Xiyaneta Enkîdû

Xiyaneta Enkîdû
Necat Zanyar

Kevintirîn destana cîhanê Gilgamiş e. Pênc hezar sal berê hatiye nivîsîn. Ji Îlyadaya Yûnanîyan û Mahabharataya Hindûyan hezar û pênsed sal kevintir e.

Berîya mîladê di navbera 5.000 û 4.000î de li Mezopotamyayê şaristanîyê bi Sumerîyan dest pê kir. Nayê zanîn bê Sumerî ji Îndûsa Hindistanê bi rêya deryayê hatine, yan ji bakur, derdora Qefqasê daketine.

Zimanê wan yê yekkiteyî ji famîlyaya Hînd-Ewrûpî, Fîn-Uygur yan jî Ural-Altayî nîne. Li derdora çemên Dicle û Feratê bajarên Uruk, Kîş, Erîdû, Şuruppak, Lagaş û Nîppûr ava kirine.

Sumerîyan ber bi salên berîya Mîladê 3000î ve nivîs îcad kir. Nivîsa bi resim her ku çû veguherî nivîsa mîxî. Herîya ritam (balçık) ya ber çeman, wekî qetên nan hat ziwakirin û bi qamîşan li ser wan hat nivîsîn. Navê wan tabletan Dupşar bû.

Piştî nivîsînê ew tablet li ber tavê yan jî di tenûran de hatin hişkkirin. Di bin banê perestgehan de dibistanên nivîsê vebûn û zarokên giregiran li van dibistanan xwendin. Nivîs, bi destê Fenîkeyîyan ji Yûnanê li hemî rojavayê cîhanê belav bû.

Piştî Sumerîyan berîya Mîladê di navbera 2334–2154ê de împeretorîya Aqadîyan li Mezopotamyayê hukim kir. Piştî wê Gutîyên Kurd dewleta Aqadîyan ruxand û bi qasî sed salî li herêmê hukim kirin.

Piştî Gutîyan, Asûrî berîya Mîladê di navbera 2025-612ê de bûn desthilatdar.

Mezopotamyaya Navîn li jorê welatê Sumerîyan bû û wekî Sûbarû dihat zanîn. Pişt re wekî Asûr deng da. Asûrî ji Samîyan bûn û bi Aqadî diaxifîn. Berîya Mîladê ber bi 2000î ve Akadîya Başûr wek Babîlî, ya Bakur wek Asûrî dabeş bû.

Sala 1839an, Henry Layardê Înglîz li girikên nêzîkî Mûsilê dest bi kolanên arkeolojîkî kir. Ev der bajarê Nemrûd û paytextê Asûrîyan Nînewa bû.

Sala 1942yan, Paul Emile Bottayê Fransî kolandinên arkeolojîkî yên nû dan destpêkirin. Nêzîkî Nînewa li girikê Horsabadê gelek peyker derketin û li Ewropa yekem mûzexaneya Asûrîyan li Louvreyê vebû.

Layardî jî di sala 1852 de li perestgeha Asûrbanîpal gelek tablet dîtin. 75 hezar tabletên Layard û Rassam dîtin, li British Museumê pirtûkxaneya Asûrbanîpal pêk anîn.

Berîya jevderxistina van tabletan, lêkolînerên Rojavayî ji kîtabeya Behîstûnê zimanên Zend-Avesta, Îlamî û Aqadî keşif kirin û xwendin. Pişt re, di sala 1857an de Aqadî hat xwendin, di sala 1872yan de George Smith ji tabletên British Museumê yên bajarê Nippurê destana tofanê xwend. Destana GilgamişVegotina Nînewa” bi vî awayî ji tabletan hat keşifkirin.

Gilgamiş, keyayê bajarê Urukê bûye. Dayika wî xwedawenda bi navê Nînsûn, bavê wî şeytanê bi navê Lîlla bûye. Nîv-xweda, nîv-mirov bûye.

Li gor tabletan Lugalbanda 1200 sal, Dumuzî 100 sal, Gilgamiş 126 sal, Ur-Nungal jî 30 sal li Urukê hukim kirine.

