MELA SELÎM EFENDÎ
Mela Selîm Efendî yek şêxên mezin ên Hîzanê bû, ji ber ku li gor wexta xwe gelek têgihîştî û zana bû lewma jî bibû cihnişînê Şêx Sebgetullahê Hîzanî yê ku di heman demê de şêxê Hîzanê bû jî. Ji ber ku Mela Selîm Efendî doza kurdayetiyê jî dikir û bo serxwebûna Kurdistanê hewl dida xwe, lewma jî bi fermanek, ku ji aliyê Siltan Evdilhemîd ve derçûbû, ew û Hecî Mûsa Begê Xoytî û Seyîd Evdilqadir Efendiyê Şemzînanî di sala 1894ê Zayînî de surgunê bajarê Medîneya Munewere bûbûn. Dîsa, di heman salê de siltan Evdilhemîd fitnetî û tevliheviyek xistibû nav ermenan û wan li dijî gelê kurd sor dikir da ku di navbera gelê kurd û ermenan de şer derbikeve û dijberî têkeve nava her du gelan. Bi vî awayî pevçûnê ji aliyê ermenan ve dest pê kir, ku di vê dolabgerandinê de destê emperyalîzma îngilîzan û qeyserê Rûsyayê Çar Nîkolay jî hebû. Ji bilî vana, di heman salê de Hecî Mûsa Begê Hîzanî ji aliyê komeleya TAŞNAQ a ermenan ve hat kuştin. Di netîceya van rûdanên ku me bi kurtahî behsa wan kir, gelek peyayên mezin ên gelê kurd ku xwedî nufûz û şîyan û hêzdar bûn surgunê Hîcazê bibûn.
Li Hîcazê, li bajarê Medîneya Munewere Mela Selîm Efendî û Hecî Mûsa Begê Xoytî û Seyîd Evdilqadir Efendiyê Şemzînanî bi wan giregirên kurdan ên surgubûyî re civînekê li dar dixînin. Dîsa, gelek ji wan kurdên ku ji bo hecê çûbûn Hîcazê jî di wê civînê de amade dibin. Rojeva civîna wan jî bi tevayî li ser meseleya kurdayetiyê û herwiha zordarî û serdestiya hukumeta Osmanî dibe. Û di dawiya civînê de li bajarê Medîneya Munewere ya pîroz, li Merqeda Pêxember (Silavên Xwedê li ser bin) tev ji hev re sond dixwînin ku ji dewleta Osmanî cihê bibin û ew bi xwe Kurdistaneke azad ava bikin. Heman li wir peymana xwe girê didin, ku vegerin Kurdistanê û her kesek di şûna xwe de têbikoşe da ku gelê kurd ê hejar û bindest ji bin nîrê dagîrkerî û zordariya dewleta Osmanî rizgar bibe.
Di sala 1896 de Siltan Evdilhemîd Mela Selîm Efendî û Hecî Mûsa Begê Xoytî û Seyîd Evdilqadir Efendiyê Şemzînanî dibexşîne û ligel surgunbûyiyên din ên kurd ve ji Hîcazê di riya Edremîtê re vedigerin Kurdistanê. Bi vî awayî Mela Selîm Efendî çawa ku vedigere Kurdistanê dest bi propaganda û tevgera rêxistinbûnê dike; li nav kurdên Başqele, Wan, Mûş, Bedlîs û Diyarbekirê digere û di vî warî de bîrûbaweriya xwe belav dike; eşîrên van deveran jî guh didin pend û şîretên Mela Selîm Efendî û baweriya xwe pê tînin û her wiha ew jî tesdîq dikin ku pêwîst e ew ji bo rizgarbûna xwe bikevin nava xebatê. Ji bilî hin şêxên Qadirî ku çend tiştên sivik ên wek quretî û xweperestiya şêxîtiyê dikirin bahane, ku qaşo Mela Selîm Neqşî ye, ango ne ji terîqeta wan e (Qadirî), lewma jî nabe ku ew li dû Xelîfe Mela selîm Efendî bimeşin, lê ên din tev de ji bo serhildana li dijî hukumeta Osmanî xwe amade dikin. Ji van şêxên qadirî, bi taybetî li Kopê (Bulanık) û Mûşê, Şêx Evdirehîm Taqî aliyakariya Mela Selîm Efendî nedikir lê berevajî, alîkariya selteneta Hemîdîye dikir.
