MEYÊ MEY DA
Cîgerxwîn:
-Mey da me; mey ji lêvan
Dest çûne her du sêvan
Li min ku bûye mêvan
Dev kûpikê şerabê…
Maral:
-Derî li ber min vekir
Şahî bi ser min ve kir
Wexta hat, sing tewaf kir
Mest kir dengê ribabê…
Cîgerxwîn:
-Ez tu; mirov û candar
Jîndar û pir evîndar
Di jînê da ne bêpar
Wer rûnê malxerabê…
Maral:
-Dest bigir bib eywanek
Em her du bibin canek
Peyda bibe seyranek
Maç bik lêvên şebabê…
Cîgerxwîn:
-Em tevda ax û av in
Yek in; meger du nav in
Wek sorgul û gulav in
Lê kî bidî cewabê…
Maral:
-Seyda, tu guh bide min!
Ya min ne tirs û xem in
Yê wek te jixwe kêm in
Tu vexwe ji şerabê…
Cîgerxwîn:
-Maçan go em bidin hev
Por li dêman bikî şev
Da mey vexwim ji nêv dev
Mirin go tê, bila bê…
Maral:
-Şeva bi te bihar e
Gul û reyhan dibare
Li hev bikin dubare
Weke tewafa kabê…
Cîgerxwîn:
-Ne hov, xwînxwar û dîn
Lêvşeker û Cîgerxwîn
Sermayeyê me ev jîn
Ra li derdê me nabê…
Maral:
-Jixwe her tu yî Seyda
Tehma meyê li me da
Serxweş im ji vir şûn da
Ne xem e go mirin bê…
_____
Ev helbesta mamosta Cîgerxwînî ku Maralê li ser nazîre nivîsandiye ji "Cîgerxwîn, Dîwana 8. Aşitî, Çapa 5., Avesta, Îstanbul 2014, r. 135" hatiye girtin.
Resim: Ivar Janson