnas, Nizar Qebbanî, Huseyn Şemrexî, Mahmud Derwîş, Mewlana Celaleddînê Rûmî, Sidîq Gorîcan, Mesûd Serfiraz, Kamran Simo Hedilî, S. Ahmed Kaya, Dilşad Mutî, Mehmed Elî Sadiq, Cemîl Denli, Merdimîn, Seyda Ronahî û Osman Îzol vê hejmarê dixemilînin.