Destana Gilgamiş ya Sumerîyan berîya Mîladê di 2000î de derbasî welatê Aqadan bûye. Berîya Mîladê di sala 1200î de hozanekî Urukî yê bi navê Sîn-Lekke-Unnînnî destan ji nû ve berhev kiriye, bi wezna arûzê behra recezê nivîsîye. Destan bi vê risteyê dest pê dike:

“Ewê ku her tiştî dît, dixwazim wî bi welat bidim nasandin

Ewê ku her der nas kir, her tiştî fêr bû

Li her derê hemî tiştên veşartî eşkere kirin

Ew zanayê zanayan, têgihîştîyê her tiştî.

Tiştên veşartî dîtin û veguhestin

Agahîyeke ji tofanê kevintir gihand me.”

Li gorî tabletan, Gilgamişê kurê Lugalbanda û çêleka pîroz Nînsûn, keya û şivanê Urukê, gelek karên serkeftî dike. Di çiyayan de rêyan vedike, bîran dikole. Ji sisêyan diduyê wî ji goştê xwedayan, yekê wî ji goştê mirovan e. Leheng û şervanekî navdar e.

Lê her jinê ji xwe re dixwaze. Lawan ji bavê wan re nahêle. Her kes ji tirsa wî diricife û gilîyê wî li xwedawend Anû dikin. Anû, gazî xwedawenda mezin Arûrû dike û dibêje “Te Gilgamiş çêkir, niha hemtayekî wî çêke ku tim bi hev kevin, Uruk rehetiyê bibîne.”

Arûrû, yekî bi navê Enkîdû diafirîne. Gewdeyê wî bi pirç, porê wî wek yê jinan bûye. Mirov nedîne. Bi xezalan re diçêre. Bi kerîyê heywanan re dadikeve ser kanîyan.

Nêçîrvanek wî dibîne û gelek ditirse. Tê, Gilgamiş ji vê rewşê agahdar dike. Gilgamiş dibêje, jê re jineke şox bişînin, dema jinê bibîne tebat nake, dê kerî wî biterikîne.

Jin diçe li ber kanîyekê lê rast tê. Şeş şev û heft roj bi hev şa dibin. Piştî wê, kerîyê wî jê direve. Weke berê nikare baz bide. Hêza laşê wî qels dibe. Jin jê re wiha dibêje: “Tu çima bi heywanan re li van warên bêkes digerî? Were te bibim Urukê”. Enkîdû dibêje “Em herin. Bila alem bizane ka ez bihêz im an Gilgamiş. Ez dixwazim pê re şer bikim û wiha qîr bikim li meydana Urukê: Ez im yê herî hêzdar!”

Enkîdû tê bajêr. Bi Gilgamiş re şer dike. Lê zora hev nabin. Dibin heval. Wî fêrî xwarina nan, vexwarina şerabê û serşûştinê dike. Gewdeyê xwe yê bi pirç dişo û zeytê li xwe dike, xwe bi cilûbergan dixemilîne.

Bi vî awayî hevalbendîya Gilgamiş û Enkîdû dest pê dike. Destan dûr û dirêj e. Gelek serpêhatîyên wan tên vegotin.

Lê vegotineke destanê, bi taybet ji bo Kurdan balkêş e. Di destanê de çîroka Gilgamiş û Humbaba (Huwawa) me bi xiyanetekê re rû bi rû dike: xiyaneta Enkîdû. Helbet di destanê de wek xiyanet nayê pênasekirin. Lê ji hûrgilîyên vegotinê diyar e Enkîdû li qewmê xwe xayintî dike.

Li gorî çîrokê, Gilgamiş ligel Enkîdû ji bo daresediran bîne diçe çiyayên Zagrosê. Daristana daresediran ji aliyê dêwekî “Arasteyê heft çirûskan” tê parastin. Humbaba ji nesla xwedayan e û kes nikare li ber çirûskên wî çavê xwe veke. Ew dêwekî nîv-mirov, nîv-xweda ye. Li gor nivîsa li ser tabletan Gilgamiş wiha behsa Humbaba û daristana daresediran dike: “Ez dixwazim ewê navdar bibînim / Ewê navê wî li her welatî pir tê bibîranîn.”

