Navên Erd û Semtên Hewrê*
Hevşeyê Xalê Mûsa, Darê Zilikê
Xamê Çiya û Xerabeyê Eyşikê
Erdê Belekê û Berê Şikeftikê
Bênderê Şikokê û hem Bênderikê
Hemekê, Erdê Mihemedê Emikê
Seqyan, Berê Kozikê, Rezê Gozikê
Banê, Erdê Tihokê, Erdê Xatikê
Tiwên Bêwaneyê û Tirba Qîmikê
Erdê Simaqê û Berê Qulegurê
Erdê Mihê Hesê û Erdê Hinarê
Çala Qantirê, Avrêja Entîcarê
Sêhacê, Panavê, Dehlê, Entîcarê
Newala Avrêjê, Erdê Şewateyê
Maziyaran, Lemê û Çala Kûreyê
Kaniya Çargoşe û Diyarê Çayê
Bargan, Qula Avê û Binê Kanîyê
Pêşê Gund, Erdê Esaf û Eloboço
Kanîya Simê Qerece, Erdê Şeko
Erdê Elîyê Şerîf û Erdê Mişko
Bîra Mala Qasim, Xerabeyê Berko
Hûsoyê Mela Elî, Kanîya Mîrzo
Xerabeyê Eyûb, Xerabeyê Dewro
Rezê Zolê, Dibûriyê Erdê Aro
Darê Mala Cemal, Erdê Hesê Pîro
Bênderên Kumirê Rezan, Bîra Ebo
Erdê Leblebçî û Xerabeyê Bûbo
Tiwa Helika Fîsî, Diyarê Hulo
Erdê Mardilî, Beleka Fetê Mehmo
Girê Sorî û Erdê Ehmedê Evdo
Erdê Haviz, Lema Dirêj, Erdê Kodo
Gomika Beyzo, Sekûyê Hesê Sehdo
Bostanik, Erdê Helika Diya Zendo
Çeqmaq, Lema Qutoyê Mala Teteran
Berê Gomê û hem Kanîya Osmanan
Erdê Kerrê, Beleka Mala Osmanan
Kepira Nator û Gora Silêmanan
Rezê Mala Elîyê Hecî, Fetlikan
Çala Elîyê Zerayî û Kunikan
Erdê Elîyê Qasim, Cirnika Îskan
Rezên Nava Dar û Bênderên Tehtikan
Herîkolk, Erdê Oso û Dibûrîyan
Xerabeyê Sofî, Kaniya Kesmeyan
Mişmişa Eywaz, Rezê Diyar, Seqîyan
Kendalê Gewr, Binê Tehtê û Pîrdelan
Dibûrî, Xerabeyê Eloş, Kaşikan
Kevirê Çovan, Erdê Şaxê, Tehtikan
Erdê Mala Elîbiş, Bênderên Lokan
Xerabeyê Mihê Welî, Rasta Lokan
Binê Gûzê, Kumirê Mala Mêlîgan
Girê Xalit, Nava Dar, Bênderên Bargan
Beleka Xalê Reşît, Newala Bargan
Erdê Koçer, Erdê Çalê, Rasta Bargan
Diyarê Çawîş, Şehban, Binê Xeraban
Erdê Salo, Mezelan, Nava Xeraban
Kevirê Qul, Beleka Mezin, Xeraban
Çala Elîyê Piçûk, Kumirê Şehban
Xerabeyê Mezin û Girê Mehîran
Xerabanê Mala Elîbiş û Kelhan
Bênderên Lemê û hem Kumirê Rezan
Mela Îbrehîm, Erdê Gir, Bîra Qasan
Xerabeyê Malê û Gola Şivanan
Erdê Hincîlê û Bûrika Mûradan
Zevîya Dar, Diyarê Dehlê, Goşmîgan
Diyarê Gomê, Berê Malê, Berojan
__________
*Hewrê gundekî bi ser Licê ve bû lê di sala 1991ê de dan ser Karazê. Navê gund, navekî tebiî ye ku ji tewirekî sipîndaran tê, lê dewleta tirkan navê wî kiriye “Yazıköy”. Hewrê qasê 3 kîlometre li alîyê bakurê Karazê dikeve. Li alîyê rojhelatê Hewrê Dêrûn û Fîs, li alîyê bakurê wê Zera, li alîyê rojhelatê wê jî Şeqlat heye.