Li vir tiştekî muhîm jî ev e, ku divêt em behsa wê bikin, dema ku Mela Selîm Efendî mijûlê belavkirina bîrûbaweriya kurdayetiyê û rizgariya Kurdistanê bibû, Şêx Sebgetullahê Hîzanî ku şêxê Hîzanê û serokê hemû neqşîbendiyên Kurdistana Tirkiyê bû, îcar dema ku çûbû ser dilovaniya Xwedê, Mela Selîm Efendî xelîfeyê wî bû, lêbelê piştî wefata Şêx Sebgetullah li cihê ku Xelîfe Mela Selîm Efendî bi xwe di şûna wî de rûne, Xwedê jê razî be, li şûna şêx rûnenişt, lêbelê kurekî Şêx Sebgetullah ê bi navê Şabedîn hebû ku hîn dehsalî bû, Xelîfe Mela Selîm Efendî piştî wefata bavê wî rabû ji bo lawik dest bi nîşandana rê û rêzanên serokatiyê kir û wî fêrî zanyarî û sofîtî û îrşada dînî kir û xwest war û baregeha bavê wî bi Şêx Şabedîn şên bike. Di vê navê de Xelîfe Mela Selîm Efendî murîd û sofiyan jî perwerde dikir ku divê ew ne bi tenê ji bo xwe bixebitin, belkî zêdetir divê ew xelqê bihêztir bikin û bi hemû şiyana xwe mezinatiya welatperweriyê bikin û xizmetê ji bo her du dinyayan jî bikin.
Hemû şêxên Kurdistanê vê hengemeya Mela Selîm Efendî qebûl dikirin û pê kêfxweş dibûn û di bîrûbaweriya welatperweriyê de bi dil û can alikariya Mela Selîm Efendî dikirin.
Bi vê şêweyê Mela Selîm Efendî di nava piraniya xelqê Kurdistana Tirkiyê de bîrûbaweriya pîroz a kurdayetiyê belav kir û di encama vê xebata wî de bitaybetî di nav kurdên Qaqizman û Qers û Erdehanê de derwêş û murîdên wî zêdetir bûn; gelek mamosta û zana û peyayên têgihîştî yên ji gelê kurd hatin ser bîrûbaweriya Xelîfe Mela Selîm Efendî, dîsa Desteya Ulamayan jî fetwayek derxist, ku li gor şerîetê nabe ku zanayên dîndar ên Kurdistanê xizmet û alîkariya împeratoriya Osmaniyan bikin û bitaybetî ev ne tiştekî rast e, ku di bin fermanrewayiya rejîma Osmanî de kurd îmamtî û qazîtî û muftîtîyê bikin, çunke xîlafeta Osmanî di eleniya Îslamê û şerîetê de hukmê xwe dimeşîne, ku li hember elewiyan (Mezheba Caferî) helwesteke dijminane wergirtiye û ji bo faydeya îqtîdara xwe dijminatî û dubendiyê xistiye navbera xelqê musluman.
