Hunermendê Kurd Riza Topal Mir

Hunermendê Kurd Riza Topal Mir
Resam, helbestvan û nivîskarê kurd Riza Topal li roja 7 sibat 2025, di 91 salîya xwe da li bajarê Almanya Berlînê mir.

.

Resam û wergêrê Kurd Riza Topal di roja 15.10.1934 de li gundê Mazgêrtê Hulmanê hatiye dinyayê. Dibistana sereta û navîn li mektebên yatilî xwendine, paşê ji Akçadağ Öğretmen Okulu ya Meletîyê mezûn bûye û di sala 1957an de li Çewlîgê dest bi mialimîyê kiriye. Demekê jî li Hekarîyê mialimî kirîye. Di dema mialimîyê de dest bi çêkirina resiman dike. Di sala 1968an de diçe Almanyayê û li wir dimîne. Riza Topal di roja 7 sibat 2025an de çû rehmetê. Di vîdeoya li vê lînkê de hunermendê Kurd Luqman Ehmedî hevpeyvînek bi Riza Topalî re kiriye û di roja 25.11.2019 de, li ser kanala xwe ya Youtube weşandiye.
Ev nivîsa jêrîn jî, hunermendê Kurd resam Serhad Bapîrî piştî mirina wî nivîsîye û li rûpela xwe ya Facebookê weşandiye. Min piştî hinek sererastkirinan neqlê vê derê kir.
(Roşan Lezgîn)

* * *

Resam, helbestvan û nivîskarê kurd Riza Topal Hulmanî li roja 7 sibat 2025, di 91 salîya xwe da li bajarê Almanya Berlînê mir.

Piştî ku ez di sala 1984an de wek penaber gihîştim Yunanîstanê, li wan salan, di hin weşanên kurdan da min çend resimên wî dîtibûn. Di sala 1991ê da min kataloga pêşengeha wî ya bi navê “Riza Topal – Ein Kurdischer Maler” (Riza Topal - Resamekî Kurd) ji Enstîtuya Kurdî ya Parîsê kirî û bi rêya postayê kete destê min. Di sala 2006an û pê va me gelek car bi telefonê dûrûdirêj bi hev ra xeber daye û her wusa jî me ji hev ra name şandine. Ewî CDyên bi fotografên berhemên xwe, nivîs û wergerên xwe ji min ra şandine û her wusa çend monotîpên xwe jî wek dîyarî ji min ra şandine û min jî her du katalogên berhemên xwe yên grafîkî jê ra şandin.

Di sala 2007an da min nivîsek bi navê “Riza Topal: Siwarê Gernas û Helbestvanê Rengan” li ser hunera wî nivîsî. Di rastîyê da ev nivîs nameyekî min bû ji bo kekê Xelîl Duhokî, paşê li ser daxwaza kekê Xelîl wek nivîs di kovara Nûbûnê da, ku hingê kekê Xelîl Duhokî li Duhokê derdixist weşîya û paşê jî di gelek malperên kurdî da. Ev nivîs “hewar”a min bû, ku min balê dikişand ser hunermendîya Riza Topal û di siberojê da ka gelo ê çarenivîsa berhemên wî çewa be? Mixabin, hewara min çû li dîwarê bêdengî û bêbaldarîyê ket, ji başûrê Kurdistanê tu kesekî xweyê hêz û berpirsîyarên sazîyan bala xwe neda hunera Riza Topal.

