GULBEROJ BIRIN
Yayınlanma:
Güncelleme:
Dilawerê Zengî
Li warê me berfek reşî sîseban
Vegirtiye gijlok, terez bariyan
Gerî babelîska kulîlk pûç kirin
Hemû gulberoj bê riçûrûç kirin
Çi barêş e bager vegirt niştiman
Zemîn tev vebestî ji rengê duman
Welat rût û tazî bi wêran kirin
Ji hişk û ji ter tev bi talan kirin
Çivîkên di lîsan de tev çûn firîn
Hinek baskşikestî bi çavxûn girîn
Kevokên dibin gef û bizda xeşim
Gelek hilpekîn girdelûla ne şim
Bi tewşî kila bû çeqo serbirîn
Bi kirx xwendera sik li ten sed birîn
Felek kurd nezar û xizan in çima?!
Ji perwer û vînê nezan in çima?!
Bu haber toplam 1420 defa okunmuştur
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.