Di encama vê têkoşîna peyayên zana û têgihaştî yên gelê kurd de û her wiha li ber ronahiya fikrê Mela Selîm Efendî yê bi navê bîrûbaweriya kurdayetiyê, tevger her ku diçû belav dibû. Fikrê wan jî ev bû ku xelqê Kurdistana Tirkiyê yên li her şeş wîlayetan (Erzirom, Xarpêt, Meletî, Diyarbekir, Bedlîs û Wan) rabin serhildanê; xelqê van her şeş herêman bi carekê de dest bibin xwe û bi vî awayî tevgera kurdayetiyê baskên xwe daweşîne û belavtir bibe. Li ser vî esasî Mela Selîm Efendî bi gelek zana, şêx û serokên navçeyan re gotina xwe kiribû yek û bi hev re peyman girê dabûn. Bitaybetî jî di navçeyên Erzirom û Wan û Bedlîsê de ketibûn nav tevgera xebatê. Lêbelê, xwestina wan ev bû ku divê Kurdistn wek Îdareyeke Muxtarî (Otonomî) ji tirkan cihê bibe lê dîsa bi ser Dewleta Osmanî ve be û ji aliyê îdarî ve di bin desthilatiya xîlafeta Osmanî de be.
Hukumeta Osmanî ji ber vê rewşê şepirze bibû û ji bo girtina Mela Selîm Efendî leşker derxist. Axir di hezîrana sala 1910an de li ser riya Wan-Bedlîsê Mela Selîm Efendî ji aliyê aliyîyeke leşkerên tirk ve hat girtin, lêbelê dema ku Şêx Şabedîn bi vê xebera girtina Mela Selîm Efendî hesiya pirr lê giran hat û bi tevî sed siwarî ve êrîş bir bi ser serbazên tirk de û bi şerkirinê Mela Selîm Efendî û yên din ji destê tirkan stend. Di encama vê rûdanê de êdî meseleya Kurdistanê eşkera bû û derkete rû; û herwisa di navbera kurd û tirkan de şerî dest pê kir. Li bajarê Bedlîsê 4 tabûr leşkerên tirk hebûn û di destê wan de ji sîlehên giran 1 batarya topên çiyayî û 12 mîtralyoz hebûn, lêbelê dîsa jî Şêx Şabedîn êrîş bi ser wan de bir û di netîceya vê êrîşê de leşkerên tirk şikiyan; 2 top, 10 mîtralyoz û 300 tifing ketin destê leşkerên kurd û herwiha 320 serbazên tirk jî bi dîlîtîyê hatin girtin, lê ciyê dax e, ku di wî şerî de 50 şerkerên kurd jî şehîd ketin. Artêşa tirk ya şikestî ber bi Diyarbekirê ve vekişiya û waliyê Bedlîsê jî bi xwe re revandin. Lêbelê di meha tebaxa heman salê (2 meh piştî serketina kurdan) de firqeyek (kolordu) leşker ji bajarê Diyarbekirê ber bi Bedlîsê ve bo êrîşê bi rê ket û di encama vê pevçûnê de artêşa zordar a Osmanî bajarê Bedlîsê dîsa dagîr kir, lê çi heye ku di nava vê artêşa Osmanî de gelek şerkerên ermen jî hebûn û ji ber ku Osmaniyan hêza ermenan dabûn pêşiya artêşê, lewma jî gelek ji wan hatin kuştin, li beranberî wan jî 20 ji şerkerên kurd hatin şehîdkirin. Belam ev şer bi vî awayî dawî lê nehat, Şêx Şabedîn bi hêza kurd ve li rojhilata bajarê Bedlîsê cebhe girê da û leşkerê Osmanî vekişand nav şerî, di encamê de careke din artêşa tirk şikand û bajarê Bedlîsê ji destê tirkên dagîrker dubare stend.
