Kitêba Miqedes

Kitêba Miqedes
Necat Zanyar

Pêşîyên Kurdan ji bo berhemên pîroz “kitêb”, ji bo yên din “pirtûk” gotine. Ez ê di vê nivîsê de gotina “kitêb”ê bi kar bînim.

Di dîroka mirovahîyê de gelek metin û pirtûk rasterast wek kitêbên miqedes (pirtûkên pîroz) hatine dîtin û bi hezar salan bandoreke mezin li civak û miletan kirine. Tewrat, Zebûr, Încîl, Quran, Vîda, Trîpîtaka, Wou Kîng, Avesta, Mishefa Reş, Serencamname hinek ji wan in.

Peyva pîrozbûnê bi xwe pêşbiryarekê pêk tîne û gelek derî û paceyan li ber têgihîştinê digire. Xwendina kitêbên miqedes pirî caran mirovan ji rastîyê dûr dixîne. Lê bi mêzîna aqil û zanistê, bersiva gelek pirsan jî di xwe de dihewîne.

Kitêba Miqedes ji Tewrat, Zebûr û Încîlê pêk tê. Ji bo her duyên pêşî Peymana Kevin, ji bo Încîlê jî Peymana Nû tê gotin.

Peymana Kevin, kitêba miqedes ya Cihûdan e. Bi Îbranî û Aramî hatiye nivîsîn. Ji 3 beşan pêk tê: Pirtûkên qanûnê, Pêxember û pirtûkên dîrokê, mezmûr.

Peymana Nû (Încîl) bi Grekî hatiye nivîsîn û bi giştî ji jîyannameya Îsa û peyrewên wî pêk tê. Fille, her du peymanan jî miqedes dibînin.

Dema mirov Kitêba Muqedes bigire destê xwe, divê ne li benda pirtûkeke weke Quranê be. Ne bi şêwaz, ne bi naverok. Tenê Zebûr ji ber helbestkî ye, dişibihê.

Ez naxwazim Quranê û Kitêba Miqedes bidim ber hev. Lê diyartirîn cudahî ev e: Qur’an bi zimanê Xwedê diaxive û metnekî krîstalîze ye. Kitêba Miqedes bi zimanê mirovan e. Bi qencî û xirabîyên xwe li hemberî me dîmenekî mirovî heye. Xweda jî antropomorfîk e. Hinek caran Mûsa qehra wî aş dike... Pêxember mirov in; ne milyaket. Guneh û sûc û qisûrên wan hene. Dawud dema Bet Şeba dibîne dil dikeviyê, mêrê wê Ûrya dişîne sengerên şer yên mirinê, piştî ku di şer de dimire, bi jina wî re dizewice û ji vê zewacê Silêman çêdibe. Çîrokên bi vî awayî pir in.

Di rûpelên destpêkê yên Tewratê de Afirandin heye. Çîroka afirandina mirovî. Gelek balkêş e. Xwedê Adem ji axê diafirîne, henaseya jîyanê pif dike pozê wî. Wî datîne Adenê, ku li rojhilat e. Çar çem tê de diherikin: Pîşon, Gîhon, Dîcle, Ferat. Dara zanîna başî û xirabîyê, lê qedexe ye.

Ji bo ku Adem tenêtî nekişîne, wek alîkar jin tê afirandin. Erê! Di hemî kitêbê de ziman û awir, pederşahî û patrîarkal e. Ji bo ji wê darê bixwin, çavê wan vebe, qencî û xirabîyê ji hev derxin, mar wan dixapîne. Jin jê dixwe, dide Ademî û çavê wan vedibin. Serpêhatî bi vî awayî dest pê dike. Têra xwe hûrgilî hene.

Tewrat tim weke beşên destpêkê ne fantastîk e. Ji ber ku kitêbeke neteweyî ye. Weke kronîka Cihûdan e. Dîrok û dara êl û eşîrên wan e. Yahûdî (Cihûd) neteweya bijarte ya Xwedê ne. Dema mirov Tewratê dixwîne çêtir fêm dike bê Cihûdan çawa di nav wan pêl û bobelatên dijwar ên dîrokê de hebûna xwe parastine û winda nebûne.

