Roşan Lezgîn: "Divê kurd îmkan bidin Zazakî"

Roşan Lezgîn: "Divê kurd îmkan bidin Zazakî"
Roportaj: Murat Özdemir

Kurdî ku xwedî zarav, taybetmendî, dewlemendî û dîrokek qedîm e, di van salên dawîn de di nav geşepêdaneke girîng de ye. Ev geşepêdan û pêşveçûn girîng e, ji ber ku hê jî kurd li sê parçeyan bêstatu ne û di nava şert û mercên dijwar de ne. Kurdî weke gelek zimanên cîhanê tenê ji zarave yan devokekê pêk nayê û xwedî zarave û devokên cihê ye. Yek ji van zaraveyan Zazakî ye.

Lêbelê mixabin ji ber ku hê jî kurd ji mafê dewletbûnê bêpar in û herêmên lê dijîn -derveyî Rêveberiya Herêma Kurdistanê- zimanê wan nebûye zimanê fermî û perwerdeyê û di bin qedexe û zextan de ye, talûke û metirsîyeke mezin li ser heye. Ev metirsî herî zêde li ser zaraveyê Zazakî ye. Li ser vê mijarê em bi zimanzan, nivîskar û lêkolîner Roşan Lezgîn ku gelek pirtûk, xebat û nivîsên wî li ser vî zaraveyê Kurdî yê dewlemend û qedîm hene re axivîn. Lezgîn dibêje ku sedema sereke ya ku Zazakî xist vê rewşê, polîtîkaya dewletê bû û berdewam dike, “Eger di kurdan de hisîyata milî, zanîna neteweyî xurt be, kurd dê bêhtir xwedîtî li zimanê xwe bikin.” (Murat Özdemir)

* * *

Wekî ku tê zanîn Zazakî zaravayê Kurdî yê herî kevn û qedîm e. Lê belê mixabin di bin metirsiyê de ye ku UNESCO’yê jî ev tesbît kir û divê xebateke zêdetir bê kirin ku ev zarave li ser piyan bê girtin. Gelo sedem çi ye ku Kirdî ket vê rewşê, bêdewletbûn e, yan xemsariya sazî dezgehên kurdan e?

Em neşên bibêjin Zzazakî lehçeya herî kevn ya kurdan e. Lê niha halê hazir dema ku em hemî lehçeyên Kurdî, yanî Kurmancî, Soranî, Zazakî, Hewramî û Lûrî ji alîyê qeydeyên zimanî ve didin ber hev, hingê baş dixuye ku ji nav van her pênc dîyalektên me, ya ku qeydeyên zimanên dema berê baştirîn di xwe de muhafeze kirine Zazakî ye. Wekî nimûne, qeydeyên ergatîvî, dîsa qeydeyên nêrkî, mêkî û pirhejmarîyê, qeydeyên tewangê ku karakterê zimanê Kurdî nîşan didin, herî baş di Zazakî de saxlem mane.

Bitaybetî li Kurdistana Bakur sedema sereke ya metirsîya windabûna Kurdî yanî dîyalektên me Kurmancî û Zazakî helbet tesîra polîtîkaya tirkan e. Yanî ji ber ku tu îdareya me tune ye, em di bin îdareya tirkan de ne, wan jî her ji mêj ve nîyet kiriye "kurdîtî" û hemî tiştên ku kurdbûnê pêk tînin, ku di serî de ziman tê, ji navê hilînin, hingê zimanê me wisa hat ket dereceya windabûnê. Lê di warê jîyandina zimên de faktorên hundirîn yanî şiûra neteweyî gelek girîng e. Eger di kurdan de hisîyata milî, zanîna neteweyî xurt be, kurd dê bêhtir xwedîtî li zimanê xwe bikin.

Zaraveyê Zazakî li çar herêman ji hev cuda tê binavkirin. Minak, li Dersimê dibêjin Kirmanckî, li bakurê Diyarbekirê û Çewlîgê dibêjin Kirdî, li Sêwrekê dibêjin Dimilî û li Paliyê jî wek Zazakî bi nav dikin. Sedema vê yekê çi ye? Cudahiyeke zêde di navbera van herêman de heye?

Bi navên cihê binavkirina miletan, zimanan û diyalektan, heta bajar û deverên cografîk jî, tiştekî gelek asayî ye. Mesela, ji bo diyalekta Kurmancî, "Kurmancîya jorîn", "Kurmancî serû," "Kirdasî", "Badînî" û "Şikakî" jî tê gotin. Em dizanin çend navên almanan û Almanî jî hene; herwisa bi vî awayî, yê gelek ziman û miletên din jî wisa ye. Ez dibêjim problemeka cidî têde tune. Dixwazî bila bibêjin "Zazakî", "Kirdî" yan "Kirmanckî" û "Dimilî" hîç ferq nake. Lê divê ez viya bibêjim ku ji nav van navan Zazakî û Dimilî navê eşîran e, Kirdî û Kirmanckî navên etnîkî ne.

Di navbera herêmên zazakîaxêf de cudahî ji alîyê devokan ve heye helbet lê ev jî gelek asayî ye. Çimkî eynî cudahî di navbera hemî herêmên kurmancîaxêf, soranîaxêf, hewramîaxêf û lûrîaxêf de jî heye. Mesela, kurmancîaxêfên herêma Diyarbekrê gelek zehmet ji devoka Duhokê têdigihên. Ev rewşa hanê di hemî zimanan de heye. Divê em van tiştan zêde ji xwe re nekin derd. Tiştê muhîm ew e ku em şiûra xwe ya milî şiyar bikin, û bi zanîn bi Kurdî (Zazakî, Kurmancî) qise bikin. Hebûna navên cihê yan devok û diyalektên cihê dê hîn gelek salên din jî dewam bike.