Lêbelê, ev cihê xebînetê ye û şayanî nexoşiyê ye ku tirkan gelek carî hîsên dînî di eleniya gelê kurd de bikar anîbûn û meyla wan vekişandibû bi ser împeratoriya Osmanî ve; ji bo qezenc û menfîeta xwe û her wiha ji bo berdewamiya otorîteya hukumeta xwe cihêtî û dijberîyên dînî, mezhebî û terîqetî xistibû nav xelqê û bi vî awayî gelek ziyan dabû tevgerên kurdayetiyê ku di vî şerî de jî dîsa heman taktîk bikar anî; hukumeta Osmanî çend şêxên ji terîqeta Qadirî bi vî awayî berê wan bada bi aliyê xwe de; hukumeta Osmanî ji bo feydeya xwe ji şêxên Qadirî yên li qezaya Kefra (?) Şêx Evdilbaqî û Şêx Huseyn Qadirî bikar anîn û wan jî li ser hesabê tirkan îxanetê bi Şêx Şabedîn re kirin; ligel leşkerên tirk êrîş birin bi ser bajarê Bedlîsê de, vêca Şêx Şabedîn ku bajarê Bedlîsê di dest de bû, ji bo ku di nav kurdan de birakujî rû nede; ji bo ku di navbera kurd û kurd de xwîn neyête rêjtin, rabû bajarê Bedlîsê di cih de hişt û vekişiya Muks-Sêrtê û di encamê de tirkan bajarê Bedlîsê bi vî awayî cardin dagîr kirin. Lêbelê Mela Selîm Efendî hetanî bihara sala 1913an jî li mintiqeyê ma, ku herçend hukumeta Osmanî di navenda bajêr de bû lê bes fermanrewayiya wan di nav bajarê Bedlîsê de hebû, hawirdora bajêr bi tevayî di bin hukmê leşkerên kurd de bû. Dîsa herçendî ku di navbera her du hêzên leşkerî (kurd û tirk) de wek ku peymaneke aştiyê hebe jî, lê car bi car di navbera wan de şer derdiket û helbet her du alî jî ji hev gumandar bûn heta 18ê Nîsana sala 1914an ku hukumeta Osmanî ji bajarên Wan, Mûş, Erzirom û Diyarbekir 3 firqe leşker amade kir û êrîş bir bi ser Şêx Şabedîn û Mela Selîm Efendiyê Zaza de. Ku di encama şerekî xwînîn de birayê Şêx Şabedîn Şêx Mehmeşîrîn Efendî û pismamê wan Seyîd Elî Efendî ji aliyê tirkan ve dîl hatin girtin û li Bedlîsê bi tevî 10 kurdên din ve hatin daleqandin û giyanê wan ê pak bo Kurdistanê bû qurban. Ev yek bi Mela Selîm Efendi gelek giran hat û xwest êrîş bibe bi ser Bedlîsê ve; ji bo pêkanîna vê armanca xwe bi rastî berendametiya xweşmêraniyê hilda û di navenda bajarê Bedlîsê de Şevbixwînek pêk anî ku ev jî wisa çêbû: Mela Selîm Efendî ligel 40 peyayên canfîda bi şev çûn nav bajarê Bedlîsê û şer derxistin. Van 40 qehremanên kurd di pêşengiya Mela Selîm Efendî de li navenda bajarê Bedlîsê li hember leşkerên Osmanî 5 saet şer kirin ku di encama şerê wan de 2 Qumandanên alayiyê (Albay), 5 efser û 140 leşkerên tirk hatin kuştin. Ji ber ku di nav tarîtiya şevê de şer pêk dihat piraniya kuştiyên tirk bi guleyên hevûdin hatibûn kuştin, lêbelê piştî ku roj hilat û ronahî kete rûyê erdê hîn nuh wan dikarîbû dor li Mela Selîm Efendî û vî 40 qehremanî bigirtana. Axir di vê dorpêçkirinê de jî pevçûn her berdewam kir û piştî ku 10 qehremanî jiyana xwe fîda kirin, 20 ji wan çepera dijmin şikandin û derbas bûn çûn, lê Mela Selîm Efendî û 10 lehengî xwe avêtin qonsolosxaneya Rûsyayê ya ku li navenda bajarê Bedlîsê bû û heta bi destpêka Cenga Cîhanê ya yekem her li wir man. Lêbelê dema ku Cenga Cîhanê ya yekem dest pê kir, hingê Osmaniyan qonsolê Rûsyayê dîl kirin û her wiha bi vî awayî Mela Selîm Efendî û ew 10 qehremanên ku pê re bûn jî dîl hatin girtin. Bi tawana kurdayetî û bêdînîtiyê li ber deriyê qonsolosxaneyê hatin dardekirin ku 8 roj laşên wan di wî halê daleqandî de hat teşhîrkrin heta ku laşê Mela Selîm Efendî yê pîroz ji serê wî qetiya û bi vî awayî bû qurbanê rêbaza rizgariya Kurdistanê.