Di sala 2013an da bi rêya telefonê min ji hevalekî xwe yê nas ku di warê aborî da rewşa wî baş bû û li Berlînê dijîya xwest ku here Riza Topal bibîne û bi siberoja berhemên wî ra elaqeder bibe. Tiştê ku min jê xwestî da mesref tune bû, tenê elaqederbûn û hişyarîya ji bo vî hunermendê me yê mezin hebû. Ka gelo dikaribû alîkarîya wî bikira da ku ew ji nav kirasê bêdengîyê û bêbaldarîyê derketa, ka gelo di saxîya xwe da ê bikaribûya bidîta ku ev bi hezaran berhemên ku di gelek dehsalan da afirandine, piştî mirina wî dê belawela û wenda nebûna, dê bihatana parastin û bibûna mal û milkê miletê Kurd? Hevalê min, bi gotinên xweş sozê da min, lê “soz bû toz”, neçû û Riza Topal nedît jî. Piştî vê yekê, ez bi kekê Rûşen Arslan ra ketim nav têkilîyê, min jê ra behsa Riza Topal kir û min got eger Weqfa Îsmaîl Beşîkçî (WÎB) bikare bila li wir (li Stenbolê) pêşengehekî bi berhemên wî pêk bîne. Kekê Rûşen hingê di rêveberîya WÎBê da bû. Ewî sozê da min ku dema ku here Almanya’yê, dê here Riza Topal bibîne. Soza xwe anî cî û bi tevî kekê Recep Maraşli çûn Riza Topal dîtin. Di 2015an da, bi hevkarîya WÎB, li Stenbola Tirkîye pêşengeha ferdî ya Riza Topal li Cezayîr Restaurantê da pêk hat.

Pêşengeh di şahîya salvegera avakirina WÎBê da çêdibe, min haya xwişka xwe Rewşanê ji vê pêşengehê kiribû, ew jî çûbû vê şeva Cezayîr Restaurantê. Xwa min ji min ra got “Keko, kesî bala xwe nedida berhemên hunermend, berhem wekî çerezan bûn di şahîya Weqfê da.” Pêşengeh ji bo Riza Topal trajîk bû, di şeva vekirina pêşengehê da li Cezayîr Restaurantê hinek alîgirên rêxistinê “ji bo azadîya A. Öcalan” ji wî îmzekirina bangewazîyekî dixwazin. Ew jî vê yekê qebûl nake û ji wan ra dibêje “ez azadîya hemû girtîyên siyasî yên Kurd dixwazim.” Di wê navberê da, ji bo hevpeyvîna kurt ku Kurdistan Tv bi pê ra bike hunermend ji ser sandelîya xwe radibe ser piyan, piştî hevpeyvînê dema ku dixwaze dîsa li ser sandelîyê rûnê, sandelî ne li cihê xwe ye û Riza Topal wusa bi paş va ser piştê bi valayîyê va dikeve, serê xwe li hesinê bedena kalorîferê dixîne û serê xwe dişkîne. Wî radikin nexweşxanê, piştî ku bi ser xwe va tê vedigere Almanyayê. Riza Topal di wê bawerîyê da bû ku hinekan mexsûs ew sandelî ji pişt wî kişandibûn û bûbûn sedema birîndarbûna wî.

Riza Topal ji bo vê pêşengeha xwe bi xwe ra derdora 80 resimên ku li ser kaxid çêkirîbû ku di mezinahîya 70X100 cm. bûn, biribû û van hemû resiman jî dîyarîya WÎB kiribû. Kêfa min qet ji vê yekê ra nehat, di telefonê da min fikra xwe jê ra got: “Te tenê 10 resiman dîyarî bikira, te çima hemû dîyarî kirin?” Her du hunermendên Kurd, Mehmed Kolçak û Gulcan Zîrek ku li Stenbolê dijîn, alîkarîya amadekirina pêşengehê kiribûn, min ji Riza Topal pirsî “gelo te resimekî xwe dîyarîya wan kir?” Dîyarî nekiribû, ji min ra got ku “carekî din ku ê here Stenbolê ê dîyarîyê wan bike”, lê ev yek nebû. Ez li ser navê xwe bêjim, ez li xwe poşmam bûme ku ez bûm wesîle û navberkar ji bo ku ev pêşengeha Riza Topal were çêkirinê, xweska min nekira.

Herçî pêşengeh bû, WÎB nikare 1 resimekî jî bifroşe û ji hunermend ra bibe alîgir. Ji sala 2015yan û vir va jî ez gelek car çûme WÎBê, li wir ez leqayê yek resimekî çarçovekirî yê Riza Topal nehatime, haya min ji aqûbeta van berhemên hunermend tune ye ka Waqif çi bi wan kirîye. Lê li Weqfê da resimekî mezin yê hunermendekî din daliqandine, hunermendekî ku, li ser medyaya civakî da salvegera 95an ya Cumhurîyeta Tirkan bi fotografê Mustafa Kemal Atatürk pîroz dike heye. Erê, di vê weqfa ji bo Îsmaîl Beşîkçî hatiye avakirin da! Erê, dinya pean e.

