Şareza
Yayınlanma:
Güncelleme:
Hemîd Hewrewî
Wele rast e, şareza yî
Dizanim ez, tu hosta yî
Çavên bêyom nebînin te
Kurdîhez dihebînîn te
Tu parastî, bijî her dem
Dûrî te bin derd, kul û xem
Tu îlham î, ji bo xaman
Didî me tu fikir, raman
Dest davêjin em qeleman
Vedibêjin tim eleman
Serbilind im bi te Memê
Bi sihet be tu, her demê
Paşnavê te ku Miksî ye
Rêberê te jî Feqî ye
Feqî ku hevalê teyran
Mirov jê re dibe heyran
Bi saya we dikim nivîs
Bila kor bin çavên xebîs
Malavayî dibêjim ez
Ji yên wek te her dikim hez
Bijîn hûn tev bextewarî
Û tim şa bin bi vî warî
Bes Hemîdo, te dil rijand
Tiştê hebû, te tev pijand
Amed, 12.03.2019
Bu haber toplam 3818 defa okunmuştur
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.