Mela Selîm Efendî dema ku çû bin sêdarê temenê xwe 65 salî bû. Li ber sêdarê waliyê Bedlîsê jê re dibêje, “Te gotibû dê Xwedê me muzafer bike, çima tu bi ser neketî?” Hingê Şêx Selîm Efendî di bersiva xwe de wisa ferman dike, “Belê, Xwedê zafer bexşî me kir. Lê ji ber ku di nava me de xayîn hebûn lewma jî Xwedê ji me stend.” Piştî ku viya dibêje, vêca bi hêrs vedigere bi ser walî de û dibêje, “Lê mizgîn li te be!… Ku tu cehennemî yî û dê cihê te jî dojeh be. Çunke, min mafê xwe bi te da zanîn lê te qebûl nekir…” Dû re wisa dewam dike, “Ma ev mirin ne bi tenê ji bo me ye! Lêbelê hûn dê hem li vê dinê û hem jî di qiyametê de rûreş bin! Çunke hukm û selteneta we durû û hîlebaz û fêlbaz û bêbext e. Hûn dê bi van kirinên xwe heta bi heta neçin serî û helbet dê heq bi ser bikeve.” Mela Selîm Efendî bi vî rengî mezinatiyek ji mezinatiya xweşmêrên gelê kurd dide nîşan û giyanê xwe di riya mafên gelê xwe de di bin sêdarê de dibexşîne.
Mela Selîm Efendî peyayekî gewreyê xweşmêr bû. Peyayekî dîndar û welatperwer bû; zana, şaîr û edîb bû. Bi zimanê tirkî û farisî û erebî dizanî û her wiha şarezayê hemû lehçeyên zimanê xwe bû. Dîwana navdar a Mesnewîya Bixarî bi kurdiya kurmancî şerh û tefsîr kiribû. Ji bo îstîqlala Kurdistanê du car çûbû Îstanbolê û çar car jî çûbû Hîcazê. Bi peyayên mezin ên kurd re ku hatibûn surgunkirin û li wan deran zindanî bûn, hevdîtin û guftugo pêkanîbûn. Ger mirov rastiyê bibêje, Şêx Şabedîn gelek car li ber Mela Selîm Efendî digere û jê tika dike ku ew li şûna xwe danişe û dev jê berde, jê re dibêje, “Em radibin qiyamê lê gundî li dû me nameşin…” Lê Mela Selîm Efendî dev ji dozê bernade û guh nade Şêx Şabedîn. Di nav gelê kurd de her digere û ji xebatê xwe nade alî, ji gefxarin û tehdîdên tirkan jî natirse. Helbet îrşada mîllî û dînî bi hev re dikir û her wext viya digot, “Heta nefesa xwe ya dawîn jî di meseleya dînî û qewmîyetîyê de ez dê ji bo gelê kurd bixebitim û ez dê dev ji doza xwe ber nedim.”
Lêbelê, ev jî pêwîst e ku divê em behsa wê bikin û cihê xebînetê ye, ku hukumeta Hemîdîye di navçeyên rojhilata Tirkiyê de, ku ew dever Kurdistan e, 24 alayî artêş ji xelqê pêk anîbû da ku tevgera gelê kurd dorpêç bike û parçe-parçe bike û her bi vî awayî ew şîrêza yekîtî û biratî û ahenga rêkûpêkiyê di nav gelê kurd de çênebe; li hember selteneta Osmanî hêz û şîyana kurdan saz nebe. Ji bilî viya jî Siltan Evdilhemîd van teşkîlatên leşkerî ku ji xelqê kurd pêk anîbû, wan li hember qazaqên rûsî jî bikar dianî. Jixwe, di Cenga Cîhanê ya yekem de sûdeke mezin ji van kurdan wergirt. Lêbelê ev yek ji bo me gelek cihê şermezarîyê ye û gelek fihêt e ku di hemû tevgerên mîllî yên girîng de, ku ji bo serxwebûna xaka pîroz a Kurdistanê û rizgariya gelê kurd bûn, wan rencxwariya gelê xwe kir; ew 24 alayî leşker qet beşdarî û hevkariya tevgerên kurdayetiyê nebû, berevajî ligel tirkan yek bûn an jî li hember rêxistinên rizgariya netewayetiya kurd bêalî sekinîn.