Em ji tabletên Sumerîyan bixwînin:

“Li daristanê Humbabayê dêw dijî

Were bi te re em biçin wî ji meydanê rakin

Welêt ji xirabîya wî xilas kin

Em biçin daresediran jêkin

Enkîdû devê xwe vekir, xeber da:

Ji Gilgamiş re got:

-Ez dizanim, bira, dema kovîtîyê

Fêr bûm wexta bi kerîyê xwe re digeriyam

Derdora daristanê du caran şêst qonax e

Kî dikare bikeve navê?

Weke heytehola tofanê ye

Qîrîna Humbaba

Li cem devê wî agir ne tu tişt e

Henaseya Humbaba ji mirinê xirabtir e

Tu çima xwe tevlî karekî wisa dikî

Çima radibî dînîtîyeke wisa

Yê berê xwe bide vî şerî

Xwe li hemberî Humbaba dibîne.”

Li gor agahîyên ku Enkîdû dide, bi pêşnîyaza xwedayê hêzên sirûştê Adad, xwedayê bablîsokê Vêr daristana daresediran diparêzê ku nobedarê wê Humbaba ye. Enlîl bi heft çirûskan ew arastiye.

Di tabletên çîroka Gilgamiş û Humbaba de, dema Gilgamiş dixwaze biçe ser çiyê, Enkîdû wiha jê re dibêje:

“Keyayê min, heger tu îro derkevî çiyê, divê tu xwe pêşkêşî xwedawendê rojê Ûtû bikî… Çiya di îradeya xwedawendê rojê Ûtû de ye”.

Di tableta pêncan de Gilgamiş û Enkîdû tên ber çiyayê daresediran û perestgeha Îştar (Îrnînî) dibînin. Dema Gilgamiş û Humbaba tên hemberî hev, em fêr dibin ku Enkîdû yek ji qewmê Humbaba ye û Humbaba wî bi xayintîyê sûcdar dike. Di tabletan de wiha derbas dibe:

“Hey Enkîdû, dola masîyan, ku bavê xwe nizane!

Yê wekî kûsiyan şîrê dayikê nemêtiye!

Di nûciwanîya tê de çavê min li ser te bû

Bi taybet nêzîkî te nedibûm

Niha te bigrim û bikujim wê dilê min rehet be

Lewra te Gilgamiş anî vêderê

Ew dijmin e, biyanîyekî çavsor e.”

Li gorî nivîsa li tabletên çîroka Gilgamiş û Humbaba, Gilgamiş ji Humbaba re dibêje min xwişka xwe anî ku em bibin xizmên hev. Û gelek tiştên din. Mebesta xwe ya şer eşkere nake. Humbaba jî hêzên xwe pê re parvedike. Lê Gilgamiş bi dek û dolaban wî dixe dafikê. Dema Humbaba girêdidin wiha dibêje: “Te derew kir, te ez xapandim. Te soz dabû!”

Di encamê de Gilgamiş û artêşa wî heft daran jê dikin, lîstikekê li serê Humbaba digerînin û serê wî jêdikin. Xwedawend Enlîl ji vê yekê aciz dibe. Enlîl “Heft çirûskan” li heft hebûnên wek “çem, çiya, şêr…” belav dike.

Kurdbûna Sumerîyan û hebûna Kurdan ya Babîlê hêjayî nîqaşê ye. Lê Çiyayên Zagrosê, xwedawendê rojê û heft çirûsk, motîfên Kurdan in. Mirov dikare vî qismê destanê bi Kurdan ve girêde.

Û xiyaneta Enkîdû! Ji bo rê li ber zordestîya Gilgamiş bigre tê şandin. Lê mîsyona xwe ji bîr dike. Ji rê derdikeve. Pêşî bi jina şox dixape. Pişt re, dibe heval û fedaîyê Gilgamişî.

Rêya çiyê nîşanî wî dide, derîyên çiyê jê re vedike. Welatê rojê têk diçe.

Hey Enkîdû! Dola masîyan!

Kaynak:Xiyaneta Enkîdû

Bu haber toplam 79 defa okunmuştur
HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.