Piştî qanûnên cezayên kuştinê, hişkî û tundîya Tewratê, mirov di rewanîya Mezmûran de hinekî bêhna xwe vedide:

Ewê ku gihaye zanînê, bextewar e

Ew ê ku hiş dîtiye

Zanîn dara hebûnê ye, ewên ku xwe pêgirtine bextewar in

Pesnê aqil û zanînê tê dayîn, ji ber ku “Rebî bingeha cîhanê li ser zanînê danîye”. (Pendên Silêman, 3:13, 18, 19)

Îcar beşa Neşîdeya Neşîdeyan (Newaya newayan) bi her awayî helbesteke erotîk e. Jin wiha hesreta yarê xwe dikêşe:

Bila min bi lêvên xwe ramûse heta dikare

Lewra hezkirina te ji meye şîrîntir e

Sermestî heye di vê beşê de:

Ax, çiqas delal î, hezkirîya min, ax, çiqas delal

Her çavekî te weke kevokekê! (Zebûr, Newaya Newayan, 2:15)

Încîl ji yên din bêtir kitêba dilovanî, dilsozî û dîn e. Îsa tim şîretên xwe bi mîsalên balkêş dike. Derî ji hiş re vedike. Yehyayê Waftîzkar berîya Îsa derketiye û nav daye. Qralê herêmê Hîrodes bi daxwaza Hîrodyaya jina Filîpûsê birayê xwe, Yehya dide girtin. Di pîrozbahîya rojbûna Hîrodesî de keça Hîrodya wek xelata reqsa xwe serê jêkirî yê Yehya dixwaze û serê wî tê jêkirin. Çîrokên wisa balkêş hene.

Îsa, mafê mirovan di ser îbadetan re digire. Li hemberî dînfiroşan têdikoşe: “Ez ji we re vê bibêjim, rastbûna we heta ku ji rastbûna alimên Tewratê û Fêrisîyan zêdetir nebe, hûn esla nikarin têkevin Hukimranîya Semawî.” (Metta, 5:20)

Di Încîlê de beşê Metta, Marqos, Lûqa û Yûhenna bi giştî dubareya heman çîrokê ne. Her yek bi şêwaza xwe. “Destpêkê gotin hebû” hevoka yekem ya Yûhenna ye. Û bi ya min di Încîlê de beşa herî xweş jî ev e.

Tewrat netewe û dîrok e, Zebûr hest û helbest e, Încîl heqîqet û irfan e. Di her sêyan de jî çêja miqedesîyê heye. Yan ji ber pêşbiryarê, yan ji ber carinan Reb diaxive, yan jî ji ber metnên hezar salan in. Lê heye. Zêdetirîn di Încîlê de.

Mirov li pir gotin û vegotinên Quranê û yên misilmanan rast tê. Ji ber ku çavkanî yek in û dîn eklektîk in. Mînak: “Dema ku hûn ji yekê muhtac re alîkarîyekê dikin, bila destê we yê çepê nizanibe destê we yê rastê çi dike.” (Metta, 6:3)

Di Kitêba Miqedes beşa Yeşeya de pêşîyên Kurdan Medî wek neteweyek ku “Qedir nadin zîvî, ji zêran hez nakin” tên nasandin û tê gotin ku Xwedê bi destê wan dixwaze “quretîya Kildanîyan ya bilind, qralîyeta herî delal Babîlê” birûxîne.

Dema mirov kitêbên miqedes dixwîne, rewş û refleksên civakan çêtir têdigihîje. Bi taybet şaristanîya rojava û cîhana misilmanan. Pêwîstîya misilmanan bi daketina erdê heye, ya Fille û Cihûyan bi derketina asîmanan. Lê ew bi balafiran pêdivîyên xwe dibînin. Divê misilman bibin “mirov”.

Nexwe em vegerin destpêka afirandinê. Belkî çar çemên li Adenê mîtolojî, dîn, felsefe û zanist bin. Her duyên pêşî xewn û xeyal (şev), her duyên din hiş û hebûn (roj). Hev temam dikin. Me ji serpêhatiya mirovahiyê agahdar dikin.

Mirovahî çawa amûran diafirîne, bi wan pêwîstîya xwe û pêşîya xwe dibîne. Lê dîsa bi heman amûran mêjîyê xwe dixitimîne, jîyanê difetisîne. Rast e: “Ez ji te re heqîqetê bibêjim, kesek heta ku ji nû ve newelide, nikare Hukimranîya Xwedê bibîne.” (Yûhenna 3:3)

Bu haber toplam 83 defa okunmuştur
HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.