Li Ser Kurdî Tesîra Wergerê
Merivên ku bi zimanên cihê qise (*) dikin ji bo ku têkilî bi hev re daynin, ji hev têbigihên û hevûdin nas bikin, ji mêj ve hewceyê wergerê bûne. Werger, encama têkoşîna merivan a têgihîştin, pêzanîn û nirxandinê ye. Yan jî, meriv bi rêya wergerê xebat û têkoşîna xwe ya fikrî, zanistî, hunerî û tecrubeyên xwe yên din li nav miletên derveyî xwe belav dikin. Ji vê çendê, werger tim deriyê cîhana fikir û xeyalên nuh vedike. Eger werger nebûya, milet ji tecrubeyên hev xeberdar nedibûn. Hingê, pêşdeçûna medenîyeta cîhanê jî ewqas hêsan nedibû. Bi saya wergerê ye ku di navbera kultur û medenîyetên cihê de pird çêbûne, meriv û miletan ji zêhn, edet, keşf û fikrên hev îstîfade kirine. Herwisa, bi saya wergerê ye ku li cîhanê kultur, edet û fikrên mişterek çêbûne; civatên cihê di hîs, fikir û tecrubeyên mişterek de gihane hev.
Werger, ew tiştê ku di zimanekî de îfade bûye, eynî tiştî îcar di zimanekî din de bi awayê ku ji her alîyî ve teqabulê wê bike, ji nuh ve îfadekirin e. Ji ber ku werger bi xwe xebateka li ser zimanan e, hingê di prosesa wergerê de ziman bi xwe jî pêş ve çûne. Di encama wergerê de zimanan tesîr li hev kiriye; bitaybetî kapasîteya zimanê ku lê hatiye wergerandin fireh bûye; qabîliyetên nuh yên îfadekirinê, peyv, îdyom û termên nuh qezenc kirine. Her ku werger zêde bûye, di zimanan de dewlemendîya vegotin û îfadeyê pêş ve çûye. Wekî mînak, ev zimanê Tirkî ku niha ewqas pêş ve çûye û dewlemend bûye, di bingeha wî de weger heye. Wezîrê perwerdeya milî yê wextekê (1938-1946) Hasan Âli Yücel di dema wezîrtîya xwe de kampanyayekê dide destpêkirin. Bi îmkanên dewletê gelek klasîkên cîhanê dide wergerandin. Piştî van wergerandinan e ku zimanê Tirkî wisa dewlemend bû û pêş ve çû. Herwisa, bi saya wergerê ye ku edebiyata tirkan pêş ve çû, bû xwedîyê şexsîyet. Helbet zimanê Farisî û Erebî ji berê de zimanên xurt û dewlemend bûn lê ew jî bi saya wergerê pêş ve çûn, herwisa, li Îranê jî û li nav ereban jî fikrên modern, edebîyat û rexneya modern di encama wergerê de pêk hat.Merivên ku bi zimanên cihê qise (*) dikin ji bo ku têkilî bi hev re daynin, ji hev têbigihên û hevûdin nas bikin, ji mêj ve hewceyê wergerê bûne. Werger, encama têkoşîna merivan a têgihîştin, pêzanîn û nirxandinê ye. Yan jî, meriv bi rêya wergerê xebat û têkoşîna xwe ya fikrî, zanistî, hunerî û tecrubeyên xwe yên din li nav miletên derveyî xwe belav dikin. Ji vê çendê, werger tim deriyê cîhana fikir û xeyalên nuh vedike. Eger werger nebûya, milet ji tecrubeyên hev xeberdar nedibûn. Hingê, pêşdeçûna medenîyeta cîhanê jî ewqas hêsan nedibû. Bi saya wergerê ye ku di navbera kultur û medenîyetên cihê de pird çêbûne, meriv û miletan ji zêhn, edet, keşf û fikrên hev îstîfade kirine. Herwisa, bi saya wergerê ye ku li cîhanê kultur, edet û fikrên mişterek çêbûne; civatên cihê di hîs, fikir û tecrubeyên mişterek de gihane hev.