Şermezarî û rûreşî ji bo wan kesan e ku xiyanetîyê bi gelê xwe re dikin. Şanazî bo giyanê pak ê Mela Selîm Efendî û hevalên wî ye.
Wergerandina ji soranî: Roşan Lezgîn
____________
Îsmaîl Heqî Şaweys li Mûsilê di sala 1894 de hatiye dinê. Bavê wî efser bû. Li Silêmanîyê dest bi xwendina sereta kiriye û li Bexdadê temam kiriye. Dû re li Îstanbulê Herbîye xwendiye û wek mulazimê duwem tevî artêşa Osmanî bûye. Di şerê Balqanan de li Selanîkê dîl ketiye. Pişt re vegeriyaye Îstanbulê û di Şerê Cîhanê yê yekem de (1914-1918) wek efser di artêşa Osmanî de şer kiriye. Di sibata 1918 de vegeriyaye Silêmanîyê ku wê demê di navbera Şêx Mehmûd û îngîlîzan de şer hebû û Îsmaîl Heqî Şaweys jî di nav berxwedana kurdan de cihê xwe digre û dibe nûnerê Şêx Mehmûd û bi îngilîzan re hevdîtinan pêk tîne. Piştî şikestina serhildanê di 1919 de di ser Tebrîzê re derbasî Tirkîyê dibe û di 1920 de bi rutbeya yuzbaşî di nav artêşa Tirkiyê de tevlî şerê Arasê yê bi ermenan re dibe. Dû re bi rutbeya bînbaşîtiyê heta sala 1927 tevlî Şerê Rizgarîya Tirkiyê dibe. Piştî ku dev ji efseriyê berdide, diçe Îraqê. Ji wir jî diçe Parîsê. Dîsa vedigere Îraqê û di nav artêşa Îraqê de dibe efser lê îngilîz wî bi teşebusa suîqastkirina qiralê Îraqê tawanbar dikin û ji artêşê tê avêtin. Cardin diçe Parîsê. Di çapemeniya Parîsê de derbarê doza kurdayetiyê de meqaleyan belav dike. Dîsa vedigere Îraqê. Çendekê qaymeqamtiya çend navçeyan dike û ji ber faaliyetên kurdayetiyê ji kar tê avêtin. Welhasil heta dawiya temenê xwe hertim doza kurdayetiyê dike û gelek caran jî cezaya zindanê lê tê birîn û li zindanên cihê radizê. Gelek gotarên wî li kovar û rojnameyan belav dibin. Herwiha du kitêbên wî jî çap bûne. Îsmaîl Heqî Şawey di 12 gulana 1976 de diçe ser dilovaniya xwe.
Ev meqaleya wî ji kitêba “Jiyan û Berhemekanî Îsmaîl Heqî Şaweys, Çapxaney Wezaretî Perwerde, Hewlêr, 2003” hatiye girtin. Di wê berhemê de mêjûya nivîsîna vê meqaleyê nehatiye diyarkirin. Lêbelê di dema Serîhildana Qoçgirîyê de Şaweys, li gor gotina wî, ew di Cepheya Rojhilatê de bi rutbeya bînbaşîtiyê di nav artêşa Tirkiyê de efser bûye (1920-1927) û ji vê nivîsa wî jî dixuye ku wî ji nêz ve serîhildana Qoçgiriyê şopandiye.