Ji bo ku metirsiya li ser Zazakî rabe bi lezgînî divê çi bê kirin? Wekî zimazanekî hûn çi pêşniyaz dikin, Zazakî dê çawa ji vê rewşê derkeve?

Berîya her tiştî divê em şiûra xwe ya neteweyî hertim zindî û dînamîk bihêlin. Niha ji bîstî zêdetir tehrîfên "neteweyatî"yê hene. Ji vana tenê yên ku dikevin dereceya şovenîzm û nîjadperestîyê, ew eyb û sûc in, yên din hemî meşrû ne. Divê em neteweperwer bin, yanî mîliyetperwer (milliyetçi) bin. Yên ku xwedîyê şiûreka milî ne, hîsîyata wan a neteweyî zindî ye, ew bêhtir bi zanîn xwedîtî li zimanê xwe dikin û di jîyana xwe ya rojane de zimanê xwe îstîmal dikin. Hîsiyata neteweyî gelek gelek muhîm e. Divê em kurd "neteweperwer" bin; neteweperwerîya medenî û modern.

Ya duyem, divê em xwedîyê polîtîkaya zimên bin. Em xwedîtî li hemî diyalektên xwe bikin. Çimkî niha dema ku em diyalekteka xwe îhmal bikin, kurdên ku wê diyalektê diaxifin, di bin tesîra xurt ya asîmîlasyonê de fêrî Tirkî dibin û hew vedigerin ser zimanê xwe. Ji vê çendê divê em di rojname, kovar û dezgeyên xwe yên Kurdî de ji bo hemî diyalektan îmkanan çêbikin.

Bo nimûne, rojnameya BasNews ji destpêkê ve eleqe nîşanê Zazakî dide, di gelek hejmarên xwe de du rûpelên wê tim bi Zazakî ne. Ev eleqe baş e, lê ez neşêm bibêjim eleqeyaka tendurist e! Di bunyeya BasNewsê de ji dehî zêdetir kadro dixebitin, heta ji bo beşa Tirkî gelek kadro îstîxdam kirine, lê digel ku gelek caran hatiye telebkirin jî cardin BasNewsê tu kadroyek ji bo Zazakî îstîxdam nekiriye. Çi dike? Exlebê xwe nivîs û roportajên ku berê di rojnameya Newepelê de yan di malpera Zazakî.Netê de yan jî di kovar û kitêban de weşîyane, îktîbas dike. Tu xêra vê yekê ji Zazakî re tune ye! Çimkî ew nivîs jixwe bi îmkana hinekên din amade bûne û ji alîyê xwendevanan ve hatine xwendin. Divê dezgeyên me yên kurdî bi îmkanê xwe Zazakî pêş ve bibin ku bi van îmkanan tiştekî baş li Zazakî zêde bikin.

Ne ku tenê BasNews feydeya Azadîya Welat jî ji Zazakî re tune ye. Herçiqas di her hejmarê de cih didin xeberên Zazakî jî, tu tiştek jê fêm nabe û kes naxwîne. Heta kesên ku xeberê amade kirine jî ji zimanê xwe fêm nakin. Yanî ji bo ku bihê dîtin ev e Zazakî jî têde heye, em cih didin Zazakî, bêfeyde ye. Tu xêra vê yekê ji Zazakî re tune ye.

Dezgeyên kurdan, ne ku qaşo yan wekî di Tirkî de tê gotin "göstermelik", divê bi cidîyet û ji dil xizmeta Zazakî bikin. Tenê bi pirsên " ji bo ku metirsiya li ser Zazakî rabe bi lezgînî divê çi bê kirin" û amadekirina xeberekê jî tu havilekê çênabe!

Televîzyon jî wisa ne. Hema dibêjin bila bi Zazakî be, êdî çi dibe ew zane. Kes jê fêm dike yan nake, xema wan nîne. Wisa pêşveçûn çênabe! Binêre, di 86 hejmarên Newepelê de 294 kesan nivîsîye. Ji vana qasê 230 kesî cara ewil di Newepelê de dest bi nivîsîna Zazakî kirine. Yanî Newepelê bi îmkanên xwe ji du sedî zêdetir nivîskar bo Zazakî dan qezenckirin û bi îmkanên xwe ji du hezarî zêdetir nivîsên cur bi cur li edebîyat û lîteratura Zazakî zêde kirin. A pêşveçûn û feydegihandin ev e. Divê BasNews û yên din jî wisa bikin. Her sazîyeka çapamenîya kurdan deh rojnamevanan, nizanim çend edîtoran ji bo Kurmancî û Tirkî îstîxdam dike, ji bo çêkirina xeber, roportaj û raportan her mesrefî dike lê dema dor tê ser Zazakî nivîskarên ku Newepelî ew gihandine, bê mesref ji wan nivîsan dixwazin yan jî nivîsên ku berê bi îmkanên Newepelê, bi îmkanên Zazakî.Netê amade bûne, digrin dubare diweşînin. Ne ku tenê BasNews, yên di jî wisa dikin. Yan qet guh nadin zazakî yan jî tu îmkanekê nadin. Divê kurd îmkan bidin Zzazakî.

___________

Çavkanî: http://basnuce.com/ku/news/14602/dive-kurd-imkan-bidin-kirmancki

Bu haber toplam 3682 defa okunmuştur
HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.