Çawa ku dixuye, prosesa wergerê ji bo miletên cîranên kurdan û zimanê wan rewşeka pozîtîf e. Lêbelê meriv nikare bibêje ku prosesa wergerê ji bo kurdan û zimanê Kurdî jî ewqas pozîtîf e. Çimkî xebatên wergerê, bitayebetî wergerên ku ji zimanên neteweyên serdest bo zimanê Kurdî çêbûne, li ser struktura zimanê Kurdî tesîreka xirab kirine, taybetîyên zimanî yên Kurdî xirakirine.
Di nav kurdan de pêşdeçûna edebîyat û fikrên modern jî, her wekî miletên cîran, bi saya wergerê çênebûye. Çimkî zimanê Kurdî li her çar perçeyên Kurdistanê yan ji binî ve qedexe bû yan jî ji îmkanên perwerde û medyayê bêpar bû. Hingê entelejensîya kurdan li ser bingeha fêrbûna zimanên neteweyên serdest çêbû. Yanî, kurdan ne ku bi zimanê xwe, bi zimanên neteweyên serdest edebîyat û fikrên modern nas kirin.
Li Kurdistana Bakur, bitaybetî zimanê nivîskî yê dîyalekta Kurmancî, di bin tesîra Tirkî de ye. Çimkî ji danîna vê dewletê bi vir de, em dev ji nivîsînê berdin, qisekirina Kurdî qedexe bû. Ev tê zanîn ku bitaybetî li navendên bajaran demeka dirêj Kurdî bi awayekî tund hat qedexekrin, paşê jî, tim hat tehqîrkirin. Lewre hemî nivîskarên kurd di temenê xwe yê zarok de di proseseka sîstematîk a asîmîlasyonê re derbas bûn; xwendin û nivîsandinê bi riya perwerdeya zimanê Tirkî fêr bûn.
Rewşa edîb û nivîskaran ev e. Îcar rewşa zimanê kurdî, yanî, ew zimanê ku edîb û nivîskarên ku bi zimanê neteweya serdest perwerde bûne, dê bi hîsên neteweperîyê wî geş bikin, pê binivîsin û bikin zimanekî aktuel û pêşveçûyî, çawa bû?
Em wisa bifikirin. Zimanek ku bi qasî sed salî qedexe bû. Berhemên wî yên nivîskî gelek kêm bûn, yên ku hebûn jî veşartî bûn, ji ber destê xelqê gelek dûr bûn, heta ku nedihatin zanîn. Ji alîyê din, zimanê Kurdî ne zimanekî homojen e, berevajî, zimanekî pir-lehçeyî, ku her lehçeyek jî xwedîyê bi dehan devokî ye. Lehçe ji hev tênagihên, hema bibêjin ku devokên di nav lehçeyan de jî ji hev tênagihên. Zimanekî bi tevayî gotinkî.
Eger em xebatên ku di salên 1930î de li Şamê çêbûbûn nehesêbin, yanî prosesa kovara Hawarê ne têde, li Kurdistana Bakur destpêka edebîyata her du diyalektên Kurdî (Kurmancî û Zazakî) kovara Tîrêj e. Hejmara pêşî ya kovara Tîrêjê di payîza 1979an de li metropolên Tirkiyê, li bajarê Îzmîrê weşîya. Jixwe piştî ku hejmara sisêyan ya kovarê diweşe, ku hîn tesîreka wê li ser xwendevanan çênebûye, cûntaya leşkerî li 12ê eylula 1980yan dest datîne ser îdareya Tirkîyê, her tişt di bin paletên tankên leşkeran de careka din dipelixe û tune dibe. Beşek ji roşinbîrên kurdan ku direvin derveyî welêt, li Ewropayê dest bi xebata nivîsîna Kurdî (Kurmancî, Zazakî) kirin. Lê xwendevanên li Kurdistanê, her wekî xebatên ku li salên 1930î li Şamê çêbibûn, bi awayekî senkronîk ji van xebatan jî xeberdar nabin. Ancax panzdeh sal di pey re, rojname û kovarên Kurdî hêdî-hêdî li Tirkîyê dest bi weşanê dikin. Ev prosesa ku li navîna salên 1990î dest pê kir, bi gelek zor û zehmetîyan be jî, meriv dikare bibêje ku bênavber dewam dike.
