Mela Husnî Hezîn Wefat Kir
Seyda, ‘Alim, Mutesewif, Şair û Nivîskarê Kurd Mela Husnî Hezîn Çû ber Dilovaniya Xwedê
Xwedanê qelbekî hişyar, dibe rojek me bîr bîne
Dua ke bo me, yê bargirê noqê behra îsyan e
Mela Husnî Hezîn
Ev du sal in ji ber bêbexta Coronayê gelek stêrkên me ji nav me xurucîn. Vê nexweşiyê gelek ‘arif û zanayên me ji me qetandin. Duhê jî (25.02.2022) Seydayê hêja Mela Husnî Hezîn Bîngolî li Stenbolê wefat kir.
“Wefata ‘alimekî wefata ‘alemekê ye”. Bi vê maneyê me ‘alemek ji dest da. Bi rastî Mela Husnî, ‘alimekî pir bi qebîlîyet û gelek şareza bû. Gelek taybetiyên wî hene ku di hemû ‘alimên kurdan de tune. Yek ji wan taybetiyên wî ew bû ku Seyda zaf girîngî dida perwerdehiya bi zimanê zikmakî. Li ser hejarî û perîşaniya gelê xwe gelek dilşewat bû. Ji xwe nasnavê xwe ji kiribû ‘Hezîn’. Wî ev helwesta xwe bi berhemên xwe yên kurdî yên zêrîn jî çespandiye û peyitandiye.
Mela Husnî Hezîn; di sala 1943yan de, li gundê Tûmikê ku li ser navçeya Gêxiyê ya Bîngolê ye, ji dayik bûye. Xwendina sereta li cem bavê xwe Feqî Zeynel xwendiye. Di heftsaliya Hezîn de bavê wî wefat dike. Li ba şêx Muhemmed Hadiyê Qewmanî, Mesût Efendî, Şêx Muhyeddînê Şêx Mesûm, Xelîlê Qizilparê û Caferê Balekî xwendina xwe didomîne. Paşê diçe Sûrî. Li vê derê di medreseya Şêx Ehmedê Xezna de li cem Şêx Mûhemmed Masûm, Şêx Eleddîn, Şêx Îzeddîn, Mela ‘Ebdullahê Muderris û Şêx Mûhemmed ‘Erebkendî dixwîne.
Seyda piştî ku ji Sûrî vedigere, li gelek gund, bajarok û devaran seydatî û melatiyê dike. Seyda, li gundê Kamrûdê digel melatiya xwe, di medreseya xwe de dersê jî dide. Gelek feqî li ber destê wî dixwînin û dibin xwedî bawernameya ‘ilmî. Hin ji wan ev in; Îbrahîmê Mûşiyê Muderîs, Mele Îbrahîmê Xelaniyê Waîz, Mele Ebdurehîmê Terbesanî, Mele Şîrîn, Mele Xalidê Perxengukî, Mele Qasimê Vasenî, Mele Muhemmed Zahid, Mele Muhemmed, Mele Muhemmed Rayîf, Mele Mustefayê Perxengukî, Şehabeddînê Çanî, Ebduselamê Şadî, Mele Elî, Mele Îsmet û Hecî Kemalê Hoçî.
Di derbeya leşkerî ya 1980yan de, gelek zor û zext li ser medreseyen kurdan tête kirin. Mela Husnî jî, du salan pirtûkên xwe di axûr û afirên heywanan de vedişêre. Ew wan rojan wiha şîrove dike:
Di înqilaba sala 1980yî de zilmeke zedê li ser gelê kurd çêbû û kudand. Tenê di Bîngolê de 25 medrese hatin girtin. 50 mele rakirin çiyê, dûre bê xêr riza wan şikandin. Feqî belav kirin… Lewra pirtûkên bi xetên ‘erebî wekî ‘efyon û esrarê bûn… Hucre bi neyarê ‘ilm û dîn û exlaqê tijî kirin. Hin ji muderîsan avêtin zîndanan. Tê de hişê xwe wenda kirin. Pirtûkên tefsîr, hedîs û fiqhê jî avêtin ber nigan, pê lê kirin…
Seyda di sala 1987an bar dike diçe Stenbolê. Ji wê rojê û heta roja wefata xwe, li Stenbolê bi îrşad, xwendin, nivîsandin û dersdayînê mijûl bû. Seyda temenekî pir bi bereket û bi adan buhurand. Gelek xwendekar perwerde kirin, gelek berhem nivîsandin. Berhemên wî hem ‘ilmî, hem îlmîhalî, hem hikemî ne. Bi qasî ku em pê dizanin 22 berhemên Seyda hene. Ji van 10 heb kurdî, 4 tirkî û 8 heb jî erebî ne. Ji van berheman 15 heb weşiyane. Ligel alimbûn û nivîskariya Seyda ew şairekî klasik ê kurd bû jî. Bi şêweya klasîk, dîwaneke wî ya dewlemend heye. Dîwana xwe bi kurdî nivîsiye û li ser dîwana wî tezeke masterê hatiye amade kirin. Herî dawî seyda mijûlî tefsîra Quranê bû. Li gor agahiyên me, Seyda heta Sûretê Maîde tefsîra xwe nivîsandibû. Di nava projeyen Seyda de, şerha diwana Melayê Cizîrî jî hebû. Lê ev projeya wî di çi astê de bû, em nizanin.
Bi kurdî bi navê Guldan berhemeke wî çap bûye ku, di şêwe û asta Gulîstana Se’dî de ye. Yek jî bi navê Lalezar nivîsandiye di şêweya Bostanê de ku van rojana wê çap bibe. Çendîn ku seyda dixwest ev berhem pir zû çap bibe jî, lê mixabin weşanxaneyê hinekî xwe ragirt û ta îro jî çap nekirine.
Gelek gotin, gelek gotar dikare li ser Seyda werin gotin û wê wisa bibe jî, lê ji ber ku ev tenê li ser huzna wefata wî ye, em e bi van gotinan biqedînin.
Xwedê wî bide xatirê Resûlê Kîram û bi behiştê padaş bike înşaallah.