Di sala 2020an da min ji hevalê xwe, ji kekê Şêxmûs Ozzengîn rica kir û xwest ku ji Hamburgê here Berlînê da ku Riza Topal nasbike. Mala wî ava, çû û hunermendê me dît û pê ra xeberda, bi telefona xwe çend perçe vîdeo kişand. Paşê jî nivîsekî li ser wî û hunera wî nivîsî. Piştî demekê, vê carê bi peyamnêrê Rûdawê Zinar Şîno ra çûn ba Riza Topal û bi pê ra hevpeyvînekî kirin. Di vê hevpeyvîna xwe da jî Riza Topal dîsa dubare kir ku, dixwaze hemû berhemên xwe dîyarîyê başûrê Kurdistanê bike, da ku li wır werin parastin û bibin mal û milkê Kurdan. Ev daxwaza wî jî negihîşt guhên kerr û lalan. Ca bifikirin: Hunermendekî mezin ku bi hezaran berhemên xwe yên ku bi keda xwe ya 60 salî va afirandîye, dixwaze van berhemên xwe dîyarîyê welatê xwe bike, da ku piştî mirina wî ev berhem belawela nebin û wenda nebin, da ku ev berhem bibin mîrasa kultûrî ji bo miletê wî, lê pêjna rêveberên welatê wî nayê, bala xwe nadinê û wî seh jî nakin.

Di bihara 2022yan da ez çûm Berlînê û bi tevî naseka xwe em çûn mala Riza Topal û me ew dît. Êdî têra xwe mezin bubû, lê hê jî li ser hunera xwe dixebitî û hiş û hafiza wî baş bû, lê destê wî hindek dilerizî. Me qederek bi hev ra sohbet kir û me beşekî vê sohbetê jî bi makîneya piçûk ya vîdeyoyê qeyd kir. Bi rengên akrîlîk berhemên mezin yên abstrak çêdikir, ku ji bo tasarufê jî, cawên tualên xwe, ewî bi xwe li ser texteyên çarçoveyan girêdida û dikûta, ku ji bo kesekî 88 salî ev karekî qederek zehmet bû. Mala wî tije resim bûn ku êdî tê da cîhê vala nemabû. Wî, pirtûkên ku bi xwe nivîsîbû û pirtûkên ku wergerandibû ser zimanê me, ku ewan bi îmkanên xwe, bi xwe dabû çapkirinê dîyarîyê her yek ji me kir.

Di sohbeta me da tiştê ku herî zêde bala min kişand ew serpêhatîya wî ya pêşengeha wîya Muzaxaneya Bochum bû: Di sala 1980yan da Muzaxaneya Bochum a Almanyaya Federal ku pêşengeha Riza Topal çêdike, katalogekî bi berhemên wî jî çap dike. Lê merivên seferatxaneya dewleta Tirkan tên û katalogan ji xwe ra dikirin û dibin, da ku nekevin destê Almanan, bê guman van katalogan dibin, paşê dişewitînin. Çewa ku cîgirê midûrê muzaxaneyê ji hunermendê me ra dibêje, “carekî kesekî hat û 800 katalogan ji xwe ra kirî û bir.” Ev cîgirê midûrê Muzaxaneya Bochumê, ji ber ku vê pêşengehê amade kiribû, dewleta Alman wî ji karê wî diavêje.

Ev e Riza Topalê Hulmanî û ev in dagirkerên me, xêrnexwazên me û her wusa ev e di wan salan da tesîra dagirkeran li ser dewletekî demokratîk, mezin û bi hêz, ku hingê ji bo xatirê Tirkan nedihişt ku Kurd navên zarokên xwe bi kurdî danin.

Serhad Bapîr 09/02/2025

477039135-10232779746852330-8741581592907841289-n.jpg

Riza Topal di salên xwe yên ciwan de resimek çêdike

476466318-10232779746772328-8154330187670443461-n.jpg

476671589-10232779746812329-5410591110549884830-n.jpg

Bu haber toplam 101 defa okunmuştur
HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.