Bi vî awayî pêşveçûna zimanê Kurdî bi awayekî xwezayî çênebû. Eynî wisa, di Kurdî de werger jî bi awayekî xwezayî pêş ve neçû. Bitaybetî zimanê nivîskî yê diyalekta Kurmancî ji alîyê gramer û qaydeyên zimanî ve gelek biproblem pêş ve çû. Di serî de, navendek ku ji pêşveçûna zimên re pêşengîyê bike nîn bû. Esas, ne ku ez dibêjim navend nîn bûn, hebûn. Lê navendên ji hev cihê û heta bi dereceyekê ji hev bixeber bûn. Mesela, kurdên Qafqasyayê (Ermenîstan) navendek, kurdên diasporayê navendek (Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, diyasporaya li Swêdê), metropolên Tirkiyê navendek (Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û hwd.), dezgeyên Behdînanê navendek. Hinek navendan heta bi demekê li ser alfabeyê jî li hev nekirin. Gelek roşinbîrên kurmanc her yekî ji alîyê xwe ve kitêbên gramerê, meqaleyên ku qeydeyên nivîsînê bo xwe kirine amanc dan weşandin. Hejmareka gelek zêde weşanxane, kovar, rojname û malperên Înternetî, ewqas jî redaksîyonên ji hev cihê çêbûn. Vê pirnavendîyê di Kurmancî de bêserûberîyekê çêkir; bitaybetî di warê standardkirina peyvan, tesbîtkirina qeydeyên gramerê û afirandina termînolojîyeke mişterek de rewşeka nêzîkî kaosê bi xwe re anî. Digel ku kategoriyeke pisporên Kurmacî hebe jî çi heyf ku piranîya nivîskarên kurmanc qet hay jê nîn in ka çiqas zirarê didin Kurmancî.
Xirabtir*n rewş di warê wergerê de ye. Helbet wekî ferd nivîskarên ku baş hakimê zimên in, yên ku zimên rast bikar tînin hene lê bi giştî rewşa Kurmancî di warê nivîsînê de baş nîn e. Çimkî li Kurdistana Bakur gelek metin, metnên xeberên rojname û televîzyonên ku rojane weşanê dikin, bitayebtî malperên Înternetî ji zimanê neteweya serdest (Tirkî) biecele û motamot tên wergerandin. Jixwe piranîya kitêbên ku li Kurmancî hatine wergerandin, ji zimanê neteweyên serdest in. Kesên ku karê wergerê dikin, bi giştî qeyde û mentiqa zimanê Kurdî baş nas nakin, hakimê zimên nînin. Û jixwe mekanîzmayeka kontrolê, redaksîyoneka biserûber qet nîn e. Piranîya wan wisa bawer dikin ku ziman tenê bi peyvan dibe ziman. Lewma di peyvan de, ortodoksîyeka req nîşan didin, ji ber xwe ve peyvên ku li mentiqa zimanê Kurdî nayên, bi mentiqê Tirkî lê bi Kurdî çêdikin. (Pratîka Kurdî ya xwerrûkirina Tirkî!) Lêbelê ji alîyê sedaqeta bi qeydeyên bingehîn yên zimanî de gelek laqayt in.
Mesela, hevokeka wisa: “Ev xuyang vebijarkeke jêneger e.”
Motamot bi mentiqê Tirkî, yanî: “Bu görüntü vazgeçilmez bir seçenektir.”
Li vir, peyvên “xuyang”, “vebijark” û “jêneger” bi mentiqê Tirkî hatine çêkirin, yanî ev peyv ji peyvên Tirkî hatine wergerandin. Wekî mînak, peyva “xuyang” hîç li mentiqê Kurdî nayê. Çimkî di Kurdî de tiştê dixuye aktîf nîn e, yê dibîne aktîf e, lewre ne ku ji koka “yê dixuye” ji koka “yê tê dîtin” ev peyv (dîmen) çêdibe û jixwe heye. Ew her du peyvên din jî gelek biproblem in lê ji bo ku dirêj nebe ez ê li vir li ser nesekinim.
Ya rast, bi vî awayî, metnên ku werger nebin jî gelekê wan bi mentiqê Tirkî têne nivîsîn. Yanî, nivîskar bi Tirkî difikire lê bi Kurmancî dinivîse. Esas ev jî cureyekî wergerê ye: ew wergera ku di nav hiş de dibe. Wekî mînak, nivîskarekî kurmanc ku kitêbên wî yên helbestan, yên çîrokan û gelek gotarên wî weşîyane, herwisa, çend xelat jî girtine, lê dikare bibêje: “[Nobedaran] çiwîk nedifirandin!” Îdyoma tirkan ya “kuş uçurtmamak” motamot wergerandiye ku di Kurmancî de tu mehnayeka wê nîn e. Yan jî, ferhengçêkerekî kurmanc dikare idyoma tirkî “aklını kaçırmak” wekî “aqilê xwe revandin” motemot adapteyê Kurmancî bike ku hîç ne mumkin e li mentiqa Kurdî were.
Ziman wekî organîzmayekê zindî ye, dikare biguhere; bitaybetî di xebatên wergerandinê de kapasîteya xwe firehtir bike, îmkanên xwe zêdetir bike, qeydeyên xwe hêsantir bike. Lêbelê dema ku tesîra zimanê orîjînal li ser çêdibe, rast nîn e ku taybetîyên xwe yên karakterîstîk ên bingehîn, mentiqa xwe û ya girîngtir jî sîstema xwe xirabike. Ji ber ku zimanê Kurdî, zimanê neteweyeka bidest e, ya rast, ji ber ku di bin tehdayeka tund de bû, gelek dereng li ser xebat hatiye kirin. Ji vê çendê, bitaybetî bi riya wergerê têde gelek texrîbat çêbûye. Lê ev nayê wê mehnayê ku ev texrîbat dê daîmî bin. Eger navendên cihê yên ku hene, hemî xwe di navendekê de bigihînin hev, çi xebatên ku heta niha çêbûne li ber çav bigrin û li gorî polîtîkayeke rast qeyde û standardên mişterek tesbît bikin, ya muhîmtir, li ser van qeyde û standardên mişterek perwerde çêbibe, mimkun e ku Kurmancî xwe ji bin tesîra qeydeyên zimanên neteweyên serdest biparêze.
_________
(*) Min bi zanebûn negot “axaftin” gotina “qise kirin” tercîh kir. Çimkî kird (zaza, kirmanc, dimilî) hemî dibêjin “qiseykerdiş”, soran dibêjin “qise kirdin” û ez ne şaş bim hewramî (goran) û lûr jî vê gotinê bikar tînin. Herwisa beşeke mezin ya kurmancan jî dibêjin “qise kirin; qesî/qezî kirin” lê gotina “axaftin” ku tenê di herêmeka teng de ji alîyê hinek kurmancan ve dihat gotin li van salên dawîn di şêwezara Kurmancî de pêş ve hat û bû peyva standard. Bi vî awayî zirar da hevparbûn (mişterekîyet) yan jî lihevnêzîkbûna şêwezarên Kurdî û têgihîştina di navbera şêwezaran de zehmettir kir.
Nivîskarên kurmanc ji alîyê forma peyvan ve jî guh nadin hevparîya di navbera şêwezaran de. Nimûne, gotina “meriv” ku di nav hemî şêwazarên Kurdî de teqrîben bi vê formê tê gotin lê kurmancan li van salên dawîn bi zordayîneka bêmentiq forma “mirov” ku li herêmeka teng ji alîyê hinek kurmancan ve dihat gotin bikar tînin. Di eslê xwe de forma “meriv” li gorî qeydeyên Kurmancî ye û ev form bi formên şêwezarên din re jî nêziktir e. Nimûne: di Zazakî de forma vê gotinê “merdim” e. Ger meriv bide ber hev, dê bixuye ku formên “meriv” û “merdim” nîsbet bi “mirov” û “merdim” ji hev nêzîktir in.
Bi vî awayî bi hezaran peyv hene. Û ez dixwazim bibêjim ku li van salên dawîn nivîskarên kurmanc şêwezara Kurmancî ji şêwezarên din ên Kurdî jî bi dûr xistine. Lewre têgihiştina di navbera şêwezaran de zirar dîtiye. Heta ku rê xweş kirîye ku beşek ji kurdên zaza bibêjin em kurd nînin, çimkî em û kurmanc ji hev tênagihên!
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.